Amed bi ser ket Diyarbekir têk çû
Diyarname
Di maçên Kûpaya Zîraatê ya Tirkiyeyê de îro du tîmên Amedê jî lîstin, ji wan Amed Spor bi ser ket, Diyarbekir SPor têk çû.
Amed bi 3 golan bi ser ket
Maçên Dora 3'yemîn ên Kûpayê Ziraatê îro dest pê kirin. Amed Spor di vê çarçoveyê de li Hatayê bû mêvanê Payas Sporê. Ji Payasê Baran Yardimci di deqîqeya 45'an de golek avêt û nîveka yekemîn bi 1-0 bi dawî bû. Amed sporê di nîveka duyemîn deqîqeya 83'Yan de bi Emin Yalin bersiv da û maç bi 1-1 bi dawî bû. Paþê dest bi 30 saetên zêdek kirin. Amedê di deqîqeya 108'an de bi Deniz Naki skor bir 2-1'ê û di deqîqeya 120'î de Murat Yilmaz encam diyar kir: 1-3.
Amed Spor bi vê encamê derbasî Dora 4'emîn a Kûpaya Zîraatê ya Tirkiyeyê bû.
Di maçên din de Diyarbekir li Amedê li hemberî Ýstanbul Sporê bi 1-0 têk çû û xatir xwest. Her wiha Wan BB jî li Wanê li hemberî Kayserî bi 1-0 têk çû.
Þanliurfa spor ligel Pazar sporê lîst. Maç bi 1-1'ê bi dawî bû, di dema zêdek de jî encam neguherî û di dawiyê de Þanliurfayê bi penaltiyan Pazar Spor bi 4-2 têk bir û ew þand mala xwe.
**
Nûçeyên eleqedar:
- Maçên Kûpaya Ziraatê îro dest pê dikin
- Cizîr-Gever, Siirt-Batman, Diyarbekir-Eleziz dilîzin