Diyarname
Nivîskarê malpera me Ronî War bi pirtûka xwe ya çîrokan "Kuçeçîrok" derket pêşberî xwendevanên xwe.
Nivîskar Ronî War di sala 1969'an de li gundekî Dêrika Çiyayê Mazî hatiye dinyayê. Heta niha di gelek kovaran çîrok û nivîsên wî hatine weşandin. Ronî War tevî çend pirtûkên ku wergerandine heta niha bi pirtûkên xwe yên çîrokan ên bi navê "Bêlome be", "Jiyan jê Difûriya" û "Gurzek Çîrok" derketibû pêşberî xwendevanan. War ku di Diyarnameyê de di quncikê xwe "Avzêm" de carinan çîrokan, carinan nivîsên balkêş pêşkêş dike vê carê bi "Kuçeçîrok"ê derket pêşberî xwendevanên xwe.
Di çîrokên "Kuçeçîrok" de mijarên rojane, kitekitên jiyanê, têkiliya kes û civakê bi tevneke çîrokî, bi zimanekî herikbar hatine pêşkêş kirin.
Her wiha wekî notek em bibêjin ku Ronî War di Fûara Pirtûkan a Stenbolê TUYAP'ê de vê 30'ê mehê wê tevî weşanxaneyê xwe Ava û bi pirtûkên xwe derkeve pêşberî xwendevanên xwe.


