Diyarname
Di qada kurdî de her ku diçe hejmara pirtûkên cur bi cur zêde dibin. Niha yeka din ku li ser tibê ye derket. Pirtûka Dr. Erdal Sîpan bi navê “Nexweşiyên Sereke” ji Weşanên Sîtavê derket.
Dr. Erdal Sîpan ku berê bi navê “Nexweşiyên Destpêkê” pirtûkek derxistibû vê carê pirtûka xwe ya nû bi navê “Nexweşiyên Sereke” pêşkêşî xwendevanan kir.
Di pirtûkê de danasîna hin nexweşiyhen ku di nav gel de pir têne zanîn hatiye kirin. Ji bo nasîna van nexweşiyan wêne hatine bikaranîn û bi kurdî hem navê nexweşiyê hatiye nivîsîn, hem ew hatiye ravekirin. Li aliyê din sedemên nexweşiyê, nîşaneyên wê û di tedawiya wê de xalên girîng hatine rêzkirin.
Dr. Sîpan li ser armanca vê pirtûkê wisa dibêje, "Armanca sereke naskirina nexweşiyan û xweparastin e. Ez hêvî û daxwazim dikim ku ev pirtûk di nava gel de hişyariyekê derxîne holê û bibe sedema pêşîlêgirtina hin nexweşî û nebaşiyan.”
Di pirtûkê de 20 beşên cuda yên wekî hîpertansiyon, gowetar, reflu, kêmxwînî, prostat, kevirên ziravê, emel, bawesîr, jana zirav, penceşêr û yên din hene. Wêneyên ku ji bo nasandina nexweşiyan hatine bikaranîn jî ji aliyê Ercan Altuntaş ve hatine çêkirin. Di dawiya pirtûkê de ji bo fêmkirina têgehan ferhengokek bi kurdî, tirkî û îngilîzî bi cih kiriye.
Dr. Erdal Sîpan kî ye?
Dr. Erdal Sîpan di sala 1985'an de li Gendelavaya Wanê hatiye dinê. Li Zanîngeha Tibê ya Egeyê Beşa Tibê xwendiye. Îhtîsasa xwe li Zanîngeha Dîcle li ser beşa hinavî kiriye. Dema li Îzmîrê bûye edîtoriya kovara Hinarê kiriye û di heman demê de di nav avakirina xebata Kurdî-Dera Îzmîrê de cih girtiye. Wî di nav xebata Ferhenga Têgeh û Bêjeyên Tenduristiyê de cih girtiye. Di kovar û rojnameyan de nivîsên wî derketine. Wekî pirtûka yekemîn bi navê "Alîkariya Destpêkê" pirtûka wî derketibû û niha pirtûka duyemîn derxist.
- Nexweşiyên Sereke / Dr. Erdal Sîpan / Weşanên Sîtav / Tenduristî / 136 rûpel / Adar 2022