Prof.Dr. İlhan KIZILHAN
Bavê Şêx li Lalişê li meclisê rûniştî ye. Em bi 30 keçên êzîdî ku ji destê DAIŞ'ê rizgar bûnê dikevin nav meclisê û silav li Bavê Şêx dikin. Bavê Şêx rabû ser xwe û wexta ew keç dîtin, dilgrî bû û bangî min kir “were li gel min rûnê, ka em çi bikin?”, destê min girt û berneda.
Her keçek hat gel wî. Wî jî, silav kir û eniya wan maçî kir, destê xwe danî li ser serê wan, wekî hemû zarokên ber dilê wî bin û dia kir. Diayên alîkarî, însanî, bê nefret û hêrs. “Hûn şaneziya hemû êzîdiyan e, hûn helal in ji her kesî zêdetir, hûn bi xêr hatin nav miletê xwe, keçên min! Xwedê bi we re be, Tawisê Melek li pişta we be….” Hemû keç giriyan, meclis ket nav hêstiran wekî rûbarek, hinek ji hiş ketin erdê û hev hembez kirin.
Tiştek ji destê Bavê Şêx nedihat ku êzidiyan ji ber vê karesata 2014'an biparêze. Heta ev û cenabê Mesûd Berzanî ligel hev rûniştin û her du serok wekî zarokan li ser hev de giriyan, hêstir barandin. Bê çare bûn! Lê mirov bûn, dilşikestî, neçar bûn dijî fermana êzîdiyan.
Ev bû Bavê Şêx!
Piştî 25 salan reberê ruhanî yê êzîdiyan, şêxê mezin çû ser dilovaniya xwe. Valahiyeke mezin li pişt xwe hişt. Bi jiyana xwe, bi karîzma û şexsiyeta xwe hem li nav miletê xwe û dinyayê bi bandor bû. Lihevhatin dixwest da ku rojekê miletê wî jî wekî her miletekî azad be û bi çand û ola xwe bijî. Ev ne xwestineke mezin bû, lê li Rojhilata Navîn ev xwestineke mezin e, xwestineke ku êzîdî zêdeyî 1400 salan dixwazin, bê encam û herdem ferman li ser fermanan dijîn, heta îro.
Bi mirina Bavê Şêx demeke nû, ya nediyar ji bo êzîdiyan dest pê dike. Paşeroja êzîdiyan ne diyar e. Di roja mirina Bavê Şêx de hê jî êzîdî bê mal û war in, di nav konan de, bê hêvî ne, nizanin sibê heye an tune ye. Mixabin, bi mirina Bavê Şêx re ev jenosîda dijî êzîdiyan ku ji kokê ve hejand, dîsa nû bû û her tişt anî ber çavên me.
Êzîdî çiqas bixwazin jî, ev êdî nabin wekî berî fermana 2014'an. Ev travma, ev bûyer jiyana wan ser û ber kir. Ev bûye birîneke reş û xedar, birîneke derûnî ya herdem, her roj, her kat li ber çavên mirov wekî filmekî derbas dibe. Ev bûyer di nav mejûyê mirov de bi cih bûye û tu carî jî winda nabe.
Ji ber ku vê jenosîdê xwest mirovatiyê bi xwe bikuje. Yê ku hinekî di vê dema zehmet û tarî de hêvî dida êzîdiyan, Bavê Şêx bû, lê ev jî çû, çû, çû û nema vedigere.
Lê dîsa jî, Bavê Şêx mîraseke mezin, ya teolojî, ramanî, humanîstî ji bo miletê xwe hiştiye, ku divê êzîdî lê xwedî derkevin. Bavê Şêx her dem tifaq, lihevhatin, merhametî, mirovatî û bextewarî dixwest.
Mirina Bavê Şêx gelek ferq û bi wate ye. Îro şîn e, lê sibê dê bibe hêviyeke bi şahî û ronî ji bo siberojeke aştî û azadî. Bila ev şîn bibe sedemên şirovekirin û ne-jibîrkirinê.
Roja koça dawî ya Bavê Şêx, 1'ê cotmehê/kewçêrê, bila bibe roja bîranîn û bibe îlham ji bo nasîna paşerojê û bibe derfetek ji bo dermankirina wan birînên salên dawî.
Lewra jî ev mirin çiqas bi êş û tadeyî be jî, divê Bavê Şêx neyê ji bîrkirin, nifş bi nifş.
Bavê Şêx êdî bû stêrkek li gerdûna bê dawî.
Êzîdî divê di nav wî agir û dojehê de destê xwe ji jiyanê qet qut nekin. Divê bijîn! Ev jî mîrasa Bavê Şêx, serokê rûhanî yê êzîdiyan e.
Her dilê Bavê Şêx şad û bextewar, di nav nûr de be û giyanê wî herdem li gel me be.
Ji Nûpelê hatiye girtin


