AMED
Ciwanên BDP'ê li Amedê 1'emîn Kongreya Meclisa Ciwanan a BDP'ê bi beşdariyeke mezin li dar xist. Di kongreyê de bi hezaran ciwan hebûn. Di kongreyê de peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat xwedin û gotina "me bi ciwanî dest pê kir emê bi ciwanî bi ser bikevin" a Ocalan bi çepik, tililî û diruşman hat pêşwazîkirin. Li salona kongreyê bi sedan alên PKK û KCK'ê hatin vekirin.
Endama Meclîsa Ciwana a BDP'ê Sîbel Akdenîz axaftina destpêktê ya kongreyê kir û destnîşan kir ku ew kongreya xwe diyarî 3 jinên şoreşger ên kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin, dikin.
Di deqeyeke rêzgirtinê de bi hezaran ciwanan bi yekdengî sirûda "Çerxa Şoreşê" xwendin. Paşê Serokê Dîwanê Huseyîn Koçûk axivî û silav hemû ciwanên bexwedêr û azadîxwaz, jinên ciwan ên hevalên Leyla, Sakîne û Fîdanan, jinên kurd ên êşên mezin hildigirin, hemû beşdarên ji hundir û derve kir.
Dema ku Hevserokên BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak, Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk û Parlamenterê HDP'ê Sirri Sureyya Onder hatin hundirê salonê, coşa li salonê derket lûtkeya herî bilind û ciwanan bi diruşmên "Ocalan" pêşwazî li wan kir. Mebûsên BDP'ê û HDP'ê li salonê amade b^nu.
Piştî sînevîzyona ji axaftinên demên cuda yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat amadekirin, Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder peyama Ocalan xwend.
Di peyamê de Ocalan got: "Ji bo civakeke dixwaze xwe bi pêş bixîne û biparêze, ciwan xezîneyek jêneveger e. Wekî meclîsa ciwanan, diyar e ku hûn bi gelek berpirsyariyên rojane û dîrokî re rû bi rû ne û gelek wezîfeyên we yên îdeolojîk, polîtîk, rêxistinî û însanî yên divê bi cih werin hene. Bi qasî vejîna têkoşîna me ya bêhempa ya 35 salan, pêkhatina wê jî di pêvajoyeke ew çend jandar re derbas bû û hat roja îro. Di warê hebûna me ya mayînde de, israra me ya 'jiyana azad' xwedî roleke diyarker e. Hîmên me yên bingehîn ên israra me ya 'jiyana azad' anîne roja îro yek jê ciwan ya din jî perwerdehî ye. Perwerdehî ji bo me tim bûye mijareke hebûnê. PKK wekî tevgereke ciwan û perwerdeyê ava bûye û bi perwerdeyeke bênavber veguheriye tevgereke gel. Ji perestgehên rahîp ên Sumeran heta niha hemû sîstem, rêxistin û dewletan kadroyên xwe yên pêwistî pê ditibin di nava mekanîzmayên xwe yên perwerdeyê de afirandine.
Ocalan got "Divê em şoreşgeriya baweriyê bi têgihîştin, agahdarbûyîn û zanebûnê re temam bikin" û wiha dom kir di peyama xwe de: "Takekesê azad, lêgerînerê heqîqetê ye ku xwedî vîn, xwedî nêrîn, xwedî nîqaş û jiyana azad e. Rêya yekane ya bûyîna takekesê azad, xwe perwerdekirin e. Eger hûn xwe di asteke gewretirîn de perwerde nekin, hûnê nikaribin civakê biparêzin."
Abdullah Ocalan bal kişand ser parastina civatê ku wezîfeya girîng a ciwanan e û wisa got: "Bêyî parastina civakê, siyaset nayê kirin. Siyaseta demokratîk li gel parastina cewherî, cewhera polîtîkavaniya demê ye. Ji ber ku demokrasî zimanê gerdûnê ye. Fonksiyona demokrasiyê ew e; dema polîtîka tê kirin, biryar tê girtin, hêza civak û rêxistinbûyîna wê beşdarî pêvajoyê were kirin e. Eger desthilatdarî xwe dispêre her yekîneyeke civakî û takekesan, divê polîtîka jî xwe bispêre her yekîne û takekesan. Eger di roja me ya îro de 'tevnên desthilatdariyê' yên bi modernîteya fermî re di nava têkilî û nakotiyê de li her derê ne, divê polîtîka jî li her derê be. Di vê dema ku gelê kurd polîtîkbûyîna herî xurt a dîroka xwe dijî de, pêwîst e ciwanên kurd di warê avakirina modernîteya demokratîk de ji bo ji holê rakirina dewletperestiya netewe, rola xwe ya pêşengiyê bilîze. Ji bo vê yekê jî berî her tiştî pêwistî bi sekneke têrker a îdeolojîk-polîtîk, exlaqî û rêxistinî ya li dijî modernîteya kapîtalîst heye. Ev sekin garantiya serketina avakirina neteweya demokratîk e. Ciwan dê di polîtîkaya veguherîna jiyana azad û nasnameya kurd li avakirina neteweya demokratîk de wezîfeya xercê bilîzin. Ya hîn bêtir bi heybet ew e ku nirxên modernîeteya demokratîk a li gorî xwezaya civaka me û bandora takekesiya me, neteweya we ya demokratîk, rêbaza jiyana we ya ekolojîk û aboriya komunal, zanyariya wê, felsefeya wê, azadiya wê ya hunerê, wekhevî û demokratîkbûyîna wê were parvekirin û diyarî gel were kirin. Me bi ciwanî dest pê kir, emê bi ciwanî bi ser bikevin. Bi vê rêzdariyê ez kongreya we pîroz dikim, bi hemû bîr û baweriya xwe ji we re serketinê dixwazim û silavên xwe yên şoreşgerî dişînim."
Di kongreyê de hunermend Seyda Perinçek û Koma Erbane ya Zarokan a Navenda Çanda Dîcle Firatê derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.
Di dawiya kongreyê de hilbijartin lidar ket û 22 kes ji bo Meclisa Ciwanan hatin hilbijartin.


