___Ar-da Arşêl___
Ev metn tabloyeke ne- çêkiriye ya jî tabloyeke ku firçeyeke lêxistiye ew firçeye di ku de dest pêkiriye di ku de qediyaye an jî neqediye ne xuya ye.
Zimanê metnê hêsan e. Honaka romanê hem heye hem tune ye. Elbet romanek bê honak nabe. Li gor nivîskêr honakek heye lê belê ne li ber çav e. Mirov wê raste rast nabîne. Mijar hertişt e lê ne tu tiştek jî. Ji ber ku metin bi rêbaz û zimanê postmodernîzmê hatiye nivîsandin xwe bi gelek mînakan dide der. Bêşiûriya binhiş, serhiş, dinbûn, lîstik ji metnekê derbasî metna din dibe (ji guliyekî derbasî ser guliyekî din dibe) bêsazkirina cihekî û ...hwd
Ev mînakên li jor giştik di romanê de hene.
Zimanê romanê û herikandina wê li gor şiûra lehengên romanê ye. Tek û tûk ne tê de, lehengên romanê bê teqet, lawaz, bixwerenedîtikin. Mîna Mêşoriç û Kel-mêş. Ev her du lehengên sereke ên romanê ne. Deng û bandora axaftina wan heta dawiya romanê bi tesîr in. Hew ew diaxivin car carna dengê 496'an dertê.
Lehengên romanê pir jîr dixuyin lê axaftin û kirina wan dûrî hev in.
Lehengên romanê pir in û ji hejmaran bigire heta lawaj û tîp û alavê xwarinê tev leheng in
Lehengên ji rêzê ne
Mînak; pinpinik, mêş, kelmêş, moz, pîrê, cilbuh, heftcark, dûpişk, mar, sîsark, gêrik, parazît, mêşoriç, beroş, das, sî, bênavî, mekanik, w, mêşogoyaresk, legan, kêr, sî-yek, kêrko, birrek, yekûnîv, 1, 2, 4, 8, 10, 16, 19, 31, x, 62, y, 124, 248, 2496, hinek nav û hinek hejmar bi xwe kaotîk in.
Zimanê romanê ne nerm e, hişk e. Di nav kaotîzmê de mezin bûye. Ziman naherike.
Roman li ser sifreyekê dest pê dikê. Lê raste rast ne yên li ser sifrê diaxifin. Yek di malzarokêkê de ye (li gor min), ji wir de tiştê li derve li ser sifrê diqewime qal dike. Lehengên Mêş û Kelmêş, hem lehengên romanê ne, hem jî di wê dikê de mêşin tê bi ser yên bi ser axaftinê de digrin. Destpêka romanê xweş e û nûhatiyek guherî dayê romanê.
Lehêngên ew qas qelebalix û navê wan hem hejmar û bi tîp be, mirov dibetilîne, li xwe asê dike, bi metnê re naherikîne.
496 jin e, Ker-mêş mêr e. Kermeş, xwedî nesihet e, pir nifiran dike, kûpê biwêja ye, pîrê romanê ye. Lehengên romanê diya wan 496 e. Hem jin e hem mêr e hem dê ye.
Roman ji alî qerekteran ve qernewal e; her yek ji derekê derdikeve û bi derekê ve çend dibe û di bin hişê hev de derbasî derheşê hev dibin. Dem carna îro ye, carna do ye, carna jî ne tu wext e. Di hevokê de em bi axaftina yekî re derbasî yê dibin lê em pê nahesin. Em hew dibînin em derhişê lehengekî din dixwînin.
Hîmê xwe li ser aşê felsefeyê dihêrîne û bi qalkirina nivîskaran di hişê lehengan de dramatîze dike
Romaneke mekanê wê carna li ser tabloyekê surrealîst e carna di qulek avê de ye, carna jî di tovê axê de ye. Her der ji bo lehengên romanê teşt e.
Romaneke ku lehengên wan kesên egoya wan li ser xwe re ye. Kesên dibêjin em ne tistek in. Em hîçek in. Yan jî em tune ne, em binê sifirê ne. Bizanibûn egoya wan bi ser de diqelibe.
Bi mijarê cur bi cur kevkanîya peyvan dagirtiye.
Mînak:
- Bêjîtî, exlaq, teolojî, başî, jixwehezkirin, hêvî, nebaşî, azadî, welat, hebûn-tunebûn, ego, nîvîskar, û....hwd
- Gelek cîh hene ku li metnê nehatiye.
- Metin di cihekî de xwe timî dubare dike, di kerîneka pêvedana mêşûkelêşa û di xwîn mijê de dehere û tê.
- Rûpel 42'yan de, gelo Henrî Miller ji ku hat bi derbekê de dikeve nava metnê û diaxive.
- Romaneke mîna ku mastê di kun de be û her tim dikilê û dikilê.
- Gelo hejmar û têkiliya wan lehengên din heye; wekî ku bi zimanê matematîkê be, min tistek jê dernexist. Dikaribû piçekî têkilî pê re dayîna wê baş ba. Ew qels maye.


