Diyarname
Ew dayik in, xwişk in, bira ne, bav in, lê bi navê xwe yê tê zanîn Dayikên Şemiyê ne. Ew dayik û kesên ligel wan ev 880 hefte ne daxwaza dîtina zarokên xwe, bira, mêr, bavên xwe dikin. Tam 880 hefte.
Dayikên Şemiyê ku li ber Lîseya Galatasaraya Beyogluya Stenbolê ev çalakî dabûn dest pê kirin, niha li hin bajarên din jî vê daxwazê dikin. Û îro bû 880 hefte ku dayik çalakiya xwe li dar dixin. Dayikên Şemiyê di her çalakiyê de yekî/ê bibir tînin, nav û kunyeya wî/ê dixwînin.
Dayikan di çalakiya xwe ya îro de bal kişand ser çalakiya Malbata Şenyaşar û Malbata Doku.
Emîne Şenyaşar ev 334 roj in li ber Edliyeya Rihayê rûdinin û banga edelatê dike. Diya Gulistan Doku Bedriye Doku jî li Dêrsimê banga dîtina keça xwe dike.