RÊZAN MIHEMED / SILÊMANÎ / ROJNEWS
Åžandeyek ji Nûneriya Kantonên Rojava li baÅŸûrê Kurdistanê serdana Rêveberiya GiÅŸtî ya Tenduristiya Silêmaniyê kir. Åžandeyê spasname û dawetname diyarî Dr. Mîran Mihemed kir.
Îro Åžandeyek ji Nûnerên Kantonên Rojava li Herêma Kurdistanê, serdana Rêvberê GiÅŸtî yê Tenduristiya Silêmaniyê Dr. Mîran Mihemed kir.
Hevserokê Nûneriya Rojava, Dr. Cawîdan Hesen ji çapemeniyê re axivî û behsa armanca serdan ÅŸandeyê kir. Dr. Hesen got: “Me îro serdana Dr. Mîran Mihemed kir. Ji destpêka ÅŸerê Kobanî û heta niha Rêveberiya GiÅŸtî ya Tenduristiya Silêmaniyê bi awayekî dilsozane aîkarî dane me. Me spasnameyek diyarî Dr. Mîran Mihemed kir.”
Dr. Cawîdan Hesen got: “Derveyî spasname me dawetnameyek jî pêÅŸkêÅŸ kir. Ji bo ku bixwe serdana Rojava bike û pirsgirêkên di warê tenduristî yên Rojava bixwe bibîne.”
PaÅŸê Rêveberê GiÅŸtî yê Tenduristiya Silêmaniyê Dr. Mîran Mihemed wiha axivî: “Ez spasiya ÅŸandeya Rojava dikim ku spasname diyarî kirin. Kurd li ku dibe bila bibe, li Silêmaniyê yan li Kobanî ji me re ferq nake. Me berê du caran alîkarî ÅŸandiye û em ê alîkariyên xwe berdewam bikin.”