Diyarname
Piştî "Kurdên Urdunê", "Kurdên Rusyayê" vê carê pirtûkek li ser "Kurdên Almanyayê" hate amadekirin û derxistin. Pirtûk ji aliyê sosyolog Zeki Ozmen ve hatiye nivîsandin.
Kurd li her derê dinyayê belav bûne. Bi hêsanî mirov dikare bibêje ku di dehan welatan de bi deh hezaran, li hinan bi sed hezar û bi mîlyonan kurd dijîn. Heta niha li ser van kurdan gelek pirtûk hatin amadekirin û weşandin. Li ser "Kurdên Urdunê", "Kurdên Sovyetê" pirtûk hatin weşandin, vê carê jî li ser "Kurdên Almanyayê" pirtûkek lêkolînî hate amadekirin. Pirtûk ji aliyê sosyolog Zekî Ozmen ve hatiye amadekirin û niha ji aliyê Weşanên Ronahî ve hate derxistin.
Ozmen ku di sala 1979'an de li gundê Emerînê ya Cizîra Botan hatiye dinê. Di 11 saliya xwe de tevî malbata xwe çûye Almanyayê û li wê derê cih war bûye. Ozmen ku Zanîngeha Frankfûrtê kuta kiriye, di rojnameya Ozgur Polîtîka de kar kiriye. Ozmen ev çend sal in ku di malpera me Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike, heta niha di quncikê xwe de gelek caran li ser kurdên Almanyayê nivîs nivîsandiye.
Sosyolog û nivîskar Ozmen ji bo amadekirina pirtûka "Kurdên Almanyayê" gelek lêkolîn kiriye. Di pirtûkê de ji yekem car hatina kurdan ji bo Almanyayê bigire, heta yekem saziya ku wan ava kiriye, heta hejmara kurdên li Almanyayê gelek agahiyên berfireh ên der barê kurdên Almanyayê de cih digirin.
Ji saziyên kurdên Almanyayê bigire heta çalakiyên çandî ku wan li dar xistine û her sal li dar dixin, heta rojnameyên ku ew derdixin, heta dibistan, pîşe û rewşa hemwelatîbûna kurdan a li Almanyayê agahî hatine pêşkêşkirin.
Ger wekî mînak em bibêjin Ozmen yekem car hatina kurdan a ji bo Almanyayê dibe heta sedsala 18'an, dûre bi awayekî zêde hatina kurdan jî wekî salên 1960'î diyar dike.
Pirûka Ozmen "Kurdên Almanyayê" ji bo kesên dixwazin derbarê kurdên Almanyayê de bibin xwedî agahiyî çavkaniya tekane û girîng e.
Kurdên Almanyayê / Zekî Ozmen / Weşanên Ronahî / Lêkolîn / 189 rûpel
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.