Diyarname
Zanayê kurd Ebû Henîfe Dînewerî beriya hezar salan pirtûka "Hinguv û MêÅŸa Hinguv" a der barê taybetmendiyên nebatan de nivîsand. Ev pirtûk niha careke din hat weÅŸandin.
Zanayê kurd yê bi nav û deng Ebû Henîfe Ehmed Dawud el Dînewerî ku mîna Ebû Henîfî Dînewerî tê nasîn tam nayê zanîn ku kengê ji dayik bûye û kengê jiyana xwe ji dest daye. Lê ji aliyê zanyaran ve tê qebûlkirin ku di salên PiÅŸtî Zayînê yên 820-895’an de jiya ye. Ebû Henîfe Dînewerî li bajarê Dînewer ê baÅŸûrê Kurdistanê ji dayik bûye û li bajarê Îsfahan ê Îranê perwerdeya Astronomî, Matemetîk, Mekanîk dîtiye. Her wiha li bajarên Kufe û Basrayê jî perwerdeya Fîlolojî (Zanistiya Ziman) û helbestê dîtiye.
Åžêwezake zanistî
Li ser Dînewerî heta niha gelek zanyaran tiÅŸt gotine. Ji Fakulteya Ziman û Åžaristaniyên Rojihalat Nêz a girêdayî Zanîngeha Harvardê Mehrdad R. Izady, Dînewerî bi van gotinan dide nasîn: “Di nava pêÅŸengên kurdan de yê herî bêqisûr, li ser axa îslamê jî mêjî û ramyarê herî mezîn Ebû Henîfe Ehmed Dînewerî ye.”
Çend nirxandin
Berhemên Dînaverî bala gelek lêkolîneran jî kiÅŸandiye. Der barê Dînaverî de ji zanistên dema me çend nirxandin jî wisa ne:
Mehrdad R. Izady (Ji Fakulteya Ziman û Åžaristaniyên Rojihalat Nêz a girêdayî Zanîngeha Harvardê): “Mîna gelek kesên di dema wî de jiyan Ebû Hanîfe jî ne kesayetekî bi demekê an bi komekê bisînor e. Berovajî kesayeteke hemû deman û cîhanî ye. Dema berhemên wî tên lêkolînkirin yekser tê dîtin ku Ebû Henîfe bi nerîna kurdekî mijaran digire dest. Lewma jî berhemên wî yên destpêkê der barê reh û kokên kurdan de ne.”
Bruno Silberberg (Lêkolînerê alman): “PiÅŸtî lêkolînên hezar salî, bêhtir ji pirtûkên Dîscorides û Theophraste yên Grêkan sûd dihate wergirtin. Lê di vê mijarê de berhema Dînewerî ji aliyê agahî û naverokê ve berfirehtir e. Dînewerî ne tenê aliyê nebatan yên xuya dike, aliyê wan yên tibî, xwarinê û hemû taybetmendiyên din tarîf dike. Hemûyan tasnîf dike û ÅŸert û mercên lê ÅŸîn dibin û digihin tarîf dike. Berhema Dînewerî ji berhemên Dioscorides û Theophraste yên yewnan ku wan jî li ser netaban nivîsaniye berfinehtir e”
Dînewerî îmzeya xwe avêtiye bin gelek berheman. Di salên dawî de WeÅŸanxaneya Hîvda pirtûka wî ya bi navê "Dîroka Îslamê" weÅŸand. Dîsa pirtûka wî ya bi navê, "Hingiv û MêÅŸa Hingiv" tevî destnîvîsê niha bi tirkî çap kir.
Bi destnivîsa orjînal
Di destpêkê de kesê bi navê Ebû Omer ez Zahid ev pirtûk wekî ku pirtûka bi çap kiriye. PaÅŸê Muhammed Cabbar Muaybid di encama lêkolînên xwe de kifÅŸ kiriye ku pirtûk ya Ebû Henîfe Dînewerî ye û careke din ew pirtûk çapkiriye. Ev pirtûka ku niha ji aliyê WeÅŸanên Hîvda ve hatiye çapkirin li ser wan pirtûkan bi tercûmeya Umît Demirhan hatiye amadekirin û çapkirin. Cihdayîna destnivîsên Dînewerî yên li Spanyayê jî ÅŸêwazekî orjînal dide pirtûkê.
Di pirtûka bi navê ‘Hingiv û MêÅŸa Hingiv’ de têkildarî nebatan agahiyên zanistî tên dayîn. Di pirtûkê de bi ÅŸêwazekî zanistî hemû nebat hatine nirxandin. RewÅŸa wan a morfolojik, fizyolojîk û girîngiya wan a ji bo xwarin û bijîÅŸkiyê radixe ber çavan. Di pirtûkê de ku rewÅŸa ax, av û mercên ekolojîk jî tên nirxandin bi zimanekî wêjeyî hatiye nivîsandin.
Destpêka pirtûkê
Dînaverî ku di tevahiya pirtûkên xwe de zimanekî wêjeyî bikar tîne, bi van gotinan dest bi pirtûka ‘Hingiv û MêÅŸa Hingiv’ dike: “Bi navê Xwedayê mîhrîban û dilovan. Em ê di vê babê de Hingiv û MêÅŸa Higiv bigirin dest. ÎnÅŸelah em ê karibin hingiv û faktorên ku hingiv diafirînin bêyî dirêjkirina gotinê lê beyî ku hin aliyan ji nedîtîve bên karibin binirxinin.”
Dîsa ji nav û cureyên hingiv, cureyên mêÅŸên hingiv, kulîlkên ku hingiv ji wan peyda dibe, demên hingiv, çawaniya kewar û ÅŸanên hingiv, derxistina hingiv ji kewaran, hingivê safî û bermayiyên wî gelek alî tên nirxandin.
Rayedarên WeÅŸanxaneya Hîvda ji bo kifÅŸkirin û çapkirina berhemên din ên Dînewerî jî xebatên xwe didomînin.
Berhemên Dînaverî
Gelek pirtûkên ji aliyê Dîneverî ve hatine nivîsandin hene. Ji pirtûka flora heta mijara girtina rojê, ji hesabgiriyê heta bi rewÅŸa stêrkan, ji dîrokê heta bi erdnîgariyê di gelek mijaran de nivîsandiye.
Hin ji pirtûkên Dînaverî ev in.
- Kitab el-Cebr ve’l-Mukabele (Pirtûka Cebîrê -Matematik)
- Kitab el-Nebat (Pirtûka Flora)
- Kitab el-Kusuf (Pirtûka Girtina Rojê)
- Kitab el-Redd ala Rasad el-Isfahani (Pirtûka Pûçkirina çavdêriyên Astronomî yên El Îsfahanî)
- Kitab el-Hisab (Pirtûka Hesab)
- Bahs fi Hisab el-Hind (Analîza Hesabê Hindê)
- Kitab el-Cem ve’l-Tefrik (Pirtûka Aritmetîkê)
- Kitab el-Kible ve’l-Zeval (Pirtûka Pozîsyona Stêrkan)
- Kitab el-Enva (Pirtûka Hewayê)
- Islah el-Mantik (PêÅŸxistina Mantiq)
- Ahbar el-Tival (Dîroka GiÅŸtî)
- Kitab el-Kebir (Pirtûka Mezin a dîroka beÅŸên zanistê)
- Kitab el-Fesaha (Pirtûka Retorikan)
- Kitab el-Buldan (Pirtûka Erdnîgariyê)
- Kitab el-Åžiir ve ‘l-Åžuara (Helbest û pirtûka helbestê)
- Ensab el-Ekrad (Bapîrên Kurdan).
***
Bi ÅŸertê nîÅŸandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîÅŸandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.