Diyarname
Di Dora 4'an a Kûpaya Tirkiyeyê de maça dawî di navbera Gaziantep û Batman Petrolsporê de bû. Di maça ku li Entabê hat lîstin de Gaziantep FK'yê bi 1-0 maç bi dest xist û derbasî Dora 5'an bû.
Di maça ku tîma Gaziantepê serketî bû de, di deqîqeya 47'an de tîmê penaltî bi dest xist, lê lîstikvanê Entabê Halil Dervişoglu gog li dîrekê xist, nekarî golê biavêje.
Heta deqîqeya 90'î maç 0-0 bû, di deqîqeya 92'yan de Kenan Kodro li ser navê Entabê gol avêt û maç bi vî awayî bi dawî bû.
Di vê Dora 4'an de ev tîm bi ser ketin û derbasî Dora 5'an bûn.
- Muş 1984
- Amed
- Van BB
- Gaziantep
- Karacabey Belediye
- Antalya
- Adana Demir
- Yeni Ordu
- Alanya
- İskenderun
- Çorlu 1947
- Buca 1928
- Kirklaemi
- Gençlerbirligi
- 24 Erzincan
- Etimesgut
- Karagümrük
- Erzurum
- İstanbul
- 1461 Trabzon
- Keçiorengucu
- Menemen Belediye
- Ankaragücü
- Konya
- Ümraniye
- Kastamonu 1966
- Erok
- Hatay
- Rize
Ji bo Dora 5'an 6'ê mehê dê pişke bê kişandin. 29 tîmên di Dora 4'an de bi ser ketine, ligel van 9 tîmên din ên lîgên Super Dê beşdar bibin. Ji bo 38 tîman dê pişke bê kişandin. Di Dora 5'an de tîmên bi ser bikevin dê derbasî Maçên Koman bibin.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Xeberek xweş: Vanê zora Bursayê bir
- Amedspor di kûpayê de bi ser ket
- Mûşsporê tîma Îdirê şand mal
- Kûpa: Reqîbên Amed, Batman, Vanspor û tîmên din ên kurdan diyar bûn
- Batman Petrol li Edîrneyê bi ser ket
- Mûş û Elezîz bi ser ketin, Agirî, Ş.Urfa û Viranşehir têk çûn
- Mardînê li Enqereyê winda kir
- Dora 3'yan: Reqîbên tîmên bajarên kurdan diyar bûn
- Diyarbekirspor ji sehayê vekişiya, maç betal bû


