Diyarname
Nivîskar û lekolînvan Rohat Alakom vê carê li ser dîroka Qaxizmanê pirtûkek amade kir.
Alakom ku heta niha li ser gelek beşên dîrokî yên kurdan lêkolîn kiriye û gelek pirtûkên di vî warî de weşandiye vê carê dest avêt dîroka navçeya Qersê Qaxizmanê. Pirtûka ku Alakom bi kedeke mezin amade kiriye, wekî yekemîn berhema Şaridariya Qaxizmanê derket.
Navçeya Qaxizmanê devereke gelek kevn e û bi bajarê Qersê re girêdayî ye. Pirtûk ji gelek aliyan ve Qaxizmanê bi xwendevanan dide naskirin. Ev pirtûka ku 300 rûpel e ji çar beşên bingehîn pêk tê: "Qaxizman – Tam û lezeta Qersê", "Di sahneya dîrokê de Qaxizman", "Ji aliyê Ewropayê ve keşfkirina Qaxizmanê", "Qaxizman di edebiyata gelên herêmê de".
Ev pirtûka ku bi gelek wêne, tabloyên rengîn û karîkatur hatiye xemilandin, bi grafîk û bi dîzayneke nûjen hatiye amade kirin bi çend serveyî (paşko) û bi bîblîyografyeke dewlemend ve diqede.
Şaredariya Qaxizmanê ku di destê BDP'ê de ye yekemîn car berhemeke çap dike. Di pirtûkê de ji her alî ve xwendevan dikarin agahiyên il ser Qaxizmanê peyda bikin.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.