NAVENDA NÛÇEYAN
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) diyar kir ku ew amade ye yekîneyên leşkerî yên pispor ku xwedî tecrube ne bişînin başûrê Kurdistanê û bi hev re herêmên Başûr ji êrîşkaran biparêzin. YPG'ê destnîşan kir ku ew bi gelê başûrê kurdistanê û pêşmergeyan re li hemberî çeteyên radîkal di yek mewziyê de ne û da zanîn ku êrîşa li dijî başûrê Kurdistanê li dijî tevahî gelê Kurdistanê ye.
Derbarê êrîş û teqînên ku li başûrê Kurdistanê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve pêk tên de, Fermandariya Giştî ya YPG'ê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê hate destnîşankirin ku êrîşa li dijî başûrê Kurdistanê li dijî hemû kurdan e û wiha hate gotin: "Di encama êrîşên hovane û 'terorîst' ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve li dijî navendên YNK'ê li Xaneqîn, Celwela û Tuz Xurmato pêk hatin de, bi dehan welatiyên me li başûrê Kurdistanê şehîd ketin û gelek jî birîndar bûn. Her wiha komkujiyên hêzên tarî li dijî welatiyên Sivîl li parêzgeha Mûsilê û koçberkirina welatiyan, ev yek êrîşa li dijî hemû gelê kurd e. Ev êrîş destkeftiyên gelê kurd ku bi xwîna xwe bi dest xwe xistine, hedef digire.”
Tecrubeya me di berxwedanê de heye
Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku çeteyên DAIŞ’ê ev bêtirî salekê ne bi hevkariya hêzên tarî êrîşan li dijî gelê kurd pêk tînin û wiha hate gotin: “Em wekî YPG’ê ev sal û nîvek e li hemberî êrîşên komên radîkal ên tundiraw ber xwe didin. Me gelek caran ji hemû aliyan re diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşan li dijî gelê kurd pilan dikin û armanca wan tunekirina gelê kurd e. Di berxwedana me li hemberî van çeteyan de, me gelek tecrube girtin û şervanên me bi xwîna xwe efsaneyên dîrokî nivîsandin.”
Em di heman mewziyê de ne
Di daxuyaniya YPG’ê de hate diyar kirin ku ew amade ne piştgiriya xwe bidin Başûrê Kurdistanê û wiha domand: “Hêzên YPG’ê di dema êşa gelê başûrê Kurdistanê parve dikin û sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re dixwazin û derbasbûyînê ji birîndaran re dixwazin. Em îlan dikin ku em li rex gelê xwe li başrê Kurdistanê û hêzên pêşmergeyan li hemberî êrîşên çeteyan di heman mewziyê de ne. Em amadebûna xwe bi temamî ji bo piştgriya Başûr îlan dikin û em amade ne pisporên leşkerî bişînin Başûr ji bo ku alîkariyê bidin gel.”
Yekgirtina xwe bihêz bikin
Di dawiya daxuyaniya Fermandariya Yekîneyên Parastin Gel de wiha hate bidawîkirin: “Em bang li hemû gelê kurd dikin ku yekîtiya xwe xurt bikin û yekgirtina xwe bi hêztir bikin û di vê dema hebûn û nebûnê de ji berjewendiyên partiyane dûr bikevin û bi hev re berxwedana li hemberî dijminê gelê kurd bidin meşandin.”
ANHA