logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya
news-details

Du fîlm, hêza hejarên sedsala 21’ê

72’yemîn Festîvala Fîlman a Cannes a Navteneweyî dewam dike. Di çarçova festîvalê de du fîlmên ji bo “Palmiyeya Zêrîn” d

  • Dîrok: 18/05/2019
  • Beş: Nûçeyên Çandî

ALI GULER

72’yemîn Festîvala Fîlman a Cannes a Navteneweyî dewam dike. Di çarçova festîvalê de du fîlmên ji bo “Palmiyeya Zêrîn” di pêşbaziyê de ne, dertketin pêş. Yek ji Fransa yê din jî ji Brezilyayê ye. Her du fîlm jî behsa pirskgirêkên civakî dikin û şerê sîstema modernîteya kapîtalîst dikin.

Festîval îsal mazûvanî ji bo sînemagerên navdar ên wekî Ken Loach, her du birayên Dardenne (Jean-Pierre Dardenne û Luc Dardenne, Pedro Almodovar, Bong Joon Ho, Terrence Malick û Jim Jarmusch dike. Bê guman, ji bilî van navên mohra xwe li 50 salên dawî yên li dîroka sînemayê xistine, gelek sînemagerên ciwan jî bi behremên xurt xwedî îdîa ne.

Fîlmê zarokê rûgerê Cannesê, Quentin Tarantino ê bi navê “Once Upon a Time… in Hollywood” jî tê nîşandan.

Wekî din, 18 fîlmên derhênerên jin jî di festîvalê de ne ku heta niha 6 fîlm jê hatin nîşandayîn. Festîvala ku îsal bi mijara “Polîtîka û Romantîzm” tê li darxistin, belgefîlmê li ser jiyana lîstikvanê futbolê Maradona jî pêşkêş dike. Fîlmê ku derhênerê xwediyê Oscarê Asif Kapadia kişandiye li derveyî pêşbaziyê tê nîşandayîn. 

Di nava 19 filmên beşa pêşbaziyê de hê fîlmên hostayên navên wan diyar, nehatine nîşandayîn. Wekî derhênerê fransî Lady Ly û fîlma wê “Les Misérables (Mirovên Hejar)” û “Bacurau” yê Kleber Mendonça Filho û Juliano Dornelles. Fîlmê duyem li başûrê Brezîlyayê li navçeyeke derbas dibe. Her du fîlm jî balê dikişinin ser mijarên civakî û polîtîk; nakokiyên di nava sîstema cîvakî de derdixin ser perdeyê sipî.

Li dijî kapîtalîzmê şerê gelan

Fîlma Bacurau behsa destavêtina sîstema kaptalîst a ax û xwezaya gundiyan û berxwedana wan dike. Ji xwe Bacurau jî navê heremekê ye. Serpêhatiya fîlm di nava rejîma dîktator, siyaset, gundiyên di nava xwezayê de ye. Dema mirov lê temaşe dike, bi rastî jî zêtetir ji naveroka fîlmê fêm dike. Her çiqas mesele li Başurê Brezilyayê ye jî hemû mirovahiyê eleqedar dike. Li gelek deverên Amerikaya Latîn, Asya û Rojhilata Navîn, ev pirsgirêk hene. Lê derhêner bi nasnameya polîtîk û civaknas tê naskirin Kleber Mendonça Filho, ev mijar bi zimanekî zelal û rexneyî aniye ser perdeya spî û dixwaze bîne rojavê. A rast, îro ji bo kaptalîzmê her der Bacurau ye.

Cihek dewlemend, xwezayeke bedew, heşînayî, av, jiyaneke rengîn: Bacurau…  Di navçeyê de her kes di nava aştiyê de bi aramî dijî. Jiyaneke rengîn heye. Li vir çîn tune ye, her kes bi hev re dijî, spî, reş, qehweyî, lezbiyen, nêremo, zarok, kal û pîr, jin mêr bi hev re dijîn. Jiyan ew qas aram e ku hurmeta ji bo “qehpika” gund û doktor nê nîşandan, eynî ye. Em bi van hevokan behsa jiyanek utopîk yan jî xewnek nakin. Rastiya Bacurau tînin ziman. Koka hemû pirsgirêkan ji derve tê. Yanî dagirkerî û modernîteya kaptalîst. Jiyana gund heta hatina siyasetmedarê heremî, dewlemend û berdevkê kaptalîzmê Tony Jr (Thardelly Lima) bi vî rengî ye. Tony Jr, dixwaze dest deyne ser erd û ava niştecihên deverê. Ji bo vê jî di serî kuştin, revandin, zext, gelek karê pîs dike.

Tony Jr, ji bo ku gundiyan bitirsîne, dikeve nava gelek hewldanan. Li aliyê din, komek Amerîki li heremê li pey dewlemendiyê ne. Faşîzm û kaptalîzm mil bi mil, çav ber didin mal û milkê niştecîhan. Lê gundî jî destevala nîn in; ew xwe bi rêxistin dikin û li dijî Tony Jr,  rejîma diktator û komên çetayan şer dikin. Şerekî xedar, bi kuştin; gundî di vî şerî de bi ser dikevin. Fîlm jî wisa bi dawî dibe. Wekî din, fîlm hem warê çîrok, lîstikvaniyê hem jî sînematografiyê de berhemeke gelekî serketî ye, jixwe rexnegiran jî ew serketî nirxand.

Fîlmek li ser hejarên vê sedsalê

Fîlmê din ê li Cannesê baş hat pêşwazîkirin, fîlmê “Les Misérables (Mirovên hejar)” ê Lady Ly ye. Fîlm her çiqas navê pirtûka nivîskarê mezin Victor Hugo be jî, tu eleqeya wan bi hev ve tune. Tenê derhêner di dawiya fîlm de hinek gotinên nivîskar bi kar anîne û wekî pirsgirêk dixwaze îşaret bi pirtûka nivîskar bike.

Hevkariyek heye. Ev fîlm, behsa jiyana kesên li derveyî sîstemê dike. Derhênerê reşik rexneyên tûj û giran li siyaseta Fransayê dike. Li Parîsê şerên çetayan, heza olî (ya Îslama siyasî), kuştin, karên reş… Di vir de rola polîs û sîstemê hemû di vî fîlmî de bi awayekî eşkere hatiye nîşandan. Jixwe, nivîskar û derhêner jî li heman kolanan mezin bûne. Ji bo wê jî fîlm parçeyek ji rastiya jiyana Parîsê ye. Derhêner bi vî navî jî balê dikişîne ser Victor Hugo. Lê ev ne Hejarên Viktor Hugo ne. Ev Hejarên sedsala 21’ê ne û li dijî sîstemê xwedî helwêsteke xurt in. Derhêner tu kesî naparêze, rexneyên tûj li hemû aliyan dike û balê dikişîne ser pirsgirekeke dîrokî. Fîlm, li taxên Parîsê ye, behsa komek polîs, zarok û komên çeteyên cur bi cur dike. Di gengeşiyekê de polîs êrîşê zarokan dikin, yekî ji wan birîndar dikin. Ev bûyer ji hêla zarokekî din ve bi droneê tê qeydkirin.

Polîs dixwazin sûcê veşêrin û dikevin pey van qeydan. Lê li aliyê din, zarokê birîndar û hevalên wî jî ji bo tola xwe ji polîsan hilînin, dest bi şer dikin. Koma polîsan di avahiyekê de tê asêkirin. Lê gunehê van gedeyan (hejaran) bi polîsan tê, û wan nakujin. Fîlm bi vê sahnê bi dawî dibe.

Di dawiyê de siyaseta şaşî, sîstema kapîtalîst, hêrsa polîsan, li kolanan çêbûna çeteyan, îslama siyasî, mijarên giran dihêle.

Lê ya herî girîng jî ji serdema Victor Hugo ve hejarî berdewam dike. Lê şerê wan jî li dijî sîstemê hîna zindî ye. Ev fîlm jî behsa hejarên sedsala 21’ê û nerazîbûnê dike.
Yenî Ozgur Polîtîka

 

**

Nûçeyên Eleqedar:

- Cannesê dest pê kir 

- Tarantino bi 'Once Upon A Time In Hollywood' şino Cannes 

- Juriya Cannesê diyar bû

 

 

REKLAM:

Ji bo bilêtên balafiran hûn dikarin serî li vir bidin... 

www.bizebiletal.com

   

Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

news
  • 17 10 2026

Li vîzyonê vê hefteyê

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Hikumeta Tirkiyê Deriyê Murşîtpinarê girt

ad

Dîrokey/dîroka 1'ê Gulanî/ê

ad

Waniyan êrîşa li dijî Şaredar Kaya şermezar kir

ad

Dîmenên li ser sînorê Rojhilat

ad

Berê jinan mêr dixwestin

ad

Li Wanê ‘Rojên Em bi kurdî bixwînin’

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname