Diyarname
Hevserokê HDP'ê Selahattin Demîrtaş ji bo Televîzyona Dewletê ya Îtalyayê "RAI 3" axivî û got ku li Tirkyeyê azadiya çapemeniyê û ramanê nîn e û mînakek wisa da: "Mînak hûn li Tirkiyeyê bernameyek çêbikin û ji bo hevpeyvînê gazî min bikin, roja din dê we ji kar biavêjin."
Rojnameger Beppe Severgnini di bernameya xwe “L’Erba dei Vicini" (Giyayê Cîranan) Demîrtaş kir mêvanê xwe û pirsên xwe arasteyê wî kirin.
Vane hin gotinên Demîrtaş:
- (Li ser pirsa 'Îro li Tirkiyeyê mirov kurd be tê çi wateyê?') A rast em gelekî 20 mîlyon kes in. Ev 100 sal in ermenî dikin bidin qebûlkirin ku li wir hatine kuştin. Dîsa ev 100 sal in kurd didin bidin çespandin ku li wir dijîn, ji ber ku ew tune têne hesibandin. Lê em parçeyek qir in, ew der welatê me ye. Em dixwazin ligel gelên din bi hev re bijîn.
- Tirkiye welatekî gelek xweşik e lê li vir pirsgirêkê rêveberî û pirsgirêkên demokrasiyê hene. Ji bo ev yek ji holê rabin em têkoşînê didin. Em demokrasiyeke sazbûyî dixwazin û baweriya me bi serketin heye.
- (Li ser pirsa 'Bi baweriya we êrîşên PKK'ê zirarê didin pirsgirêka kurd?') Em çalakiyê şîdetê napejirînin. Em partiyek polîtîk in. Em rêyeke aştiyane û demokratîk tercih dikin. Em dixwazin şîdet bi dawî bibe û em aştiyê dixwazin."
- Mixabin Tirkiye di warê azadiya ramê de ji demek xesas û zor re derbas dibe. Di vî warî de şerek navxweyî çêbûye, rojnameger û hîndekar di bin zordariyê de ne. Gelek rojnameger li girtîgehê na yan jî ji kar hatine avêtin. Di warê azadiya ramanê de Tirkiye li dinyayê di rêza 151'emîn de ye.
- (Li ser pirsa 'Yê kurdan jî yê hikumeta Erdogan jî li hemberî tehdîda DAIŞ'ê daxwaza şerek bi hev re heye. Ma ev ne destpêkek baş a bi hev re karkirinê ye?) Xwedî ev yek tam wekî we got ba. Xwezî me dest bida hev û li hemberî DAIŞ'ê em bibana yek. Belê li hemberî DAIŞ'ê têkoşîn tê dayîn, kurd jî parçeyek vê ne. XWezî Tirkyeyê jî di vê mijarê de bi têra xwe bes têkoşîn bida."