___Ûrfan Kenî___
MESELEYA TAŞTÊYA ÎNGILÎZAN
Hûn jî dizanin ku taştêya îngilîzan pir navdar e. Dibêjin “English Breakfast”. Dema ez çûm Londonê ji bo hînbûna zimanê îngilîzî wekî xwendekarekî (bîst û sê sal berê bû) min pir dixwest ku ez ê rojekê herim û bi dilê xwe taştêya wan a bi nav û deng bixwim. Ew wekî xeyaleke min a mezin bû… Bi rastî ez pir ji taştê hez dikim. Hema bêje bê taştê ez qet dernakevim derve. Taştê ji bo min rîtûeleke pir girîng e. Pir kêfxweş û bextewar dibim.
Jixwe şaîr çi gotiye: “Taştê bi bextewariyê ve girêdayî ye.”
Lê belê dema ez hîn çûbûm wî welatî, îngilîziya min xirab bû. Min cesaret nedikir ku ez biçim li cîhekî kevneşopî rûnim û taştêya wan a gerdîşî bistînim. Min dixwest ku ew cîhê ku ez herim divê cîhekî kevneşopî be û taştêya wan ji sedî sed îngilîzî be. Yanî orîjînal be.
Di navberê de çar pênc meh derbas bûn û hedî hedî min baweriya xwe bi ziman anî û min got, "Ez êdî dikarim herim salonekî taştê û sîparîşeke bidim." Min tirsa xwe ji ser xwe avêtibû.
Rojekê ez bê taştê ji malê derketim. Bernameya min wisa bû: Ez ê pêşî biçûma taxekê û min ê li wir taştêyeke orîjinal bixwara û dûre jî ez ê biçûma min ê gora Karl Marks ziyaret bikira. Herdu semt jî nêzîkî hev bûn.
Taxa ku ez çûm, li wir gelek salonên taştêyan hebûn. Li ser gelekan jî wiha hatibû nivîsîn: “Full English Breakfast”. Ez pir birçî bûm û pir jî bi kelecan bûm. Hîn jî min digot, "Gelo ez dikarim bi zimanê îngilîzî sîparîşek bidim. Ez xwe nehetikînim!" Min got, "Welleh çi dibe bila bibe" û ez ketim hundirê salonek ku bi min xweş dixuya. Li ser salonê jî ev nivîs hebû:
“100% Full English Breakfast”.
Ez bi tirs li quncikekê rûniştim. Min li menûyê mêze kir. Di tebeqên taştê de tu çi bêjî hebû: Pastirme, sosîs, hêk, kifkarik, firengî, lobî, pudinga reş, nanê sorkirî û çay. Ez êdî pir ber bixeyala xwe ya bi salan hatibûm. Min gazî garson kir û bi dengekî pir nizm min got: “A full English breakfast, please”.
Garson ji ba min çû û hîn pir ji min dûr jî neketibû min dengekî bi tirkî bihîst. Min got, "Hela hela ev çi ye? Ma ez nehatim cîhekî îngilîzî?" Dûre min got, "Belkî garsona wan tirk e ji bo wê min ew dengê tirkî bihîst." Çend xulek şûnde îjar dengekî bi kurmancî hat guhê min. Ez mat mam. Min dît ku waye di navbera xwe de bi kurdî diaxivin. Ji aliyekî de ez rehet bûm û di aliyê din de ez pir qariyam. Ez rehet bûm lewra êdî tirsa min a ziman nema. Ez pir qariyam lewra ew xeyala min a bi salan ku ez ê rojekê taştêya îngilîzan a orîjînal bixwim, parçe parçe bûbû.
Dema garson tebaqa min anî, min jê pirsî ka hûn ji ku derê ne. Ji min re got, "Em kurdên Mereşê ne."
Ez keniyam. Min got, "Welleh we xeyala min a bi salan wêran kir."
Got, "Çima?"
Min xeyala xwe jê re got û min got ku eger min bizaniba ew ne cîhekî îngilîzîyan e ez qet tu cara nediketim hundir û min li vir taştêya wan nedixwar. Ji min re got:
- “Abê, mereq neke em ji wan baştir taştêya wan çêdikin.”
MESELEYA ŞINÎTZELÊ
Dema em behsa mitfaxa Avûstûryayê dikin, ya ewil ku tê bîra mirov bêguman şnîtzel e. Par wan çaxan ez çûm Viyanayê. Min serê salê li Viyanayê derbas kir. Gereke pir xweşik bû. Dema mirov diçe Viyanayê bê xwarina şnîtzelê nabe. Teqez ewê were xwarin. Min jî wisa kir.
Em serê sibê ji mal derketibûn û heta dana evarê em gelek geriyabûn. Em pir westiyabûn û êdî hal di me de nema bû. Em pir jî pirçî bûbûn. Min got, “Gere em îro miheqeq şnîtzelê bixwin” û em li cîhekî otantîk geriyan. Dawiya dawî me lokantekî kevneşopî dît û em ketin hûndir. Di wê cîhê de tenê şnîtzel dihat firotin. Maseyên wan jî ji textan bûn. Her tişt xuya dikir ku ev cîhekî orîjînal e û sedî bi sedî xwediyê wî jî dibê niştecih be.
Me sparîşa xwe bi zimanê îngilizî da û şnitzelên me hatin. Lê çend deqîqe şûn de min hinek peyvên nasyar bihîstin. Min got, “Hela hela ma ez xewnê dibînim.” Hinek peyvên kurdî hinek peyvên tirkî bûn. Dûre em hîn bûn ku xwediyê wî cîhê jî kurdekî ye.
MESELEYA AHTAPOTÊ
Ahtapot jî xwarina herî navdar ya Galisyayê ye. Bi rastî xwarina wan a neteweyî ye. Ji ahtapotê re bi galisyanî dibêjin “polbo” û bi spanyolî dibêjin “pulpo”. Navê xwarinê jî bi galîsyanî “polbo â feira” û bi îspanyolî “pulpo a la gallega” ye.
Dema cara yekem ez ji Stenbolê çûm Galisyayê (ku ew jî 22 sal berê bû), cara yekem ew nanê min li wî welatê xwar ahtapot bû. Min heta wê demê qet ahtapot nexwaribû. Min pir jê hez kir. Dure çiqas ez çûm Galîsyayê, min her tim berî her tiştî ahtapot xwariye. Ev bûye rîtuelekî min û min heta niha jî qet xwe şaş nekiriye. Hema bêjim di xewna xwe de jî.
Do êvarê min xewnek dît. Di xewna xwe de ez dîsa çûm Galîsyayê. Lê vê carê wekî parêzerekî. Danişînekî min hebû. Ez û hevalên min Diego ku ew jî parêzer e û bi xwe jî ji Galîsyayê ye, em bi hev re çûn. Ew jî ji Madridê hatibû. Em çûn bajarekî Galîsyayê. Em hinek zû çûbûn. Ji bo vê em hinek li bajêr geriyan. Lê tiştên xerîb dihat guhê min. Te digot qey gelek kes bi kurdî diaxivin. Ji gelek der û doran dengê kurdî dihat. Min got qey ez xwe dibînim. Dûrê em çûn dadgehê. Lê danişîna me mabû piştî nîvroyê. Hevalên min karekî wî hebû çû û ez jî êdî birçî bûbûm, min got, "Ez herim navrojê bixwim."
Ez derketim derve û li der û dora xwe min mêze kir ji bo ku cîhekî kevneşopî bibînim û ez li wir ahtapotê bixwim. Li kêleka dadgehê seyrangehekî hebû. Ez çûm wê derê. Min dît panayîrekî xwarina ahtepotan heye. Ez pir kêfxweş bûm. Panayîrekî wekî zemanên berê… Li gelek cîhan li ser agirê gûrsîtil û qazan hebûn û tê de ahtapot dihat kelandin. Her tişt li gor edet û isûlên wan ên kevn bû. Gelek kes jî hebûn. Pir qelebalix bû.
Min ji xwe re maseyeke ji text li goşekî nêzîkî wan ên ku ahtapot dikelandin dît û ez li ber wê rûniştim. Garson hat û min sîparîşa porsiyonekî ahtapot da. Hîn ji ba min pir dûr neçûbû min dît wa ye bi kurmancî diaxive. Ez mat mabûm.
Min got, "Ma hûn jî kurd in?"
Gotin, "Erê." Bi bersiva wan ez ji xew qiliyam. Wekî meriv ji xewneke bi tirs şiyar bibe. Heta ez tew di nav xwêdanê de şil bûbûm.
Weleh ev kurd gelek xeterdar in. Talûke ne. Ewên rojekî hemû nan û xwarinên miletan bikin bin destên xwe.
Xwedê dinyayê ji wan biparêze!
**
Nivîsên Ûrfan Kenî yên ku berê di Diyarnameyê de hatiye weşandin:
- MARBIRÎN