Gulbejn
Ji serdema herî kevin a nivîsê ku tê zanîn ve, wekî remz û rênasîyekê nivîs bûye rêbera mirovahîyê. Wekî ku tê zanîn, zanista herî kevn ango bi awayekî dî, zanista herî kevnar û berfireh felsefe tê zanîn ku hemû zanistên din di bin banê xwe de dihewand. Paşê yeko yeko beş û binbeşên zanist û hunerê jê qetîne. Li ser vê şopê em dibînin rêka gelek disîplîn û beşan jî heta asteke diyar bi hev re ne. Bêyî ku em ji sernavê nivîsa xwe dûr bikevin, divê em bidin zanîn heta sedsala 19’an dîrok jî di bin banê edebiyatê de, wekî binbeşek edebiyatê heta wê demê hatiye. Ji ber hin taybetiyên xwe yên xweser, bi demê re dîroknasan hem barê xwe ji ser milê wêjeyê girtine hem jî rêkek taybet ji xwe re vekirine. Mînak gelek in lê ya herî navdar ku dîroka kurdî de berhema Ehmedê Xanî mesnewiya "Mem û Zîn" sala 1692’yan de bi îlhameke mîtolojî bi awayekî modern û menzûme nivîsiye, Xanî ji dema xwe berhemek bi zanyarî, jidil, bêqisur û xurt teswîr kiriye ku heya vê çaxê bi mayînde li ber dilê edebiyatê, çi detayan em ê nebinîn ku bi zimanê çaxa xwe çîrok xistiye qelibekî mişexes teswîr kiriye. Em li wir jî hîs dikin û
dibînin tehma dîrokî di kakilê edebiyatê de çawa hatiye parastin. Çimkî her çiqas her du disîplîn jêderka wan felsefe be jî, xaçerêka tê de diborin ji hev ne cuda ne. Hest, raman, felsefe, derbirîn, rasterast xweza, rewşa bi her awayî ya mirovî û çîroka di nava demê de ya mirovahîyê. Bi awayê herî kurt mijara edebiyatê bûn. Lê piştî sedsala 19’an çîroka di nava demê de ya mirovahîyê ku îro em wekî dîrok dizanin ji edebiyatê diqete û wekî dîsîplîneke serbixwe rêka xwe didomîne. Ji ber bihevrebûna wan a bi sedan salan têkiliya di nava wan de jî gelekî grîft û tim li ser piyan e.
Ev têkilî wisa xurt û asayî ye ku dema zanista dîrokê rastî tu belgeyek dîrokî ya zanista xwe neyê yekcar berê xwe dide tekstên edebî. Loma jî heta vê demê, wekî belgeyên pêbawer zanista dîrokê pişta xwe bi rehetî dispêre berhemên edebî. Her çiqas berhemên edebî, berhemên tevnsaziyê bin jî di paşxaneya xwe de, ji serdema xwe, ji dema afirînerê xwe, bûyerên serdema xwe şopên beloq li xwe dihêlin.
Ji ber van sedeman dema em bala xwe didin roman, çîrok, şano, helbest û fîlmên dîrokî em pêrgî şopên wê serdemê tên. Loma jî dîrok û edebiyat bi qasî şopeke nas nêzî hev in. Dema em li berhemên edebî dimeyzenin, her çiqas dema her berhemekê cuda be jî dîsa her berhem şop û şîfreyên dema xwe di nava xwe de dihewînin. Wekî destpêka şano jî serdema berê ya yewnanan tov
digre, mijar û hemû hunerên şano çawa û li ku dest pê kiriye di dîrokê de kêm zêde em dikarin texmîn bikin. Ji ber vê taybetiya girîng a edebiyatê, dîsîplîna dîrokê tu caran ji edebiyatê neqetiyaye û ew ji xwe dûr jî nexistiye. Çimkî berhemek edebî çiqas hewl bide xwe ji tişt û geremola rojane dûr bixe jî, wan remz û sembolên roja xwe bikar tîne.
Bifikirin ku romanek derbarê şerê Kobanî de hatiye nivîsîn di sedsala 21’an de, ew ê çiqasî xwe ji wê serdemê û bûyerên wan deman dûr bixe? Yan jî romanek derbarê şerê rizgarîya Wîetnamê de bifikirinâ; Romanûs dikare çiqasî dûrî rastîyê be, çiqasî tevnsazî be jî ew bi kod û şîfreyên di nava xwe de qala wê serdemê bike. Yan jî berhemeke edebî ya otobiyografîk bifikirin ku çavkaniyek çawa ye ji bo siberojê, Belkî jî ji ber vê yekê ye dîrok û edebiyat nikarin dûrî hev bisekinin. Her çiqas berhemên wê serdemê berhemên tevnsazî bin jî, bi hemd yan jî bêhemdê xwe şopên serdema xwe bi awayekî gelekî xurt li xwe dihêlin. Bi van xisûsiyetên xwe edebiyat dibe çavkaniyek xurt ji bo dîrokê. Bêguman dîrok, bûyerên qewimî jî, her rojek dîrokî jî
dibin rêyêk ji bo berhemên edebî. Dema ku em van bi hev re bidin ber hev û ser hev, dîrok û edebiyat dibin du destbirakên hev ên hunerî û zanistî. Çimkî edebiyat jî ji bo ji paşxaneya dîrokî ya metna xwe, ya hunermend û wê serdemê sûdê werdigire. Ew roman, çîrok, şano, helbest û fîlmên dîrokî ku em dikarin wekî dîrokî qal bikin jî jixwe bingeha xwe ji wê derê digirin.
Têkiliya edebiyat û dîrokê bi qasî xwe bigihîne serdema arkaîk kûr û xurt e. Ji bilî van xalên ku me qal kir, sînorê vê hevkariyê bi berhemên cuda yên huner û çandî yên postmodernîst bêhtir berfireh bûye. Gelek sînor û xweseriya her du dîsîplînan bêhtir xumam kiriye.
Piştî dabeşbûna felsefeyê, du beşên sereke û gelekî nêzî hev û tim
di têkiliyek xurt de, wekî jêderk û çavkaniyên hev dîrok û edebiyat tim hev xwedî dikin û mezin dikin. Her du beşên zanistî/hunerî jî jêderka wan mirov in loma ji hev re tim palpişt in û hev zindî dihêlin.
Wekî gotina dawî heger em bala xwe bidin dîrokê, divê em di ser dîroka edebiyatê re gav nekin. Çimkî dîroka edebiyatê, bi sedsalan li ser berhemên edebî yên wê civakê hûr dibe, li gorî serdeman berhaman dinirxîne, bi cih dike û wekî belgeyan pêşkêşî dîrokê dike. Ji ber vê yekê jî bi saya berhemên edebî em kelepora xwe ya dîrokî jî nas dikin. Bi saya van berheman em feraseta ramanî û helwesta rojane ya mirovî ya civaka xwe jî bi awayekî dîrokî fam dikin.