logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Nivîskar Yildiz Çakar hat berdan
  2. 3 rojên dawiya hefteyê, çi li ku heye?
  3. Çewlig de Komeleya Ziwanî hamî akerdişî
  4. 'Welatparêzî bi zimanê biyanî nayê kirin'
  5. Li Mêrdînê Komeleya Ziman a Mezopotamyayê hat vekirin
news-details

Ji bo kurdan kîjan alfabe guncan e?

Ji bo biryardanê bi ya min divê mirov hinekî bi zanistî birame û mercên heyî yên madî, manewî, siyasî û hwd. bide pêşçav

  • Dîrok: 15/03/2012
  • Beş: Serbest

Zana Farqînî

Di rojên 2, 3 û 4’ê adara 2012’yan de li Amedê Konferansa Kurdî ya Neteweyî pêk hat. Ez jî wekî gotarder tevî vê konferansê bûm û mijara min jî li ser alfabeyê bû. Lê mixabin ku hin gotinên gotara min wekî ku yên min bin, eqsî çapemeniyê bûn. Ku xwedêgiravî min gotiye herfên alfabeya kurdî ya erebî têrî zimanê kurdî nakin loma ez alfabeya kurdî ya latînî dixwazim.

Erê ez alîgirê bikaranîna alfabeya kurdî ya latînî me, lê min negotiye ku alfabeya kurdî ya erebî têrî zimanê kurdî nake û ew alfabe kêm e, her wiha ez nikarim tiştekî wisan jî bibêjim. Min bi zanebûn xwest ku hinek dem di ser konferansê re derbas bibe, dinya hinekî ker bibe da ku ez paşê der barê vê yekê de bi nivîsekê raman û nêrîna xwe aşkera bikim.

Belê, qet nebe bi awayekî nivîskî ev sed sal e ku kurd li ser alfabeyê nîqaşan dikin. Rewşenbîrên kurd hîn di destpêka sedsala bîstan de (ku nemaze di hejmarên kovara Rojî Kurdî  de nîqaş û gengeşiyên wan ên li ser alfabeyê gelek in), gihîştibûn wê baweriyê ku divê ji bo kurdan alfabeyek hebe û ew jî li zimanê kurdî bê. Di nav wan ronakbîran de yên ku dixwestin alfabeya erebî ya kurdî bê revîzekirin jî hebûn, yên ku alfabeya latînî dixwestin jî hebûn. Heta yên ku alfabeya kirîlî û ûrdûyî pêşniyaz dikirin jî hebûn. Lê mixabin ev daxwaz hîn jî neçûye serî û kurd tevde ne alfabeyeke tenê bi kar tînin, ne jî dawî li nîqaşên li ser alfabeyên heyî hatiye.

Îcar min di gotara xwe de balê kişandibû ser nîqaş û pêşniyazên wan ên der barê alfabeyan de. Lê min navê ez behsa van nîqaşan û rexneyan bikim. Hez dikim bê ka ez çi dixwazim û nêrîna min a li ser alfabeyan çi ye diyar bikim.

Halê hazir, em dikarin bibêjin ku kurd du alfabeyên cuda bi kar tînin. Ji sê alfabeyan em hatine ser du alfabeyan. Alfabeya kirîlî ku li nav kurdên Yekîtiya Sovyetên berê dihat bikaranîn, îro ew êdî hema bibêje ji holê jî rabûye. Lê niha wisan bûye ku alfabeya latînî ji bo zaravayê kurmancî (digel kirmanckî/zazakî) û ya erebî jî ji bo zaravayê kurmanciya xwarê (tevî zaravayên din ên li Başûr û Rojhilat) tê pejirandin.

Digel vê yekê, ji hin aliyan ve rexne li wan her du alfabeyan jî tên girtin ku kêmasiyên wan hene. Lê bi ya min, a girîng hebûna du alfabeyan e ku parçebûna kurdan ji vî aliyî ve jî berdewam e. Îcar ji bo kurd ji vê yekê rizgar bibin, hewce ye ku dawî li vê rewşa heyî bê û kurd bibin xwedî yek alfabeyê.

Alfabe jî stûneke girîng a zimanê nivîskî ye û hebûna alfabeyên cuda cuda, ne karê lê belê ziyanê digihîne kurdan û zimanê kurdî, ku îro roj kurd ji ber rewşa bindestiyê neçar mane di heman demê de alfabeyên ji hev cihê bi kar bînin. Jixwe neteweya kurd xwedî gelek zaravayan e, îcar nebûna yek alfabeyê jî derdê ser derdan e.

Çawan min got, li her du alfabeyan jî rexne tên girtin ku ew kêm in û qîma zimanê kurdî nakin. Em van gengeşeyan deynin aliyekî, ku bi ya min ew mijareke din e û divê mirov wan cuda binirxîne. Pêşî divê em biryara girîng bidin bê ka ji bo zimanê kurdî kîjan alfabe guncan e,  kîjan dê baştir be û bibin xwedî yek alfabeyê.

Ji bo biryardanê jî bi ya min divê mirov hinekî bi zanistî birame û mercên heyî yên madî, manewî, siyasî û hwd. bide pêş çav. Li rewşa dinyayê binêre, zimanê teknolojiyê, alfabeya ku di warê amûrên teknolojîk de tê bikaranîn kîjan e bizanibe. Mesela binke û bernameyên kompîteran, cîhazên tibî û yên dîtir bi kîjan alfabeyê ne, ji bo ku mirov bikaribe li paş demê nemîne, bişê ji wan bernameyan sûd wergire û di zûtirîn demê de wan bi kar bîne, bi hêsanî û sanahî bi cîhana pêşketî re entegre bibe, di hilbijartina kîjan alfabeyê de xêr û kar heye, divê meriv têr baş bihizire.

Divê meriv ji aliyê pedogojîk û perwerdehiyê ve li mijarê binêre. Wekî nimûne; di alfabeya kurdî ya erebî de 33 tîp hene û ji bilî hin detayan her yek ji wan bi çend awayan tên nivîsandin. Gelo zarokekî ku hê nû dest bi dibistanê dike, di çend mehan de fêrî xwendin û nivîsandina van herfan dibe, di çend mehan de dikare ji tiştê dixwîne fehm bike û vekîta vê alfabeyê bi awayekî rast û tekuz bihewise, ango hîn bibe. Li gorî bersiva pirsa ku min ji pisporên alfabeya kurdî ya erebî kirî, ev dem ji salekê ne kêmtir e.

Em bên ser alfabeya kurdî ya latînî, bi awayekî giştî zarok di nav 5-6 mehan de hîn dibin ku hejmara tîpên vê alfabeyê 31 û du cureyên van herfan hene. Tîpên hûrdek û girdek. Wextê fêrbûna vê jî, bi qasî nîvê alfabeya kurdî ya erebî ye.

Digel vê yekê, rewşa heyî ya ku kurd tê de dijîn, em bibêjin ku biryar hate dayîn û gotin bila alfabeya kurdî ya erebî ji bo hemû kurdan be. Gelo mercên pêkanîna vê biryarê hene, rewş li bar e? Em bînin bîra xwe ku hîn li Tirkiyeyê zimanê kurdî bi awayekî fermî nayê qebûlkirin, statûyeke kurdan nîn e û alfabeya kurdî qedexe ye. Kurd ne xwedî dibistan in, bi gotineke din, zimanê kurdî hîn neketiye dibistanan û pê perwerde nayê dayîn, ma derfet heye ku ev alfabe bê bikaranîn û hejmara kesên ku bi alfabeya kurdî ya erebî dizanin jî gelek û gelek kêm e ku belkî ji sedî ne yek e jî. Lê li Herêma Kurdistanê desthilatiyeke kurdan heye, kurd xwedî derfet in, dibistan hene, medya heye, pergala perwerdehiyê di dest kurdan de ye, digel alfabeya kurdî ya erebî, alfabeyeke latînî jî dizanin, nemaze gava ku dersa zimanekî ewrûpî dibînin.

Li hêla din, mirov dişê bibêje ku ji nîvê kurdan bêhtir kurd îro bi saya alfabeya tirkî ya latînî be jî, jixwe ji bilî çend herfan hemû tîpên alfabeya kurdî ya latînî dizanin. Di zanista perwerdehiyê de gotina transferê heye, bi vê metodê mirov dikare sûd ji rewşa heyî wergire. Lê bi awayê din kurdên xwenda bi carekê dibin alfabenezan (analfabet).

Kurdekî ku bi alfabeya latînî bizanibe, li hemû der û cihên dinyayê dikare bi xêra vê alfabeyê nivîsên li ser tabela, lewhe, camekan û her wekî din bixwîne û cilaka xwe ji avê derxe. Lê warê alfabeya erebî zehf berteng e, ji bilî welatên misliman li cihekî nayê bikaranîn.

Loma dema ez rewşa kurdan, derfet û mercên heyî û rewşa cîhanê, teknolojiyê, amûrên elektronîk û herf û zimanê ku di wan waran de tên bikaranîn, didim ber çav û ji aliyê pedegojîk ve li mijara alfabeyan dinêrim, meyla min bêhtir ber bi tercîhkirina alfabeya kurdî ya latînî ve diçe.

Îcar bi ya min kîjan alfabe bê hilbijartin û ew alfabe bi kîjan azînê, bi kîjan rêbazê bê amadekirin jî, te divê ew alfabeyeke fonetîk be yan jî ne fonetîk be, bi tu awayî nikare hemû deng û rengedengên (fonem û alafonên) di zimanekî hene de binimîne. Çendî alfabe li dengên ziman bê anîn jî, hinekî jî ziman li alfabeyê tê anîn. Ji ber ku zimanê nivîskî û yê devkî du tiştên ji hev cuda ne. Ji lew re divê meriv ji bîr neke ku du aliyê zimên hene.

Zimanek (digel hebûna zaravayan/lehçeyan) nabe ku xwedî çend alfabeyan be. Bi pêkanîna alfabeyekê dê kurd ji nav xwe dîwarekî gelek zexm, astengeke gelek mezin hilînin. Eger ev pêk neyê, bi qonaxa demê re ligel parçebûna heyî, ev yekê dê parçebûna siyasî, parçebûna çandê, parçebûna zimanî jî bi xwe re bîne û siyaseta kurdan a di warê berbihevanîna zaravayan de jî bi ser nekeve. Di warê termînolojiya nû de dê zarava ji hev sûd wernegirin û alfabeya latînî dê bibe alfabeya kurmancî (tevî ya kirmanckî) û alfabeya erebî jî dê bibe alfabeya kurmanciya jêrê (tevî zaravayên dîtir). Em ji bîr nekin ku ziman hîmê çandê ye, çand pêkhênera rihê hevpar e, rihê hevpar jî civakê dike netewe. Nexwe awayê din îcar dibe sedema veqetîna ji hev.

zanafarqini@hotmail.com

***

Wêneyê "Alfabeyan" ji malpera Saradistribution hatiye girtin.
Wêneyê Zana Farqînî ku di vekirina Akademiya Ziman û Wêjeya Kurdî ya Ehmedê Xanî (21.02.2012'yan de vebû) de hatiye kişandin ji DÎHA'yê hatiye girtin.

***

Nûçe û nivîsên eleqedar:

- Konferansa Zimanê Kurdî û Delegasyona Nas û Dostan

- Dozger derbarê Konferansa Ziman de lêpirsîn da destpêkirin

- Ji bo tevgereke ziman desteyek hate avakirin

- Baydemir: Ziman haveyn e

- Talûkeya nifşek ji kurdî dûrketî mezin bibe

- Daxwaza li 4 parçeyan afirandina zimaneke hevpar

- DÎTINEK LI KONFERANSA ZIMANÊ KURDÎ YA NETEWEYÎ

- Ji Konferansa Ziman çend notên roja yekemîn

- Konferansa Zimanê Kurdî dest pê kir

 

 

Parve Bike

Youtube Me

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 14 05 2026

Wêjeya zimanê devokî û Omer Dilsoz

news
  • 12 05 2026

Nirxandina li ser pirtûka Dilovan Alî ‘Bîranînên Li Pişt Têlên Sînor’

news
  • 09 05 2026

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news
  • 08 05 2026

'Ferhenga Derûnnasiyê' a kî ye, kî diziye, Avesta wê çi bike?

news
  • 08 05 2026

Bersiva Tometbariya (Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê)

news
  • 05 05 2026

‘Li Hewşa Bêriyan’ evîn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
Ev jî hene
ad

Festîvala Fîlmên Kurdî a Stockholmê li benda berheman e

ad

Etîmolojî û Karne (Qarne)

ad

Oxir be Kîarostamî

ad

Mîr Perwer helbesta Cegerxwîn jî xwendibû

ad

Efsaneyê Talk Showê Springer mir

ad

Vane reqîbên Amed Spor û Wan BB'yê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Nivîskar Yildiz Çakar hat berdan

  • 15 05 2026
news

3 rojên dawiya hefteyê, çi li ku heye?

  • 15 05 2026
news

Çewlig de Komeleya Ziwanî hamî akerdişî

  • 15 05 2026
news

'Welatparêzî bi zimanê biyanî nayê kirin'

  • 16 05 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname