logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Rêwîtiya peyvan:  Reqabet
  2. Bandora 'Odysses' li ser zimanê yewnanî û pirtûka wê
  3. Zimanxane ji bo dersên kurdî li benda serîlêdanan e
  4. Kodên Naziyan şikandibûn, bingehên Hişên Çêkirî danîbûn; Alan Turing çîrok jî nivîsiye
  5. Amadekariyên pîrozbahiya sedsaliya Qamişloyê tên kirin
news-details

Kocaturk: Zarokan bînin fûarê, bihêlin bila ew ji xwe re pirtûkan hilbijêrin

  • Dîrok: 02/11/2024
  • Beş: Nûçeyên Çandî

__Cemil Oguz__
41'emîn Fûara Pirtûkan a Navneteweyî ya Stenbolê TUYAP îro bi merasimek li dar ket. Serokê TYB'ê (Yekîtiya Weşangerên Tirkiyeyê) Kenan Kocaturk got, "Em zarokan binîn fûarê. Bila ew bi xwe pirtûkan hilbijêrin."
Fûara pirtûkan heta 10'ê mehê dê bidome. Pêşî Midûrê TUYAP'ê Îlhan Ersozlu axivî, li ser naveroka fûarê agahî dan.
TELÎF LI SER HIŞÊ ÇÊKIRÎ
Dûre Serokê TYB'ê  Kenan Kocaturk axivî. Kocaturk diyar kir ku di salek de li gor dovîzê sedî 84 mesref bilind bûye, lê li gor vê yekê dîsa jî sedî 15 buhayê pirtûka daketiye. Kocaturk paşê gotin anî ser hişê çêkirî û got, "Ji aliyê hişê çêkirî ve fêdeyên wê û tehdîdên wê hene. Li Yekîtiya Ewropayê li ser hişê çêkirî ji bo telîhê zagon derxistin. Em jî gere ser vê yekê zagonan derxin. Yan na ev yek ji aliyê telîfê ve ji bo weşangeran dê bibe tehdîd."
'TIRKIYE LI NAV OECD DI ASTA JÊRÎN DE YE'
Kocaturk diyar kir ku li welatên OECD di warê "dema dixwînin çiqas têdigihên" de Tirkiye di Rêza 39'an de ye ku ev rêzên jêrîn in û got, "Di vî warî de gelek bar dikeve ser milên me. Ji bo fêmkirinê amûra herî sereke jî pirtûk e. Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê di warê pirtûkxaneyan û pirtûkan de piştgirî dide, em sipasiya wan dikin. Gere Wezareta Çandê jî butçeya ji bo pirtûkan zede bike, gel bigihîne pirtûkan. Gere em rapora OECD bigirin ber xwe û bifikirin."
'LI TIRKIYEYÊ HÊ JÎ PIRTÛK TÊNE QEDEXEKIRIN'
Serokê TYB'ê li ser Xala 18'an a Danezana Mafên Mirovan a Gerdûnî sekinî û got, "Di vê xalê de beşa azadiya fikir û ramanê gelek girîng e. Li Tirkiyeyê qedexeya pirtûkan a ji serdema derbeyan ma ye hê didome. Gere ev biguhere, nebe sedem ku weşanger bi xwe pêdivî bi otosansurê neminin."
Ji ber ku îsal mijara bingehîn a fûarê zarok e, gotin anî ser wir û got, "Di hilbijartina pirtûkan de zarokan azad bihêlin. Gere em zarokan bînin fûarê, em vê yekê teşwîq bikin."
'PIRTÛK DINYAYÊ BI RÊ VE DIBIN'
Seroke Lijneya Şêwrê ya TUYAP'ê Dogan Hizlan jî got ku ji ber ev 41 sal in ew şahidiya fûarê dike hezkirina zarokî pere heye. Hizman dûre mesele anî ser hişê çêkirî û got, "Niha xizmeta înternetê, hişê çêkirî heye lê ger agahî negihîştibe ser kaxiz di wê de gelek şaş ihene. Ji ber vê yekê pirtûk her rastiyê nîşanî me didin. Pirtûk dinyayê bi rê ve dibin, agahiyên din hundirê wan de bi rê ve dibin. Em niha hatina bihuşta zanînê. Ez sipasiya her kesê ked dane dikim." 
'ZAROKAN AZAD BIHÊLIN LÊ BIŞOPÎNIN'
Piştre mêvanê rûmetê nivîskar Yalvaç Ural axivî. Ural ku nivîskarê zarokan e li ser talûkeyên lîstikên zarokan ên di sanalê de axivî û dûre got, "Zarokan azad bihêlin lê wan bişopînin. Nebêjin min ev pirtûk xwendibû pir jê hez kiribû, berdin bila ew hilbijêrin. Zarok bi saetan di sanalê de lîstikê dilîzin. Fêdeya vê yeke tüne ye. Zarokê ku di sanaLê de be, li lîstikên şer, şîdet, xirecir, aksiyonê her temaşe bike ew zarok pirtûkê naxwîne."
BAJARÊ DOSTANE YÊ ZAROKAN
Şaredarê Bajarê Mezin a Stebolê Ekrem Îmamoglu jî di axaftina xwe de got ku wextê ku li vê derê bê xerckirin gelek tiştî bi mirov dide qezenckirin û paşê qala plana wan a bajarê dostanê zarokan kir.
Îmamoglu got ku ew di nav wê hewlê de ne ku ji bo perwerdehiyê firsenda wekhev ji bo zarokan çêbikin, ji bo perwerdehiya wan, ji bo qadek kesk ji bo wan dixebitin.
Şaredarê Stenbolê qala pirtûkxaneyên ku heta niha vekirine jî kir û got ku niha li 71 cihê pirtûkxaneyên me yên gel hene, di 5 salan de me hejmara pirtûkxaneyên xwe derxist çar qatî.
WEŞANXANEYÊN KURDAN
Di fûara îsal ji weşanxaneyên kurdan tenê Nûbiharê stand vekiriye. Nûbihar bi pirtûkên xwe yên nû, bi nivîskar^ne xwe li fûrê ye. 
Ji weqfên kurdan jî Weqfa Îsmaîl Beşîkçî li fûarê stand vekiriye.
 

 

Nûçeyên Eleqedar:

- Kurd îsal di Fûara Stenbolê de çi dikin? 

- Mijara Fûara Pirtûkan a Stenbolê 'Zarokatî Şahî ye!'

 

**

 

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

 

***

"3 Deqe ligel Cemil Oguz"

Parve Bike

Parve Bike

Youtube Me

diyarname podcast#H.KovanBaqî# #diyarname #3deqe#nivîskar#

news

diyarname podcast# #diyarname #3deqe#diyarnamenûçe#nivîs#nivîskar

news

Bandora vî fîlmî li ser pirtûkan û li ser ziman

news

diyarname podcast #diyarname #football #3deqe #deng #recitimlmrekullueshemlkuranit #nivîs #futbol

news

Tifaqî = Hezkirin

news

diyarname podcast#diyarname Nivîskarê navdar Daniken mir #booktok #pirtûk #pirtûkênkurdî #books #

news

DILDAya Selahattin Demirtaşî

news

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

Omer Dilsoz: (di)yekrêzî

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

Diyarname Podcast shorts#booktok #kovar#nûbihar# #pirtûkênkurdî #diyarname

news

Omer Dilsoz: Ka “şîva miriyên vê fûarê!”

news

Diyarname Shorts sernivîs nûçe #podcast#nûçe#çandhuner

news

Roja Tiwaletê

news

"Em neviyê Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Meleyê Cizîrî ne; em rêhevalê Baba Tahirê Ûryan in"

news

Dixwazin zozaneke din a kurdan talan bikin

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Dilşêr Bêwar: Tava li belekiyan bişirî

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 30 07 2026

Li Mûnzûrê dema festîvalê ye: 'Ji bo Bîrê û Jiyana Azad Em Xwedî li Xweza, Ziman, Çand û Baweriya Xwe Derdikevin'

news
  • 29 07 2026

Bandora 'Odysses' li ser zimanê yewnanî û pirtûka wê

news
  • 27 07 2026

Xelata Kedê didin Abdurrahman Keskiner û Suzan Kardeş

news
  • 26 07 2026

Sînemagerên Rojava encamnameya konferansa xwe eşkere kirin

news
  • 23 07 2026

Porteqala Zêrîn xelatê dide Menderes Samancilar û Tilbe Saran

news
  • 23 07 2026

Roja pêşî ya Festîvala Kanîreşê

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
news

Zerban

  • Omer Dilsoz
news

Binyata mîtolojiya Kawayê Hesinkar di 'Dîrok' a Herodotes 

  • Kazim Polat
news

Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê

  • H. Kovan Baqî
news

Li pey Heyatê: Here ku tu naçî

  • Dilşêr Bêwar
news

Qadek malwêranî ya nivîskar, rewşenbîr û hunermendên kurd

  • Hogir Berbir
news

Qirdiktî

  • yeqîn h.
news

Tifaqî = Hezkirin

  • Çorê ARDA
news

Şîrket çawa tê birêve birin, DEM Partî çawa?

  • Cemil Oguz
news

Ev resim ji ku nizilîn?

  • Dilşêr Bêwar
news

Konferansa Diyasporaya Kurdan

  • Zekî OZMEN
news

Însan hê nebûne însan li taxên paragrafên qetiyayî

  • H. Kovan Baqî
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
Ev jî hene
ad

Demîrtaşî dersa çapemeniyê da!

ad

Di Nûbiharê de M. Emîn Bozarslan

ad

Vê şemiyê li 5 bajaran çalakiyên hunerî

ad

Her tişt ji destan dest pê dike

ad

Amed bi ser ket Diyarbekir têk çû

ad

Du fîlm, hêza hejarên sedsala 21’ê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Rêwîtiya peyvan:  Reqabet

  • 29 07 2026
news

Bandora 'Odysses' li ser zimanê yewnanî û pirtûka wê

  • 29 07 2026
news

Zimanxane ji bo dersên kurdî li benda serîlêdanan e

  • 29 07 2026
news

Kodên Naziyan şikandibûn, bingehên Hişên Çêkirî danîbûn; Alan Turing çîrok jî nivîsiye

  • 30 07 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname