logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Derfetên bo zêdetir fêrbûna li ser edebiyata kurdî
  2. ‘Komek Arîşe û Hêviya Zimanekî Yekbûyî` hat îmzekirin
  3. Xelata Hemingway dan nivîskar Burhan Sonmez
  4. Roj bi roj maçên Kûpaya Cîhanê (temamê lîsteyê)
  5. Li Kobanî 27 hezar xwendekaran karne girt
news-details

Beşa winda hat dîtin: Zimanê hindoewropî ji ku hatiye?

  • Dîrok: 17/07/2025
  • Beş: Serbest


___Dilyar Amûdî___

Bersiva pirsiyara "jêder an jî dayika bêtirî 400 zimanî ku zimanên wekî kurdî, îngilîzî, yewnanî, rusî, hindî, almanî, farisî di nav de ye, zimanê Proto-Hindoewropî (PHE) çi ye?" bi saya lêkolîneke Zanîngeha Harvardê hat peydakirin.  

Bi sedan salan e ku zanyar nikaribûn baş bizanin ka PHE ji ku derketiye û li Asya û Ewropayê belav bûye, heta ku ev lêkolîna DNA'yê hat pêkanîn.

Komek zanyarên ji beşê bijîşkiyê yê Harvardê DNA'ya 354 kesên dêrîn ji Rusya û Ukraynayê vekolane. Armanca wan ew bû, ka kî pêşî bi PHE axiviye.  

Di vê lêkolînê de hatiye dîtin ku îhtîmal heye, komek li Qefqasya-Herêma Volga Jêrîn (Nêzîkî deryaya Qezwînê an jî başûrê Rusyayê û çiyayên Qefqasyayê) bi PHEyê axiviye.

Berî ku ez behsa lêkolînê bikim, bawer im ku divê ez hinek agahî, teorî û termînolojiyan pênase bikim.

Gelê Yamnayê: Komeke mirovên dêrîn ên ku berî 6 hezar salan li berriya Pontîk-Qezwînê jiyane. Ew herêm niha beşek ji Rusya û Ûkraynayê ye û li bakurê Deryaya Reş e. Ev gel ji nêçîrvan-berhevkerên rojavayê Ewropayê û gelên Qefqasyayê pêk tên. Şivan û gavanên koçber bûn ku pez, çêlik û hesp xwedî dikirin. Şêwaza veşartina miriyan; girên mezin ên axê ku yek tirb tê de bû. Tê gotin ku bi zimanê PHE axivîne û ew ê pêşiyên gelek zimanên cîhanê ne. Ji ber ku erebe bi hespeyan vedikirin, vê yekê derfet da wan ku zû li Ewropa û Asyayê belav bibin.

Hîpoteza berriyê (Steppe hypothesis): Ev teoriyeke li ser jêdera zimanê Hindoewropî ye. Ew angaşt dike ku nîvê zimanên cîhanê (kurdî, almanî, îngilîzî, spanî, hindî, rusî, farisî û hwd) ye. Ew dibêje ku gelê Yamnayê berî 2500-3000 salan bi PHE'yê diaxivîn. Ew her ku belav bûne, zimanê wan dabeş bûye. Ev ziman derketine; wekî Hindo-Îran (Kurdî, farisî, hindî), Balto-slavîk (rûsî û polonî), Germanî (almanî û înglîzî), Celtîk, Îtalîk (Latînî, Frensî û Îspanî)

Îca em vegerin ser mijarê; wekî tê dîtin berî niha teoriyan îdîa dikir ku gelê Yamnayê jêdera zimanê Hindo-Ewropayî ye lê kêmasiyek di wê angaştê de hebû. Gelekî ku êdî nemaye lê zimanê wî hindoewropî bû, ji dola Yamnayê bûn. Genetîkzanan jî digot pêwîst e, gelekî kevintir hebe ku ev gel hemû jê hatine. Lêkolîna nû êdî wê çareser dike û wî gelê wekî gelê “Qefqasyayê jêrîn-Çemê Volgayê” dide nasîn.

Anku ev cara yekem e, tabloyek di destê me de heye ku genetîka hemû gelên bi zimanên hindo-ewropayî di nava xwe de dihewîne.
Akademesiyenan, cara yekem di sedsalan 18'an de girêdan û hevbeşiyên navbera zimanê yewnanî, latînî û sansikrîtî de dîtin. Hîpoteza berriyê jî di sedsala 19'an de hat danîn. 

Di sala 2014'an de, di xebatên DNA'yê de li ser koka ewropiyên modern agahî derbarê genetîkan wan de hatin parvekirin. Ewropiyên modern ji sê populasyonên cuda dihatin. Piştî wê bi salekê agahiyên berfirehtir hatin belavkirin. Gelê Yamnayê ku pêşiyên wan gelên Ewropayê ne, yekem an jî pêşeng bûn ku bi hesp û erebeyan dadikişînin, li Ewropayê belav bûne. Tê gotin ku wan nifûsa wê parzemînê serobin kiriye ku guhertinên mezin di nifûsa Almanya, Macaristan, Îtalya û Spanyayê de çêkirine. Di nava dehan salan de, 90 ji sedî ji nifûsa Brîtanyayê guheriye

Di lêkolînên genetîk de, mirov dikare şûna gelê Yamnayê Yewnanistan, Hindistan, Ermenistan û Çînê jî bibîne. Wan wisa zimanê hindoewropî belav dikir.

Lê wekî min got, ev teorî rastî pirsgirêkekê hatibû. Ew pirsgirêk jî li nîvgirava Anatolyayê bû. Komek zimanên hindoewropî hebûn û hatibûn axiftin lê êdî nemane. Wisa dihat fikirîn ku ew beşê pêşî ye ku ji zimanê PHE veqetiyaye. Lêkolînên DNA'yê yên sedsala 21'ê jî ev tişt piştrast kir.

Yek ji wan koman jî hîtît bûn. Ji tabletên mîxî, mirov dizane ku ew bi zimanê hindoewropî yên Anatolî diaxivîn lê belê DNA'ya wan, wan wekî neviyên Yamnayê nîşan nade. Zanyar çiqasî geriyan, wan tu berjeng nedît ku ew ji gelê Yamnayê hatibin. Loma ew jî fikirîn ku divê populasyoneke kevintir hebe. 

Ha ew gelê “Qefqasyayê jêrîn-Çemê Volgayê” ye ku jêdera wan e. Lêkolînê girêdan di navbera vî gelê û gelê Yamnyayê û gelê Anatolyayê de derxist. Ji wan lêkolînan diyar dibe ku gelê Qefqasyayê jêrîn-Çemê Volgayê bi kûrahî tev li gelên din bûbû.

Cihê ku niha şerê Rusya û Ûkrayna lê dewam dike, ha ew der cihê Yamnayê ye. Gelê Qefqasyayê jêrîn-Çemê Volgayê çûne û tev li popûlasyona wê herêmê bûne û wan genoma gelê Yamnayê çêkiriye. Helbet gelê Yamnayê ne tenê ziman ji gelê Qefqasyayê jêrîn-Çemê Volgayê biriye lê herdu gelan jî gorên ji girên mezin çêkirine.

Ev lêkolîn bersiva van pirsyaran dide:

Kî bûn ew ê pêşî bi zimanê hindoewropî axivine? Bersiv jî komeke ku berî 6500 salan Qefqasyayê jêrîn-Çemê Volgayê dijiyan 

Kê ev ziman belav kir? Gelê Yamnayê ku li Ewrasyayê belav bûn

Çima kurdî, farisî, hindî, almanî û îngilîzî girêdayî ne? Ji ber ku ji heman komê belav bûne.

Ev tişt çawa hatine îsbatkirin: Bi lêkolînên arkeolojîk, zimannasî û genetîk(DNA).

Anku bi kurtasî mirov dikare wisa bibêje, berî 6500 salan komek li Qefqasyayê jêrîn-Çemê Volgayê bi PHE diaxivî. Berî 5000 salan gelê Yamnayê çêbû ku ev kom û nêçîrvan-berhevkarên berriya  Pontîk-Qezwînê jiyane. Piştî wê Yamnaya li seranserî Ewropa û Asyayê belav bûne. Paşê jî PHE bûye gelek beş û ziman jê derketine ku kurdiya me jî yek ji wan e.

Hinek nîşeyên min hene ku nizanim bê çiqasî rast in lê belkî kesên pispor bikarin bersivê bidin:

Li Kurdistanê jî gelek gir hene ku tên gotin ne xwedayî ne lê çêkirî ne û heta hinekan digot ku gor in. Nizanim çiqasî ev rast e. Her wiha gelo di navbera van şêwaza veşartina gelê Yamnayê de û van girên Kurdistanê de heye yan na?

Gelo pêşiyên kurdan çawa çêbûne û têkiliyên wan bi van re çawa ne? 

Di lêkolînê de min fêm nekir bê hîtît çawa gihîştine Anatloyayê yan jî çawa DNA'ya Yamnayê tune. 

Belkî rojekê li Kurdistaneke azad em bikarin li bersiva van pirsyaran jî bigerin û wan peyda bikin.

Nîşe 1: Lêkolîn di 5'ê Sibatê/Reşemiyê de hatiye weşandin. 
Nîşe 2: Ez ne pisporê genetîk-DNA, arkeolojî û etnolojiyê me, lewra kêmasî yan şaşî hebin, ew ê baş be ku hinekî pispor bikaribin hinek şiroveyan bikin û her wiha li gorî qadên xwe tiştekî li vê zêde bikin
Nîşe 3: Hinek navên erdnîgarî û veguhestina wan bo kurdî dijwar bûn ji ber ku ez baş wê herêmê jî nizanim

 

 

***

Nivîsên Dilyar Amûdî yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Çiqolata û Qomisyon û hinek peyvên din: Kîjan rast e?

- Kurdistan serbixwe be dê bihuşt be?

- Gelo mirov dikare bêriya kesekî bike ku ew nedîtiye?

- Kurdiya baş çawa ye?

- Çîroka kurdeke bi navê Mana; Zimanê muşterek û ortak dil 

- Kîjan rast e; berî 10 salan yan 10 sal berê?

- Tiştê çû, yan tiştê bê wê girantir be?

- Devoka te têra me nake; hevfêmkirin û hevnasîn ji te re lazim e

- 'Guhê dîwaran hene' û 'dibe te bişînin mala xaltîka te'

- Em û ew; asgarî ucret û serxwebûn

- Kurdên Ewropayê; me xwe çiqasî winda kiriye?

- Tu û paşnavê xwe çiqasî girêdayî hev in?

- Maçîkirina lêvan ji ku derket?
- Tirkî dikare bi kurdî loma ‘em ders dixebitin’
- Kurd, korona û makarna, ligel pivazan
- Putin gotiye ez ê mala bavê Tirkiyê bişewitînim!

 

 

 

************

  HESABÊN DIYARNAMEYÊ:
PODCAST: podcasters.spotify.com/pod/show/diyarname
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
INSTAGRAM: instagram.com/diyarname1
BLUESKY: 
www.bsky.app/diyarname

   MAIL: diyarname@diyarname.com

Parve Bike

Youtube Me

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 10 06 2026

Derfetên bo zêdetir fêrbûna li ser edebiyata kurdî

news
  • 08 06 2026

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

news
  • 06 06 2026

Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?

news
  • 02 06 2026

QEREÇÎ; Aşiq-Roman-Çingene

news
  • 01 06 2026

Muzîk, Hişê Çêkirî û Kurdî: Li ser van mijaran çend gale gal

news
  • 30 05 2026

Çûyîna Bavo ya Hecê!

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Romana Omer Dilsoz “4 Kotra 4Çela” derket

ad

Peymana aştiyê îmze kirin, FARC dibe partiya siyayî û dikeve meclisê

ad

Atalay ji bo berendamtî berê xwe da Batmanê

ad

Ji bo qursên kurdî dema serîlêdanê ye

ad

Şikefta Qeşayê ya Bazîdê

ad

Karsaz Ferda Cemiloglu mir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Derfetên bo zêdetir fêrbûna li ser edebiyata kurdî

  • 10 06 2026
news

‘Komek Arîşe û Hêviya Zimanekî Yekbûyî` hat îmzekirin

  • 09 06 2026
news

Xelata Hemingway dan nivîskar Burhan Sonmez

  • 10 06 2026
news

Roj bi roj maçên Kûpaya Cîhanê (temamê lîsteyê)

  • 10 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname