Diyarname
Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) ku navenda wê li New Yorkê ye got ku di sala 2025'an de li temamê dinyayê 129 rojnameger hatine kuştin.
CPJ'ê li ser vê yekê rapora xwe eşkere kir. Li gor raporê 129 rojnameger û xebatkarên çapemeniyê di salek de hatine kuştin. Rapor dibêje ku dor sisêya yekê wê li Xazeyê hatine kuştin.
CPJ bibîr xist ku di sala 2024'an de 124 rojnameger hatibûn kuştin, bi vê 129'ê de di 30 salên dawî de ev duyemîn rekora herî zêde kuştina rojnamegeran e.
Rapor radigihîne ku di şerê li Xazeyê de 86 rojnameger, li Ûkraynayê 4, li Sûdanê jî 9 rojnameger hatine kuştin.
Li Meksîka, Hindistan, Perû rojnameger hatine kuştin. Li Erebistana Siûdî qunciknivîskar Turkî el-Casser di pûşpera 2025'an de hatiye îdamkirin.
Dîrektora Giştî ya CPJ'ê Jodie Ginsberg gotiye, "Di dema ku ji her gav zêdetir pêdivî bi xwedihandina agahiyê heye de rojnameger bi asta rekorê de hatine kuştin. Dema rojnameger ji ber çêkirina nûçeyê bêne kuştin, em hemû di bin talûkeyê de ne."
Ginsbergê bang kir ku pêşî li van kuştinan bê girtin û kesên berpirs bêne cezakirin.