Diyarname
Li Erebistana Siûdî piştî 35 salên qedexeyê li patext Riyadê yekem salona sînemayê hat vekirin.
Li Navenda Fînansê ya Qral Abdullah a li Riyadê salon hat vekirin. Salon ji aliyê "AMC" (American Multi-Cinema) hat vekirin ku ev sazî girêdayî Fona Razemenî ya Raya Giştî ya Erebistana Siûdî ye. Di merasima vekirinê de Wezîrê Çand û Enformasyonê yê Erebistana Siûdî Avad bin Salih el-Avad, Cîgirê Midûrê Giştî yê Sporê û Seroka Federasyona Sporên Civakî ya Siûdî Prenses Rima bin Bender û Cîgirê Serokê AMC'ê Jason Cole û gelek kesên idn amade bûn. Kesên di merasima vekirinê de bûn di seansa pêşî deli fîlmê "Black Panther" temaşe kirin.
Wezareta Çand û Enformasyonê yê Erebistana Siûdî daxuyaniyeke nivîskî weşand, got ku piştî gelek salan salonek vebû, ji bo ceribandina seansan û bilêtên elektronîk piştî hefteya pêşî dê ji bo gel vebe; di vê hefteya pêşî de kesên nêzî sektrê û eleqedarên sînemayê bêne vexwendin. Serê pêşî dê bilêt bi 13 dolarî bê firotin, paşê dê buha daxin.
Hat gotin ku AMC di nav 5 salan de dê li Erebistana Siûdî 40 navendî sînemayê veke, heta 2030 li 350 navenda 2 hezar û 500 salonan veke.


