Diyarname
Vê hefteyê 4 fîlm di vîzyonê de ne: Lorna’s Silence, Burn after readin, MADAGASKAR 2 û The Class.
Lorna’nın Sessizliği - Bêdengiya Lorna - Lorna’s Silence
Derhêner: Jean-Pierre Dardenne, Luc Dardenne
Senaryo: Jean-Pierre Dardenne, Luc Dardenne
Lîstikvan: Hiam Arta Dobroshi, Jérémie Renier, Fabrizio Rongione, Alban Ukaj
Cure: Dram
Lorna bi eroînkêşek bi lihevkirinê zewiciye û bûye hemwelatiya Belçîkayê, lê divê dev ji wî berde û bi rusek ku dixwaze bibe hemwelatiyê Belçîkayê re bizewice. Di serî de plan ji bo Lornayê normal bixuye jî, lê dema dor tê ser kuştina mêrê Lorna yê berê her tişt tevlihev dibe. Derhênerên bira yên Dardenne di Bêdengiya Lorma de ji lîstikvanî heta dramayê ji serî heta daî fîlmekî xweser û balkêş pêşkêş dikin
***
Aramizda Casus Var - Sîxurek li nav me ye - Burn After Reading (2008)
Derhêner: Ethan Coen - Joel Coen
Lîstikvan: Brad Pitt - George Clooney - Frances McDormand - Tilda Swinton - John Malkovich
Cure: Komedî - Sûc
Ozzie Coks ku ji ber mexur bû ji CIA'yê hatiye qewirandin û malnişîn bûye ji bo tola xwe hilgire agahiyên veşarî li CD'yekê qeyd dike.
Jina Coks ku li benda jêveqetandina wî ye vê CD'yê didize û li salona sporekê ji bîr dike.
Xebatkara salona sporê Lînda û Chad dema wê CD'yê dibînin dest bi şantajê dikin.
***
Madagascar 2 - Afrika'dan Kaçiş - Reva ji Afrîkayê Escape 2 Africa (2008)
Derhêner: Eric Darnell - Tom McGrath
Cure: Anîmasyon
Berdewama "Madagascar"a ku di 2005'an de hatibû kişandin û deng vedabû hat. Di vî fîlmî de Alex, Marty, Melman, Gloria, Kral Julien, Maurice, penguen û şempanze xwe li qeraxa Madagaskarê de dibînin. Lehengên me yên New Yorkî ji bo ji vir xelat bikin dest bi planan dikin.
Penguen balagirek kevn ku li holê maye tamîr dikin, difirin lê bi têra xwe nikarin li hewa bimînin.
Di macerayên li Afrîkayê de lehengên me di heman demê de yekem car dê rastî hemcinsên xwe bên.
***
Sinif - Pol - Entre Les Murs - The Class (2008)
Derhêner: Laurent Cantet
Lîstikvan: François Begaudeau -
Cure: Dram
Fîlmê ku îsal li Cannesê xelata Palmiyeya Zêrîn girt li lîseyekê derbas dibe. François li taxeke bi bela dest bi amadehiya dibistanê dike...
Pol wisa cihaneke ku her dem çand û helwestên cihê tên beramberî hev. Şemateya ciwanan di vî fîlmî de xwe nîşan dide. Lê François bi xwe bawer e ku dê asta hurmet û jîrbûnê derxe holê.