Diyarname
Li Tirkiyeyê îsal roja 31'ê adarê hilbijartina herêmî lidar dikeve. YSK'ê (Lijneya Bilind a Hilbijartinê) roj bi roj bernameya hilbijartinê eşkere kir.
Fermo ew bername:
- 2 Rêbendan: Navên partiyên ku mafê wan ê beşdariya hilbijartinê heye tê eşkere kirin.
- 4Rêbendan: Lîsteya hilbijêran li muxtariyan tê daliqandin.
10 Rêbendan: Partî li ku bu kîjan isûlê wê berendamên xwe diyar bikin dê ragihînin YSK'ê.
17 Rêbendan: Lîsteyê li muxtariyan hatine daliqandin dê bêne daxistin. Ji bo qontrolkirina navê xwe bi ser malpera YSK û E-devletê re jî roja dawî ye.
31 Rêbendan: Roja dawî ya eşkere kirina pêşberenraman e. Partiyên siyasî wê rojê radigihînin YSK'ê.
7 Reşemî: Serdema zelalkirina lîsteya hilbijêran, cihê hilbijêr dê lê deng bidin û sindoqa wan, dest pê dike.
11 Reşemî: Cihên dengdêr dê deng bidin û sindoqa wan zelal dibe.
16 Reşemî: Lijneya hilbijartinê ya bajaran dest bi pêşamadehiya pisûlaya dengdan dikin.
20 Reşemî: Partiyên siyasî heta saet 17.00'an lîsteyên berendamên xwe yên şaredariyan, endamtiya meclisê, endamtiya meclisa bajaran radigihînin. Berendakên serbixwe jî heman saetê radigihînin.
22 Reşemî: Di lîsteya partiyên siyasî de kemasî hebin, dê temam bikin.
23 Reşemî: Lîsteya berendaman a pêşî tê eşkere kirin.
29 Reşemî: Dest bi sazkirin û belavkirina kaxizên hilbijêran ên dengdanê tê kirin.
3 Adar: Lîsteya teqez a berendaman tê eşkere kirin.
4 Adar: Karê sazkirina jijneyên sindoqan temam dibe.
21 Adar: Propaganda û qedexeyên hilbijartinê dest pê dikin.
24 Adar: Belavkirina kaxizên hilbijêran ên ji bo dengdanê temam dibe.
30 Adar: Ji bo propagandaya hilbijartinê roja dawî.
31 Adar: Roja dengdanê.