Diyarname
Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di mîtînga xwe de nûçegîhana kovara Economîstê rojnameger Amberin Zaman rexne kiribû û gotibû: "Hedê xwe bizane jina bêedeb".
Economîstê îro di malpera xwe de bersiva Erdogan da û got: "Di demokrasiyan de rojnameger nayên tehdîdkirin. Lê li Tirkiyeya di bin rêveberiya birêz Erdogan de rewÅŸ ji bo rojnamegeran her ku diçe dijwartir dibe. Freedom House ku li ser çapemeniyê lêkolînan dike rojên borî notê Tirkiyeyê daxistû. Freedom House gotibû li Tirkiyeyê çapemenî êdî nikare wekî 'Biçek azad' bê hezibandin û gotibû 'çapemenî ne azad e'."