Diyarname
"Efare" navê pirtûka nivîskar Çetîn Lodî ye. Di pirtûkê de çîrokên/meseleyên ji nav gel hatine komkirin hene. Di dawiya pirtûkê de hin gotinên pêşiyan jî hatine bi cih kirin.
Nivîskar Çetîn Lodî di sala 1978'an de li Dihêya Sêrtê hatiye dinê. Bi salan çerçîtî kiriye loma jî gelek tişt daye hev. Nivîsên wî di kovarên wekî Çirisk, Tîroj, W û Nûbiharê de hatine weşandin. Pirtûka wî ya nû "Efare" 6'emîn pirtûka wî ye derketiye.
Di "Efare"yê de meseleyên kurt ku carinan mirov didin kenandin, carinan didin fikirandin hene. Bi vê pirtûkê çîrokên kurt, meseleyên kurt ên li nav civakê ji mirinê rizgar dibin.
Va ne didu ji wan:
**Cigare
Xortekî ji zilamekî navsere agir xwest û cixare pêxist. Zilamê navsere dît ku berîka kurtekê wî qetiyaye û got;
- Xwarzê pakêta cigara xwe bifiroşe û ji xwe re bide kurtekekî.
*
**Tu çi bikî
Dema ku bûka wê li nava nan de goşt anî da xesûya xwe, xesûyê gezek lê da, tameke cuda jêhat. Zanî ku goştê beqê ye.
Wê dengê xwe nekir û xwar û ket bîra wê; wê jî wisa goştê beqê pijrandibû û dabû xwesûya xwe. Ji xwe re got, 'Mirov çi bike, wê were serê wî jî!"
- Efare / Çetîn Lodî / Weşanên Na / Serborî / 99 rûpel / 2023