Amed
Mîtînga bi pêşengiya Egîtîm-Sena Amedê û Navenda Giştî ya Kurdî-derê bi navê "Zimanê me rûmeta ye li rûmeta xwe xwedî derkevin" bi beşdariya bi hezaran kesî li Amedê li dar ket.
Di mîtîngê de Serokê Egîtîm-Sena Amedê Kasim Bîrtek axivî, diyar kir ku kurd dixwazin ji dibistanên seretayî heta zanîngehê bi zimanê dayika xwe perwerdehiyê bibînin.
Di mîtîngê de bi kirmanckî û kurmanci pankarta "ziman beden e li bedena xwe xwedî derkevin" daliqandin.
Bi hezaran kesî diruşmên wekî "Be ziman jiyan nabe" û "Em perwerdahiya zimanê zikmakî dixwazin" berz kirin.
Endamê Meclisa Daîmî yê KCD'ê Osman Ozçelik, Mebûsê BDP'ê yê Bedlîsê Husamettin Zenderlioglu, Endamê Lijneya Rêveberî ya Navendî yê Egîtîm-Senê Abdullah Karahan, Serokê Giştî yê KURDÎ-DER'ê Sebahattin Gultekin, Hevsenoma BDP'a Amedê Zubeyde Zumrut, Mamoste Medya ya ku di biçûkatiya xwe de ders dida zarokan û bi hezaran kesên din di mîtîngê de amade bûn.