Diyarname
Li navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê, ji bo derxistina dîroka 2 hezar salî ya Keleha Rebetê, dest bi xebatên kolandinê yên şûnwarnasiyê kirin. Yekîneyên kolandinê ji ber tunebûna rêya wesayîtan, her roj bi meşeke saet û nîvekê xwe dimeşin û xwe digihînin kelehê.
Li Keleha Rebetê ya ku li gundê Rebetê ya Dêrika Çiyayê Mazî ye, dest bi xebatên kolandinê hate kirin. Ev keleha ku li ser xaleke stratejîk û asê hatiye avakirin, şopa gelek şaristaniyên mezin dihewîne.
Rêya zehmet a ber bi dîrokê ve
Ji ber ku keleh li ser girekî asê ye û rêya wesayîtan nîn e, pispor û xebatkar her sibe di rêyeke zehmet de dimeşin. Piştî meşa saet û nîvekê, digihîjin qada xebatê û hewl didin mîrateya di bin axê de ronahî bikin û derxin ser rûyê erdê.
Ji serdema Helenîstîk heta Artûkiyan
Serokê Yekîneya Kolandinê û Rêvebirê Muzexaneya Mêrdînê Îdrîs Akgul, li ser girîngiya kelehê agahiyên girîng parve kirin. Akgul diyar kir ku li gorî lêkolînên seramîkan, dîroka kelehê heta serdema Helenîstîk diçe û wiha got: “Ev keleh di serdemên Pars-Sasanî, Roma-Bîzans û heta dema Artûkiyan jî hatiye bikaranîn. Di hundir de xirbeyên koşkan, embarên zexîreyan û sarîncên avê hene ku hîn jî li ser piyan e.”
Taybetmendiyên avahîsaziya Keleha Rebetê
Keleha Rebetê bi mezinahî û mîmariya xwe ya taybet balê dikişîne. Keleh li ser girekî 150 metre bilind hatiye avakirin. Dirêjahiya bedena kelehê 1500 metre ye û bilindahiya wê 10 metre ye. Li ser bedenê 15 bircên bi bilindahiya 15 metreyan û 4 nêrîngeh hene. Keleh xwedî du deriyên sereke ne ku yek li rojhilat û yek jî li rojava ye.
Tê payîn ku bi bidestxistina encamên nû, Keleha Rebetê di demeke nêz de bibe yek ji cihên dîrokî û çandî.