___ Ayşegul KIZILKAYA___
Di jiyana mirov de hin pirtûk hene ku bandoreke bi taybet, li hîs û hişê mirov dikin û fikrên ku di mêjiyê mirov de form girtine, bêtir kûr dikin. Cara ewil ku min pirtûka Jean Paul Sartre xwend, pirtûka wî jî bandorek wîsa li min kiribû. Wekî ku em çawa pengizîne vê jiyanê, pirtûka Sartre “Dilhevketin” jî nizanim çawa, bi çi awayî, bi dest min ket, dîtina ku min dît, pirtûk hema di dest min de ye û ez di nava atmosfêra pirtûkê de dijîm. Ji wan rojên dijwar ku ê di bîra min de ma ye, pirtûka Sartre û bandora wê ku li ser min e... Bi xwendina vê pirtûkê re, ez zêde û zêde bi hebûna xwe hisiyabûm.
Piştî pirtûka Sartre demêk şûn de min pirtûka Claûdîne Monteil “Evîndarên Azadiye” xwend. Pirtûk wekî biyografiyeke Jean Paul Sartre û Simone de Beauvoir û eşqa wan hûnandibû. Sartre û Beauvoir, qasî ku di çaxa xwe de evîneke azad jiyabûn mirov ku li ser difikirî, hevrebûna wan gorî vî çaxî jî bi pêwendiyeke azad ve pêk hatibû.
Niha, min pirtûka Dilawer Zeraq “Şador” xwend û qedand, lê hê jî Sartre û Beaûver di nav hişa min de digerin. Helbet her evîn di nava xwe de cihêreng e lê bi alî lêgerîna evîneke azad û hebûneke bi kirdebûn û azad ve “Şador” naveroka van pirtûkan tîne bîra min û di van rojan de eynî bandorê li min dike. Bandoreke ku mirov, kêlî bi kêlî, bi reftar, bi tevger, bi hiş û hîs hay hebûna xwe dibe...
Jean Paul Sartre di çaxa xwe de nûnertiya “Hebûnparêzî”yê kiribû. Simon de Beauver jî qasî ku li ser xêza hebûnparêziyê dimeşiya, wek rêbereke, “Femînîzma Hebûnparêzî ” jî diparast, fikr û jiyana xwe li ser vê rêberê didomand.
Tê zanîn ku mijara hebûnpareziya sereke, “hebûna kirdebûnê"ye. Em jî, ji bo nirxandina pirtûka Zeraq “Şador”ê dikarin bibêjin ku nivîskar; tevger, livîn û lêbatên ku di rihê lehengan de qewimîne, bi hest, bi raman, kêlî bi kêlî, bi “Rêbêra Hebûnpareziyê” ve vediguhêzîne xwendevan. Helbet ji bo nirxandina pirtûkê hebûnparêzî tenê têra me nake, em ê li "femînîzma hebûnparêziyê" jî feyz bigrin. Lê belê hêla “femînîzma hebûnparêziyê” ve em nikarin bibêjîn nivîskar her du leheng jî wekî kirde bi dest girtiye. Zeraq hebûna Rizgan li ser têkoşîna li hember nêrtiyê ava kiriye; li ser xêza vê tekoşînê û têkiliyê dixwaze ji Besnayê re hebûneke bihûne. Di pirtûkê de nakokî ev e ku em tenê hebûna Rizgar dixwînin. Ji ber ku mijara romanê, hebûna Rizgan e! Lê ev yek dibe ku bibe sedema hebûna Besnayê wekî takekesek bi serê xwe hebûnek nîn be, alîkarê hebûna Rizgan be?
Naxwe Rizgan ji bo ku ji nêrtiya xwe xilas be, çi dike? Li hember vê hewldanê, Besna çawa hebûna xwe didomîne, xwebûna Besnayê çawa diyar dibe? Besna jî, li ber mêyaniya xwe têdikoşe an jî bi mêyaniyê ve hebûna xwe diparêze? Hebûna xwe ber bi jineke azad ve diajo an jî ber bi bagera hebûna Rizgan dikeve ku wekî Simon de Beaûver gotiye, “Jin nawelidin, jin tên çêkirin” ew jî dibe “jin”?
Em ê jî naveroka pirtûkê û hebûna Rizgan û Besnayê, bi vî awayî, karekterên lehengan li ser vê şopê binirxînin.
Lê di pêşiyê de Şador tê çi wateyê em wê zelal bikin; bi qewlê Zeraq navê pirtûkê, “Şador, navê yek ji wan avên mezin e li Farqînê. Avên din, yek jê her kes pê dizane, strana wê jî heye, wekî nav; Kaniya Mezin e û a din jî Kaniya Navîn e) Digel vê yekê, Şador, navê aşekî û navê texmeke (semt) li Farqînê ye ku li dora keleh û birca Zembîlfiroşê digere. Û ya herî hîmî û girîng; Şador, bîreke (hafizeyeke) neteweyî, çandî û dîrokî ya Farqînê ye.”
Piştî me wateya Şadorê seh kir em dikarin bibêjin ku nivîskar, bi eşkere dixwaze balê bikêşe, li ser diyardeyên “mêranî, nêrtî, jinitî û mêyaniyê” ku ew mijar, fambarî, feraset û wêrekiyê dixwaze. Bi rastî nivîskar jî, di nav rûpelan de têra xwe wêrek û bi feraset tevgeriya ye.
Ji hêla ziman ve di pirtûkê de rengê nêrtî û mêyanî çawa diyar dibe? Em bersiva vê pirsê bihêlin paşê û aliyek din ve dest pê bikin. Em dibînin ku bi hevokên avakirî ve, bi peyvên bikaranîn ve, li holê ye ku nivîskar bi ziman dilîze an jî ziman hişê nivîskar bi rê ve dibe. Nivîskar peyvên ku kokên wan, şaxên wan bi kurdî ne, gihandine hev û peyvên bi wate lihevanîne. Em wekî xwendevanek jî seh dikin ku ew veçirandin û lihevanîn, gihîştine rihê ziman, famkirina newa û hişê ziman e.
Nivîskar pirtûk li ser du beşan afirandiye; Beşa “Aheng”e û beşa “Teşegirtin" ê. Di her du beşan de jî Besna heyranê Rizgane û bi her awayî vê heyraniyê eşkere dike. Rast e, eşq mirov dike rewşa serxweşan. Ma ew qas bi heyranî behsa Rizgan kirin zêde nîn e? Ka Besna ji ku derê ye, ji xeynî Rizgan, Besna jî heye, Besna kî ye?
Helbet nivîskar, bi hêla dirust ve bi mijarê girtiye. Yanê berpirsyariya mêyaniya Besnayê, Rizgan nîn e ku lêpirsîna azadiya jinê jî bike û vebikole. Rizgan berpirsyarê ê mêraniya xwe ye û ew mêranî ev e ku; ji nêrtiyê bi taybetî jî nêrtiya bindestê mêtingeriyê lêpirsîn û lêkolîn kirin û ji wan xilasbûn e.
Berpirsyara azadbûna jinê, Besna bixwe ye û gerek berpirsyariya xwe, bixwe cî bîne. Lê belê idîaya nivîskar, di nav rûpelan de, li ser rêzikan de eşkereye ku sedema hewla Rizgan, xwestina wî ji nêrtiyê xilas bûn; lêgerina azadiye ye, evîneke azad û wateya jiyanê ye. Lê mirov hebûneke azad neşê bi tena serê xwe ava bike. Mirov encax bi têkiliyên xwe ên derdora xwe ve dikare xwe çê bike.
Ji ber vê yekê divê Besna jî hebûna xwe ava bike, hay ji xwe be û hay hay ji xwebûna xwe be. Lê Besna, ne li ser haybûna xwe, ne jî li ser hebûna xwe rawestiyaye. Besna ji hebûna xwe zêdetir pey hebûna Rizgan ketiye.
Besna di vegotina Ahengê de ji xwe zêdetir behsa Rizgan dike. Di vê beşê de em dibînin, Rizgan ku ew qas hezkiriyê azadbûnê ye jî, jina ku dil ketiyê, jina ku bi rihê xwe pê ve girêdaye, ew jin bi riheke azad tevnagere û pasîf e. Halbûkî ji bo evîneke azad madem ku Rizgan bi xwaz û lêgerîn hewl dide wê gavê gerek bi têkiliyên derdora xwe ve jî azad be. Lê belê handîkapa Rizgan ev e ku; di pêwendiyên xwe de li hember mêranî ye û nêrtî ye, jinitî û mêyanî pasîf ma ye. Nûnera mêyaniyê li vir Besna ye ku çav, guh û dilê Besnayê her bi Rizgan ve ye. Rizgan, gorî nêrîna jinekê bê nirxandin, bi dîtina Besnayê bê pênasê kirin jî Besna li vir wekî karektereke bendeyê Rizgan, tê pasîfîze kirin. Besna behsa xwe nake, behsa jinitî û mêyaniya xwe nake, em wekî xwîner jinîtî û mêyaniya Besnayê; Qasî ku Rizgan bi Besnayê dide hîsandin em jî pêdihesin û dixwînin.
“Her dema min pê re dibihurand, berê jiyana min bi aliyekî ve dikir. Aliyekî nenas bû ji bo min. Bo jinbûna min. Aliyek ku min bi hebûna wî dizanî lê bi hêla wî nedizanî.”
Helbet Besna wê bi bandora Rizgan ve, wê bi evîna xwe bihîse lê Besna hîs, hest û fikrên xwe, bi hişê “gelo Rizgan çi difikirî, çi dihîsî” ve vedikole û lêpirsînê dike. Di vir de her çi qas a ku derûniya Rizgan ji me re vedibêje Besnaye jî, Besna di vê vegotinê de, di vê pêywendiyê de kirde nîn e. Kirdebûna Besnayê bi însafa Rizgan ve ma ye. Yanê Rizgan hindî bi nêrtiya xwe ve mijûlê ku Besna jî çavderiya wî dike, ji ber vê yekê Rizgan hikim li Besnayê nake, xwe vedikêşe ku Besna wek kirde xwe bihîse û tevbigere. Li vir kirdêbûna Besnayê, bi lêpirsîna hinava xwe, bi serêşandina derûniya xwe, bi tekoşina xwe ve dernabe. Bi vekolîn û lêpirsîna Rizgan ku der heqê “nêrtiyê”ve dikê, der dide. Wê gavê em jî dikarin bibêjin ku petiya jinitiye nîn e, -ne ya mêyaniye- jinitî bi hebûna jinê ve tê çêkirin?
Nivîskar, Rizgan çawa bi nêrtiyê ve serderî kiriye, bi vebêjiya Besnayê ve hin cihan de diyar dike. Mînak gava ku bi hev şa dibin Rizgan ne bi şehweteke bi tundî, ne bi tevgerên bi zor û nêrtî ve, bi nermî, bi dilovanî ji laşê Besnayê hez dike, pê şa dibe. Lê di vir de jî dîsa ew handîkap heye; di nîşandayîna nivîskar de Besna dîsa pasîf e.
“Min li destên wî dinihêrîn. Biçûk bûn. Û nermikî. Ew destên ku hêz bi min didan hisandin. Wisa bi semtîka dihatin li ser canê min datanîn. Û pirî caran, wan destan, bi serê tiliyên xwe digihandin derên canê min ku min ew ji bîr kiribûn...Te digot qey tiliyan mist nedida, nediniwast, lê şiyar dikir”
Wekî di vê jêgirtin û cihên din de jî Besna di bihevşabûne de wekî kirde tevnagere. Wekî ku tişteke Rizgan be û hezkirina Rizgan ji bo xwe wekî litûfek be, pê şa dibe. Heke wisa nebûya gava ku bi hev şa dibûn gerek me reftar û tevgerên Besnayê jî bixwenda, gerek me Besna bi Rizgan çi dide hisandin jî bizanibûya.
Nîşaneyê nêrtiyê yek jî ev e ku gava jin û mêr bi hev şa dibin, mêr bi nêrtiya xwe ve ji ser mêyaniya jinê û li ser laşê jinê hikim dike. Û em bi vebêjiya Besnayê dibînin ku Rizgan ne wisa ye. Besna dibêje, “Çawa çêdibû nermahiyeke wisa di rihê mêrekî de çêdibû... Ne hezkirineke mêyane bû. Lê ne nêrane bû jî. Gava hez dikir, gava diniwast, xîçek jî hêz û hikm ji xwe nedida der.”
Mêr gava ku bi jinê şa dibe û nêrtiya xwe têr dike, xwe rihet dike, vedikişe qulika xwe, vedikişe bêdengiya xwe. Jina ku ligel wî ye, hebûna wê jinê, li beramberî nêrtiya mêrik bêwate ye. Heya careke din ku birçî bibe... Hewcedariya nêrtiya wî bi jinê nemaye. Rizgan ku bi nêrtiya xwe ve serê xwe diêşîne, gihîştiye qonaxekî wisa ku, bi van nîşaneyên nêrtiyê ve tevnagere. Piştî bihevşabûnê jî naçe, ligel Besnayê dimîne, hezkirina xwe didomîne. Besna dibêje; “Nediçû, her dima. Piştî hevşabûnê, qûna xwe quloz nedikir, pişta xwe nedida min û nediket bîra nêrbûna di kûrahiya xwe de çû û bi mayina wî re hemû bendewariyên min pûç dibûn.”
Çima wekî ku Rizgan li ser nêrtiya xwe difikire, Besna jî li ser mêyaniya xwe nafikire?
Di vê mijarê de Zeraq di pirtûka Şadorê de ceribandinek zehmet bikaraniye. Nivîskar bixwe wekî mêrekî, bi çavderî û dîtina jinekê ve lehengeke mêr afirandiye. Bêguman di romanê de zimanekî bajarî, hewirmendîyeke entelektuel û kûr, şêwazeke wêjeyî hebe jî, vegotin li ser çavderî û nêrîna Besnayê hatibe ava kirin jî ziman û şêwaz mêranî heta nêrtî ye...Roman bi vebêjiya jinê be jî, ew vebêja jin gava ku behsa xwe dike, bi xwebûna xwe behs nake, bi dîtina ku Rizgan, li wê dinêre, bi pêhisandina Rizgan ku li xwebûna wê bandorê dike, behsê dike. Ya dî her çiqas vebêj jin be jî, hişê mêranî wekî ku bixwaze bi jinê re empatiyê bike jî vegotin ji hişê nêrtiyê nefilitiye. Bi vî awayî bivê nevê şêwaz bi pênasekirina Zeraq; şewazeke “nêrtî” ye.
Ew şêwaz cihê ku herî zêde xwe aşkere dike, beşa ku delaliyê berê yê Besnayê, ji stûye wê maçî dike.
“Tu dizanî, ger wî jî alî çepê yê stûyê te, yanî ji wê dera ku ez tim maçî dikim, te maç kiribayî, ez dibêjim qey ez ê di wê gavê de têk biçûma”
Em ê bipirsin;
Têkçûna çi? Rizgan yê bi tekoşîna nêrtiyê re an gîhandina bi rihê Besnayê re wê têkbiçûya?
Dibe ku ji wê derê de maçî kiriba, dibe ku Serkan jî wekî Rizgan dibêje, “Min fam kir ku ya we ne bi hevrebûn bûye, ne pêwendî bûye, lê we têkilî bi hev re daniye” ne têkilî, bi Besnayê re pêywendî danîbûya, dibe ku bi qewlê Rizgan, Serkan jî bigihişta rihê Besnayê, wê gavê Rizgan wê têk biçûya? Çima?
Dibe ku, Serkan jî, ji bo ji nêrtiyê xilas be, têdikoşîbû ya... Ma ji nêrtiyê xilas bûn, ji bo ku mêr hebûna xwe ava bike; ji ser gîhandinê rihê jinê (ji bo xwe re wareke taybet avakirin û xwedanê wê warê bûn), li ser hebûna jinê re hevrikî kirin û reqabet e? Heke ne wisa ye, dibe ku Serkan stûyê Besnayê maçî kiribiya jî, Rizgan bi vê yekê biêşiya jî lêpirsîna hest û ramanê gere têk neçû ba.. Ji ber ku wî wê bizanibûya gîhandina rihê jinekê ne tenê di destê mêrekî de ye. Ku Rizgan bixwe jî dibêje, “Ez naxwazim bi kesekî re, bi taybetî bi zilamekî re bêm hevberkirin.”
Ma eşq tekoşînek e, di eşqe de têkçûn û serketin heye?
Ku gava delaliyê berê yê Besnayê, wê maçî dike, a ku diqilqile Besna ye ji ber ku ditirse Rizgan hesûdiyê bike. Nizane Rizganî wê çi bibêje, çawa tevbigere... Naxwe azadî li hember nediyarbûne hilbijartin nîn e? Besna çima li ser xwebûna xwe tevnagere û hebûna xwe nadatîne holê, gorî hebûna Rizgan reftar dike?
Di vir de jî nivîskar wekî nîşan dide qasî ku Rizgan serê xwe, bi xwe ve diêşîne, Besna bi azadbûna xwe ve serê xwe naêşîne, dikeve xema nêrtiya Rizgan ku ew ê hesûdiye bike an jî eciz bibe? Ew qas ber xwe dikeve ku li hember Rizgan bi serdanpê dilerize. Ew nêrîna ku Besna li xwe dinêre, tam jî deshilatîya nêrtîyê ku li ser jinitîyê hikim dike bi xwe ye!
Besna li hember hiş, tevger, reftar û hestên Rizgan ên nediyar, xwebûna xwe nahilbijêre, helwesta xwe gorî hebûna Rizgan nîşan dide. Ew bendebûna Rizgan e...
Besnaya ku ew qas bi berfirehî û bi kûrahî çavderiya Rizgan dike, hay ji hebûna Rizgan e, jina ku ew qas jîr û fama û bi feraset e çawa li ser jinitiya xwe, mêyaniye xwe, bi nêrîna xwe nafikire, bi pêhisandina Rizgan, qasî ku Rizgan dide pêhesandin difikire? Çawa?
Ber bi dawiyê ve nivîskar bi her awayî diyar dike ku di tekoşîna nêrtiyê de, serketin ew qas hêsan nîn e. Jixwe şeva wan a dawiyê ku Rizgan diçe mala xwe sedem ne tam diyar be jî em fam dikin ku dilê wî damîş nebûye û rawestiye. Qasî ku pirtûk nîşanî me dide, ji bo ku Besna qehirandiye, ji ber xemê, ji ber hiznê, dilê wî sekiniye. Rizgan dibîne ku her çiqas hewl dide jî di cihek de çênebûnek heye. Ji ber ku mirov encax qasî bi ên derdorên xwe ve, bi pêwendiyên ku wan ve girêdayî ve azad dibe.
Encama romanê ku bi mirina Rizgan ve xilas dibe, mirin li vir metaforeke hinekî eceb û balkêş e; têkçûna nêrtiyê ew qas zor e ku mêrên zêde hesas nikarin vê rewşê heya serî bibin. Mêrên nehesas jî derdekê wan ji nêrtiyê xilasbûnê nîn e. Jixwe di dawiyê de Rizgan jî dimire.
Gelo em jî bi aliyeke din ve bifikirin ê çawa bibe?
Dibe ku nêrtî tişteke ku jê xilasbûn nîn e. Ya ku hewce ye jê xilas bibin nêrtiya di bin deshilata serdest de û nêrtiya di bin zordariya mêtingeriyê de ye. Ne ku nêrtiya xwezaya mêraniyê ye. Ji ber ku çawa jinitî bi mêyaniyê ve xweş û estetîk e, mêranî jî bivê nevê bi nêrtiyê ve heye û hebûna wan teqez bi hev re ye. Mêranî bê nêrtî, nêrtî jî bê mêranî nabe ya girîng hikimkirin, desthilatî û zordarî nîn be.
***
Nivîsên Ayşegul Kizilkaya yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin: