Diyarname
Merasîmeke ji bo nasandina pirtûka Pirsgirêkên Başûrê Kurdistanê ya di arşîvên Brîtanyayê yên di navbera salên 1918-1926’an de hat çapkirin. Pirtûk ji aliyê Profesor Dr. Rencder Mihemed ve hat nivîsîn ku gelek belge û raporên dîrokî yên girîng tê de cih digirin.
Li gor nûçeya Rojnewsê, Rêxistina Çand û Hunerê ya Yane û Siyaçemane ya li Helebceyê, ji bo nasandina pirtûka Pirsgirêkên Başûrê Kurdistanê ya di arşîvên Brîtanyayê yên di navbera salên 1918-1926’an de ku ji aliyê Profesor Dr. Rencder Mihemed hatiye nivîsîn, merasîmek lidarxist.
'BELGEYÊN DI VÊ PIRTÛKÊ DI LI KURDISTANÊ NIN IN'
Cîgirê Rêveberê Zanîngeha Helebceyê û nivîskarê pirtûkê Dr. Rencder Mihemed di derbarê mijarê de ji bo ajansê wisa gotiye: “Pirtûka min beşek ji belgeyên ku min dema nivîsandin a teza xwe ya doktorayê li Brîtanyayê berhev kiribûn û wergerandibû kurdî ye. Niha wekî pirtûkekê hatiye çapkirin ku ji 538 rûpelan pêk tê. Belgeyên di vê pirtûkê de li Kurdistanê nîn in ji ber ku bi fermî hatine tomarkirin û nehatine çapkirin û bi zehmetî peyda dibin. Ev yek jî destkeftiyek girîng e ji bo xwendevanan.”
'BELGEYÊN TAYBET, RAPORÊN HEVDÎTINAN HENE'
Dr. Rencder Mihemed di dewama axaftina xwe de qala naveroka pirtûkê kir û wiha dom kir: “Di pirtûkê de beşek ji dîroka siyasî ya Kurdistanê di serdemeke aloz û tijî têkoşîna siyasî û bûyerên taybet ên başûrê Kurdistanê de tê vegotin û daneyên li ser Kurdistanê hene. Ji aliyê siyasî ve hatine nivîsandin, girîngiyeke wan a taybet heye. Me ji bo xwendevan û lêkolînerên din jî wan bibînin, karek wiha li ser kir. Di nav pirtûkê de belgeyên taybet, raporên hevdîtinan, konferansên hikumetê, telgraf û nameyên di navbera rayedarên hikumeta Brîtanyayê de, rojname û destnivîs hene.”
'DI ÇARÇOVEYA XEBATÊN KURDOLOJIYÊ DE XEBATEK HÊJA YE'
Rewşenbîrê Hewramî Eyub Rostem di derbarê heman mijarê de wiha axiviye: “Pirtûka Pirsgirêkên başûrê Kurdistanê ya di arşîvên Brîtanyayê yên di navbera salên 1918-1926’an de pirtûkeke hêja ye, ew di çarçoveya xebatên kurdolojiyê de ye. Divê ev belge li ber destê her xwendevanekî hebin. Ji ber ku behsa qonaxeke gelek girîng di dîroka Iraqê de dike ku xewna dewletek kurdî hatibû binaxkirin.”