Diyarname
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji bo hemwelatiyên wan neçin 19 bajaran ew hişyar kirin.
Balyozxaneya DYA'yê ya Enqereyê ji hemwelatiyên xwe xwest neçin 19 bajarên Tirkiyeyê ku bajarên kurdan jî têde ne.
Balyozxaneyê berê ji bo 3 bajaran hemwelatî xwe hişyar kiribû niha 16 bajarên din jî lê zêde kirin. Balyozxaneyê ji ber eqlehiyê gotiye bila hemwelatiyên wan neçin bajarên wekî Entab, Riha, Şirnex, Amed, Wan, Sêrt, Mûş, Mêrdîn, Batman, Çewlig, Dêrsim, Culemêrg, Bedlîs, Elezîz, Hatay, Kilis, Edene, îzmîr û Muglayê.
Di nav van de jî balyozxaneyê bi taybetî gotiye neçin bajarên kurdan û bajarên ser sînor.
Di daxuyaniya di malpera wan de hatiye weşandin de her wiha hatiye gotin ku ger pêdivî pê bê dîtin saetên xebatan daxin.