___Dr. Roger Acun___
Serwet Ornek ji sîh salî zêdetir e li ser ziman, edebiyat û çanda kurdî dixwîne, dinîvîse û diponije. Xebatên wî yên bi salan êdî fêkiyên xwe didin û ew fêkî, li ser sifreya rewşenbîriya kurdî cihên xwe digirin. Kitêba Serwet Ornek a yekem bi navê “Ceribînek li ser Hewoksaziya Kurmancî” ji aliyê Weşanxaneya J&J’yê di sala 2017'an de hat weşandin. Ornek di vê xebatê de bi hûrgiliyeke akademîk li ser mijara sentaksa kurdî disekine, ji gelek deqên edebî, bi sedan hevokan tehlîl dike û li gorî dema xwe valahiyekê tijî dike.
Xebata Ornek ya duyemîn bi navê “Netewe û Neteweperwerî” dîsa ji heman weşanxaneyê di sala 2022'yan de derketiye. Ornek, di vê berhema xwe de têgehên netewe û neteweperweriyê bi kurmanciyeke xwerû û bi perspektîfeke panoramîk vedikole. Nivîskar, mijareke berfireh wekî netewperweriyê; bi analîzên civakî, siyasî, antropolojîk û aborî yên ramanweran bênder dike û hewl dide ku em bigihîjin puxteya çavkaniyên teorîk ên derheqê vê meseleyê de hatine nivîsîn.
“Kewar”a Serwet Ornek ku berhema wî ya sêyem e, vexwendina xwarina hinguvê wêjeya kurdî ya sedan sala ye. Ev hinguv, di binê şikeftên quntarên çiyayên gotinê de li benda berbanga ronahiyê şêrîntir bûye. Mêşhingivên “Kewar”a Ornek, ji çendîn kulîlkên biharên rengîn ên hest û ramanên bêhnxweş, tovên jiyanê berhev kirine. Pariyek vî hinguvê xweştem, li ser kenê bi tinaz ê zarokekî ye ku çîroka wî dîroka miletekî bindest e. Wêneyek, dibe eynika serdemeke tîjî kul û keser. Kêliyek nêrîneke bi tinaz, dibe şerîda fîlmekî şahane ku dê her mayinde be. Felsefeya kenê zarokekî, dibe analîza kenê mirovahiyeke di nava pêlên stemkariyê de têkçûyî.
Gezek hingivê vê “Kewar”ê, bi destê me digire û me dibe li daristana hişê rêberekî li ber sêdarê digerîne. Dilê me, rondikên axînê dibarîne li pey heyfa giwîzên ku ji ser qubeya azadiyê digindirin. Tîbûneke xedar li me dixezibe û bixuşkek dikeve ber şimika dilê me. Sê gavên bêr sêdarê, dibe mixabiniya evîn û têkoşîna rêberekî dê her hebe. Ornek, me dixe dewleke tekûz û bi xwe re dadixe binê bîra Jan Dost. Pênûsa Serwet Ornek, wekî ku naxwaze em ji lezzeta zimanê Jan Dost têr bibin, tevna “Mîrname”yê li ber me radixe, lehengên romanê tehlîl dike û kul û keserên Xanî, berceste dike.
Dîrok, tevlî hemû rastî û derewên xwe balê dikêşe. Carinan dibe qendîlek ku agirê wê digihîje heta roja me û rêya me ronî dike. Carinan jî dibe hefsarek û heta hetayî li dest û lingên me digere. Ornek, berê mêşhinguvên “Kewar”a xwe dide dîroka kambax û pey têkiliyên dîrok û romanê dikeve, Peyamên di binê kozeriya dîrokê de nixumandî li ber çavan radixe.
“Kewar”a Ornek, “tirseke bêdiran” jî dihewîne. Ornek, derûniya tirsê bi derziya pirsê vedikole da ku em bablîsokên binehişê Helîm Yûsiv bibînin û li tirsên ku me episandine şikeftên mejiyê xwe haydar bibin. Tirsên ku ji zarokatiyê heya mirinê wekî şûrê Demokles li ser giyanê me her dihejin û nahêlin kêlîyekê aramî bibe para me, bûye zikêşa pênûsa mamoste. Herwiha Or nak, romana Helîm Yûsiv a bi navê “Gava ku Masî Tî Dibin” jî di peywenda peyamên nixumandî dinirxîne û pey esrara tîbûna masiyekî dikeve. Gelo masiyek çima tî dibe?
Ornek, têkilîya huner, hunermed û siyasetê jî bi awayekî zelal dinirxîne. Huner ku aliyê însan yê herî dilzîz e, bi mîmesîsê ango teqlîdê dest pê dike. Mirov, deng û rengê xwezayê li ser tûalê resim dike, li ser kaxizê dike helbest, bargiraniya kevirekî diavêje û ji hundirê wî peykerekî resen derdixe, li ser têlên amûrekê pinpinîkên notayan difirîne. Di vî karê afirîner de motîvasyoneke kûr heye ku ew bi xwe li hember mirinê serhildanek e.
Ornek, li ser zimanê devkî û nivîskî jî disekine û ciyawaziya her du zimanan bi hûrgilî dinirxîne lewra ew, xemxurê folklora kurdî ye ku gotinên bav û pîran ji “Kewar”a wî tu carî kêm nabin û ev gotinên zimanê devkî, di navbera do û îro de pireke zêrîn ava dikin û guliyên zimanê nivîskî dihûnin. Serwet Ornek, xewnên dem û dewranên zêrîn û kul û keserên jiyanê di satila hişê xwe de dimeyîne û bi meşka wêjeyê dikêle da ku li ser sifreya zimanê dayikê, rûnê nivîşkê gotinên kurdî bi hinguvê “Kewar”a xwe pêşkêşî me bike.


