___Zekî Ozmen___
Li Almanyayê hejmara serîlêdana penaberiyê ya kurdan a di sala 2025’ê de diyar bû. Bi hejmarên nû re diyar bû hatina kurdan a Almanyayê li gor salên berê kêmtir bûye.
DI SALEK DE 18.636 KURD HATINE ALMANYAYÊ
Daîreya Fedaral a ji bo Koçber û Penaberan (BAMF) ji bo Diyarnamê ragihand ku par bi giştî 18.636 kurd hatine Almanyayê û serî li mafê penaberiyê dane. Li gora îstatîstîkên BAMF’ê par herî zêde kurdên Rojava serî li penaberiyê dane û herî hindik jî kurdên Rojhilat. Bi giştî di sala 2025’ê de 7.848 kurdên ji Rojava hatine Almanyayê û serî li mafê penaberiyê dane. Di rêza duyemîn de kurdên Bakur in. Hejmara kurdên Bakur ên par hatine Almanyayê û serî li mafê penaberiyê dane 7.753 kes in. Di rêza sêyemîn de bi 2.612 kesan kurdên Başûr in. Herî kêm jî kurdên Rojhilat par hatine Almanyayê û hejmara wan 423 kes bûn.
YÊN CARA DIDUYAN SERÎ LÊ DANE
Ji hêla din ve BAMF’ê diyar kir ku ji bilî hejmaran li banî, bi giştî 3.565 kurdên ji her çar parçeyan par cara duyemîn serî li penaberiyê dane. Kesên cara duyemîn serî li penaberiyê didin bi taybetî ew kes in, ew ên dosyaya wan a mafê penaberiyê tê girtin û ew careke din serî li penaberiyê didin.
Hêjayî gotinê ye ku ev bi salan e hejmara serîlêdanê ya kurdan a penaberiyê li Almanyayê wekî par daneketibû.
REWŞA SALÊN BORÎ
Digel ku di sala 2025’ê de hejmara kurdên her çar parçeyên Kurdistanê yên li Almanyayê serî li penaberiyê dane bi giştî 22.201 kes in, di sala 2024’an de ev hejmar 48.256 bûn. Di sala 2023’yan de hejmara kurdan 85 hezar û 904 kes bûn. Di 2022’yan de jî 47.900 kurdan li Almanyayê serî li mafê penaberiyê dabûn
Li Almanyayê par piştî hikumeta nû dest bi kar kir, siyaseta penaberan jî hate guhertin. Ji ber zehmetkirina ketina penaberan a nava Almanyayê û nexweşkirina şertên penaberiyê, hejmara hatina penaberan a Almanyayê di sala 2025’ê de li gor sala 2024’ê hema bêje nîv bi nîv bûye.


