Diyarname
41'emîn Fûara Pirtûkan a Stenbolê îsal di navbera 2-10'ê sermawezê de li dar dikeve. Fûarê wekî mijara xwe ya bingehîn "Zarokatî Şahî ye!" diyar kiriye.
Par nêzî hezar weşanxane û saziyên sivîl beşdarî fûarê bûbûn, îsal jî li benda hejmareke bi vî rengî ne.
Fûarê navê nivîskar Yalvaç Ural wekî "Mêvanê Rûmetê" eşkere kir. Ural bi taybetî li ser pirtûkên zarokan tê zanîn û fûarê jî di vê çarçoveyê de mijara xwe ya bingehîn eşkere kiriye.
Li ser zarokan, wêjeya zarokan dê çalakî bêne li da xistin. Her wiha di çarçoveya rojên tematîk de li ser mijarên wekî aqilê jîrî, xebatên robotîk, wêjeya fantastîk, roja polîsiye, roja Karakterên Manga – Anime – Lehengên Romanan, jîrekî û dîzayn, xeyal bike, çalakî bêne li dar xistin.
Li alyê din fûara ku her sal welatek dike mêvan û li ser wêjeya wî welatî çalakiyan li dar dixe îsal Azerbaycan wekî Welatê Mêvan eşkere kir.
Her sal hin weşanxaneyên kurdan beşdarî Fûara Stenbolê dibin, îsal jî wê hin ji wan têde cih bibin, lê hê lîste zelal nebûye.