Batman
Ji aliyê Teşebûsa Jiyandina Heskîfê ve, bi armanca rizgarkirina Heskîfê, merasimek sondxwarinê li Heskîfê hate lidarxistin. Di merasimê de mebûs, şaredar û endamên rêxistinên civakî yên sivîl soz dan ku dê ji bo rizgarkirina Heskîfê têbikoşin.
Teşebûsa Jiyandina Heskîfê li keleha Haskîfê merasîma sondxwarinê pêk anî. Merasîm bi tevlibûna Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, Şaredarê Êlihê Huseyîn Kalkan, parlamenterên DTP'ê yên Êlihê Ayla Akad Ata, Bengî Yildiz, parlamentera DTP'ê ya Şirnexê Sevahîr Bayindir, Serokê DTP'ya Amedê Nejdet Atalay, Serokê DTP'ya Êlihê Ozcan Erdem, endama Teşebûsa Jiyandina Haskifê Dîren Ozkan, Serokê Şaxa Egitim-Sena Êlihê Selîm Aratemur, Serokê Şaxa SES'a Êlihê Denîz Topkan, Serokê Şaxa ÎHD'ya Êlihê Ferhat Bayindir û gelek nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl pêk hat. Di merasîmê de li ser dêriyê kelehê pankartên mezîn ên wekî "Îro Heskîf tê qetilkirin, îro li Mûnzûrê xweza tê tunekirin. Ji komkujiya dîrok û xwezayê re na" û "Heskîfê ji cih nebin, Heskifê ji bo pêşerojê bibin" hatin daliqandin.
Baydemîr: Em ê hem ji bo îro hem jî ji bo pêşerojê soz bidin
Di merasîmê de Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr axaftinek kir û wiha got: "Em ê îro li vir, hem ji bo îro hem jî ji bo pêşerojê soz bidin."
Parlamenterê DTP'ê yê Êlihê Bengî Yildiz jî diyar kir ku Heskîf mîrateya mirovahiyê ya hevpar e û wiha domand: "Ev teşebûs, di ser siyasetê re ye. Divê mirov bi pêşdaraziyan nêzik nebe."
Ji bo Heskîfê sond xwarin
Piştî axaftinan, bi pêşengiya Serokê Şaxa Egîtîm Senê ya Êlihê Selîm Aratemur sond hate xwarin. Di sondê de wiha hate gotin: "Heskîf bajareke kevnare yê mîrateya çandî ya hevpar a welatê me û mirovahiyê ye. Ez ê ji bo yekparetiya wê ya awarte û avaniya wê bê jiyandin û di binê avê de nemîne, têbikoşim. Ev der emaneta ku dîroka şaristaniyê ji me re hiştî ye. Herî kêm hezar sal, mirov lê jiyîne. Ji 20'î zêdetir çandên rojhilat û rojavayê rêçên xwe li serê hiştine. Ev muzeya servekirî ya bêhempa, divê bi dîroka xwe ya ekolojîk û yekparetiya çandî bighîje nifşên nû. Ez ê ji bo vê yekê hewl bidim. Ez ê mafên çandî, civakî û aborî yên gelê xwecihî ku li herêna Heskîfê dijî, biparêzim. Li ser hemû nirxên ku pê bawer im, sond dixwim."
Foto: Mekiye GORENÇ
Ji DÎHA'yê hatiye girtin