Diyarname
21’ê Reşemiyê Roja Zimanê Zikmakî wê li Sêrtê jî bi paneleke pê pîrozkirin. Çalakiya li ser ziman a li Sêrtê ji aliyê Şaredariya Sêrtê û Egîtîm-Sena Sêrtê ve tê li dar xistin.
Çalakî wê li salona Şaredariya Sêrtê roja 21.02.2010, saet 14.00 de li dar bikeve. Di çalakiyê de wê nivîskarê me Evdile Koçer û lêkolînvan Evdile Gurgen wekî axivger cih bigirin. Panela ku wê moderatoriya wê rojnameger Îzzettîn Oktay bike de qê li ser girîngiya ziman bê sekinîn.