Diyarname
Kovara aborî Forbesê lîsteya lîstikvanên Hollywoodê yên ku herî zêde pere kar dikin eşkere kir. Belê di serî de Jolie tê.
Di amadekirina lîsteyê de karê di navbera mehên pûşpera 2008'an û pûşpera 2009'an hatine nirxandin û li gor vê yekê lîste hatiye amadekirin. Di lîsteyê de lîstikvanan navdar û delal Angelina Jolie di rêza yekem de ye. Jolie salane bi 27 mîlyon dolarê ku qezenc dike bûye yekemîn. Jolie niha jina lîstikvan Brad Pitt e û di lîsteyê de hezkiriya Pitt a berê Jennifer Aniston heye ku ew di rêza duyem de ye.
Vaye 10 ên sereke:
- Angelina Jolie: 27 mîlyon dolar
- Jennifer Aniston : 25 mîlyon dolar
- Meryl Streep: 24 mîlyon dolar
- Sarah Jessica Parker: 23 mîlyon dolar
- Cameron Diaz: 20 mîlyon dolar
- Sandra Bullock :15 mîlyon dolar
- Reese Witherspoon: 15 mîlyon dolar
- Nicole Kidman: 12 mîlyon dolar
- Drew Barrymore : 12 mîlyon dolar
- Renee Zellweger: 10 mîlyon dolar.


