Diyarname
Yek bakurî lê li Rojava, yek jî li başûrî du nivîskarên kurd wefat kirin.
Osman Akdag li Rojava wefat kir
Nivîskar û siyasetmedarê kurd Osman Akdag li Dêrika Hemko ji ber vîrusa koronayê wefat kir.
Osman Akdag ku navê Laleş Wezrînî di pirtûkên xwe de bikar dianî di sala 1949'an de li gundê Difnê yê Heskîfa Batmanê hatiye dinê. Di dema derbeya 1980'yî de hatiye girtin. Di 40 salên xwe yên tîkoşîna siyasî de 17 salan girtî maye. Akdag herî dawî di sala 2011'an de biryar da ku vegere ser warê xwe û ji Stenbolê bar kir çû Batmanê. Lê ji ber "Dozên KCK'ê yên Stenbolê" 4 doz derbarê wî de hatibûn vekirin. Li ser vê yekê mecbûr ma here Rojava. Akdag ev 10 meh bûn li Dêrika Hemko bû û rojên dawî bi vîrusa koronayê ket, lê nekarîn rizgar bikin. Akdagê ku heta niha di nav DTP û DBP'ê jî cih girtibû û di heman demê de endamê Meclisa Daîmî ya KCD'ê (Kongreya Civaka Demokratîk) bû, roja 30.10.2020'an wefat kir. Heta niha du jê helbest, yek jî roman sê pirtûkên wî derketibûn.
Necmeddîn Kerîm li DYA'yê wefat kir
Waliyê berê yê Kerkûkê siyasetmedar Necmeddîn Kerîm 30'yê mehê wefat kir.
Necmeddîn Kerîm di sala 1949'an de li Kerkûkê hatiye dinê. Wî Zanîngeha Misûlê û li DYA'yê jî Zanîngeha George Washingtonê xwendibû. Kerîm ku demek dirêj di nav YNK'ê de têkoşîn dabû di navbera salên 2011-2017'an Waliyê Kerkûkê bû. Kerîm ku ev demek bû li DYA'yê dihat dermankirin êvara 30'yê mehê wefat kir. Cenazeyê Kerîm dê li Hewlêrê bê definkirin lê wesiyet kiriye ku rojek Kerkûk bê azad kirin cezayê wî bibin wir. Hevserokên HDP'ê daxuyanî weşand Li aliyê din Hevserokên HDP'ê Mithat Sincar û Pervin Buldan li ser wefata Kerîmî daxuyaniyeke sersaxiyê weşandin.