___Cemil Oguz___
21'emîn Festîvala Fîlmên Karkeran li 3 bajaran, li Stenbol, Enqere û Îzmîrê di heman demê de dest pê kir. Fîlmên kurdî ên li nav festîvalê me ji bo we neqandin.
Festîval ji 1'ê mehê heta 10'ê mehê didome. Ji gelek welatên dinyayê Ggelek fîlmên metrajdirêj, kurtefîlm û belgefîlm hene. Ji van hinek jê yan hemû bi kurdî ye, yan jî beşek ji wan bi kurdî ye. Me ew ji bo we derxistin pêş.
Va ne ew fîlm:
- DEMSALA NAN
"Demsala Nan" fîlmê derhêner Enwer Hesenpûr (Anvar Hassanpour) û Emer Hesenpûr (Emeer Hassanpour) e. Di fîlmê 92 deqîqeyî de lîstikvan Yavuz Akkuzu, Şilan Alagoz, Ozkan Şeker, Şahabettin Dag û Erdal Kaya dilîzin. Fîlm çîroka malbateke kurd a karkar a li Amedê û zehmetiya wê tîne ziman.
- GARAN
"Garan" kurtefîlmê derhêner Mahsun Taşkin û Vildan Erşen e. Fîlmê 20 deqîqeyî çîroka kesekî bi navê Mehmet pêşkêş dike. Ew bi pereyên xwe yên heyî li wî aliyê sînor kêriyê dikire, lê ligel kêriyê digihîje ber deriyê gumrikê, derî girtiye.
- HEY HAWAR
"Hey Hawar" belgefîlmê Caner Dara ye ku 20 deqe ye. Roja 20'ê tîrmeha 2015'an li Pirsûsê DAIŞ'ê komek ciwan kuştin, yek ji wan jî Suleyman Aksu bû. Mesele bi vê nema ye, gelek caran gora Suleyman Aksu xira dikin. Belgefîlm berê temaşevanan dide vê meseleyê.
- KARAKUŞ'lar
"KARAKUŞ'lar" belgefîlmê derhêner Kader Çetinbaş e. Di erdheja 6'ê Reşemî de li Semsûrê balê dikişîne ser jinên hewl didin ji nû ve jiyana xwe saz bikin.
- KARKEŞ TURKULER
Belgefîlmê bi navê "Kardeş Turkuler" ji aliyê Çayan Demirel û Ayşe Çetinbaş ve hatiye kişandin. Belgefîlm çîroka 30 salan a koma Kardeş Turkuler pêşkêş dike û bi ser vê re rewşa li Tirkiyeyê tîne ziman.
- KOÇER
"Koçer" belgefîlmê Serhat Boylu ye û 14 deqîqe ye. Derhêner Serhat Boylu ji bo şopandina jiyana koçeran dikeve rêwîtiya ku dê 10 hezar kîlometre bidome. Fîlm ji Culemêrgê heta Wan, Agirî û Şirnexê didome.
- RENGÊ KEVIR
"Rengê Kevir" belgefîlmekî 8 deqîqeyî yê derhêner Tugba Yaşar û Ramazan Kiliç e. Di salên 90'î de gelek gundên kurdan têne şewitandin. Belgefîlm bi ser albuma malbatê re berê temaşevanan dide wê demê.
- YENÎ HAN
"Yenî Han" belgefîlmê Bîngol Elmas e. Elmas berê xwe daye xaneke bi navê Yenî Han ku li Aksaraya Stenbolê ye. Li vê derê gelek koçberên ji welatên cuda ji be şer û feqîrî reviyane hene. Fîlm bi erebî, tirkî, kurdî, rusî ye.
- YERSÎZ YURTSUZ
"Yerlî Yurtsuz" belgefîlmê Riza Oylum û Murat Yildirim e. Belgefîlm berê temaşevanan dide hedadekî bi navê Yervant Demirci yê li Dêrika Mêrdînê. Di belgefîlm de nasnameyê wî yê ermen-tirk-kurd û mijarên pêre dertê pêş.
- XERÎBÊ WELATAN
"Xerîbê Welatan" belgefîlmê Murat Kiliç e û 25 deqe ye. Belgefîlm çîroka malbata Osso ya ku ji ber rejima Esad hatiye Tirkiyeyê nîşan dide.
- YÎBO
"YÎBO" belgefîlmê Şukran Demir û Ozgur Unal e. Belgefîlm çîroka hin xwendekarên ku li van dibistanên YÎBO'yê xwendine nîşan dide. Rewşa newekhevî ku zarok rû bi rû dimînin, polîtîkayên asîmîlasyonê û dîsîplîna mîlîtarîst meseleya belgefîlmê ye.
- HEVRAZ
"Hevraz" kurtefîlmê Cemal Îşnas e û 16 deqe ye. Doktor Kemal ê ku dixwaze here Almanyayê cara dawî ji bo xatirxwestinê diçe gundê xwe û bûyer li vir dest pê dikin.
Ji bo dîroka nîşandayîn fîlman, bitikînin:
BERNAME
*
Nûçeya Eleqedar:
- Festîvala Fîlmên Karkeran tê
********************************************************
Agahî:
- 20 sal, 20 TL (Vê agahiyê bixwînin)
******************************************************
Ger hûn bixwazin alîkarî bikin:
ÇAYEK BO DIYARNAMEYÊ:
LÎNKA
Kreosus.com'ê bitikînin
LÎNKA
Patreon'ê bitikînin
*******************************************************
***
KANALA YOUTUBE YA DIYARNAMEYÊ



