Diyarname
Hejmara nû ya kovara Nûbiharê derket. Nûbiharê li ser Mehmet Emîn Bozarslan dosyayeke fireh amade kiriye.
Kovara sêmehane Nûbihar bi hejmara xwe ya 123’yan derket pêşberî xwendevanên xwe. Kovarê ji her caran cudatir vê carê dosyayeke amade kiriye û dosyaya xwe jî li ser Mehmet Emîn Bozarslan amade kiriye. Bozarslan yek ji kadkarên çand û zimanê kurdan e. Di dosyayê de nivîsên kesên wekî Ayhan Geverî, Suleyman Çevik, Metin Yuksel, İsmail Beşikçi, Martin van Bruinessen, Michael L. Chyet, Firat Cewerî, Rohat Alakom û Server Tanilli yên li ser Bozarslan cih girtine. Di dosyaya ku Ayhan Geverî amade kiriye de, jibilî nivîsên nivîskaran, çend fotograf, belge û nameyên muhîn ên derheqê Bozarslanî de jî cih digirin.
Wekî din, edîtor û berpirsyarê kovarê Suleyman Çevik sernivîsa xwe de li ser mijarên rojeva kurdan disekine û dibêje “madem çareserî çêdibe û aştiyek pêk tê, wê gavê kê ji kurdan çi standiye bila bîne teslîmê me bike!”
Her wisa di vê hejmarê de Tekîn Çîftçi li ser kilamên kurdî, Hasan Akboga li ser Radyoya Êrîwanê, Dîcle Katarê li ser dengbêja navdar Eyşe Şanê, M. Xalid Sadinî li ser helbestên Feqiyê Teyran nivîsiye.
Ji bilî van, di vê hejmarê de helbestên Rojen Barnas, Berken Bereh, Sidîq Gorîcan; çîrokên Hatice Mollakendî, Murad Pola û nivîsên gelek nivîskarên din hene.
Dîsa di vê hejmarê de nivîskar Jan Dost derbareyê edebiyata kurdî de li gel Kurdnasa Polonî Dr. Joanna Bochenskayê hevpeyvînek xweşik çêkiriye.
Ji bo Têkilî:
nubihar@gmail.com
tel: 0212 519 00 09


