Yaşar Eroglu
Ez şaş nebim, cihûyan di sala 1897’an de konferansek pêk anî. Konferans li welatê Polanyayê pêk hat. Ji hemû zana, rewşenbîr û pêşketiyên cihûyan beşdarî vê konferansê bûn. Di vê konferansa ku ji bo cihûyan dîrokî bû de îbranî wekî zimanê cihûyan ê hemdem hate pejirandin. Lê mixabin zimanekî pê hev fêm bikirana tune bû. Ji ber vê yekê jî konferansê biryar girt ku zimanekî îbranî yê hevpar ji nû ve bê afirandin. Cihûyan çawa ku ji tunebûnê dewletek ava kir, wisa jî zimanekî mirî ji nû ve afirand. Îro zimanê wê dewleta ji tunebûnê hatiye avakirin, ew zimanê mirî ye ku ji tunebûnê hatiye afirandin.
Min ji bo çi mînaka li jor bi bîr xist?
Ji ber ku cihû, belkî ji dustura dînê wan an jî ji ser qewmê xwe re nedîtina tu qewman an jî ji tiştekî din pir bi hewl û xîret û ji bo her karê xwe yê neteweyî ji dil dixebitin. Lewma ji bo wan gotine, du cihû bên ba hev rêxistinekê çêdikin. Lê rewşa kurdan berevajî vê yekê ye. Siûda kurdan di van sî salên dawî de hinekî guherî lê problemên ferasetê hê dewam dikin. Gelek hatiye gotin ku du kurd hatine cem hev jê belavbûn derketiye. Bingeh û rastiyeke vê yekê heye.
Kurdan jî konferanseke ziman a neteweyî li dar xist. Gelek konferansên ji bo ziman û wêje hatine lidarxistin. Lê taybetiyeke vê konferansê heye. Cara yekemîn siyaseta her çar parçeyên Kurdistanê jî dest avêtiye xala ziman û biryarên gelek girîng hatine girtin. Ez bi navê xwe vê konferansê silav û pîroz dikim.
Der barê qada ziman de 13 biryar hatine girtin. Tev biryar girîng in, lê divê pênc xalên sereta wekî serkeftina konferansê bên dîtin.
“1-Zaravayên kurdi dewlemendiya zimanê kurdî ne, parastin û pêşxistina van zaravayan peywireke neteweyî ye.
2-Di van rojên ku Kongreya Neteweyî ya Kurdan di rojevê de ye, divê program û siyaseteke ziman a kurdan a neteweyî hebe.
3-Ev Konferans, standartkirina her zaravayan hewce dibîne û ji bo berhevkirina zargotin û wêjeya devkî parastina devokên herêmî esas digire.
4-Ji bo fêmkirina kurdan a ji hev û pêkhatina hişmendiya neteweyî hewceyiya tenê yek alfabeyê heye. Heta ku ev yek biçe serî, ji ber rewşa heyî ya başûrê Kurdistanê divê her du alfabe jî di her qadên jiyan û perwerdeyê de bêne bikaranîn.
5- Ev Konferans, perwerdeya bi zimanê kurdî wekî mafekî neteweyî û mirovî dibîne û ji bo vê yekê ji dibistana derguşan heta zanîngehan kurdiyê wekî zimanê perwerdehiyê dixwaze. Ev jî bi statûyeke siyasî mimkûn e.”
Kes li hember van daxwazan nikare derkeve û dikare beşdarî van daxwazan bibe û îmze bike. Lê problemek heye ku ji feraseta neteweyî dûr e û divê bê rexnekirin. Ew jî destnîşankirin û vexwendina delegasyonê ye. Bi diyarkirina çapemeniyê saziyên karê lidarxistinê girtine ser xwe KCD, Enstîtuya Kurdî ya Amedê û Kurdî-Der in.
Bi min her saziyekê derdora xwe wekî neteweya kurd dîtiye. Li gorî vê ferasetê jî delegasyon diyar kirine. Li ser çend kesên li pêş li hev kirine û yên din li gorî feraseta xwe pêk anîne. Çend kesên siyasetmedar, zimanzan, zanyar, nivîskar û hwd. Di her konferans û kongreyan de heman rû û heman kes delege ne. Jixwe ew sergovendî ne. Ji bilî wan ne siyasetmedar hene, ne zanyar, ne zimanzan û hwd. Bi dîtina wan êdî der û dorên pê eleqedar jê têr bûne. Divê ev feraseta monopolîst-yekdestî konferanseke bi navê neteweyî li dar nexe. Wê gavê ev nabe konferanseke neteweyî, jê re dibêjin konfernsa nas û dostan.
Her kes baş dizane ku wekî her qadan di qada ziman de jî parçebûn heye. Her kes pîvan û dîtinên xwe esas digirin û pêk tînin. Ne hewce ye ku van hemû kes û derdoran di bin baskê konferansê de berhev bikin û razîbûneke dorfireh derxin rastê? Hewce ye hem jî ji her rojê bêtir. Lê belê ji nas û dostan rê ji kesî re namîne.
Baş e, bi wî awayî jî dibe. Lê...
Eger ji kesên enerjiya xwe ya dînamîk, ji dil û bi berpirsiyarî û ji her derdoran pêk neyê, konferans dibe dîlan û şayiyeke dîtbar, çepikmend û li ser kaxizan. Wê gavê divê lidarxistî xwe lêxin û xwe bireqisin.
Bi vê yekê em xwe nexapînin. Gelek konferans pêk hatin. Gelek biryarên dîrokî hatine girtin. Lê gişt jî li ser kaxizan man. Ew komîsyonên li ser kaxiz hatine avakirin, gelo cenabê di komîsyonan de bi cih girtine bixwe jî navê xwe bi bîr tînin an bixwe jî ji bîr kirine? Gelo bi qasî qalikê gûzê hewl dane ji bo wan biryaran pêk bînin? Ez bawer nakim. Toza li ser wan biryaran jî nehatiye pifkirin. Tenê ne ew gelek tiştên din jî hene hatine jibîrkirin.
Jidilbûn, bibiryarbûn, berpirsiyariya neteweyî, hewcedîtin miriyan zindî dike. Berevajiya vê ligel axaftinan, biryaran dibe ku zimanê zindî jî mirî bike. Li ber çavên me zimanê zindî çem û çem here.
Me feraseta kambax rexne kir. Em hêvî dikin ku aqûbeta pêkhatî neyê serê biryarên vê konferansê jî. Ji ber ku biryar pir girîng in. Pêkhatina wan ji bo ziman şoreş e.
***
Nivîsên Yaşar Eroglu yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Nîqaşek li ser dîtinên Perwîzê Cîhanî
- Rexneyeke derengmayî ji bo Medenî Ferho
- Di nivîsara kurdî de rexne û rexnegirî
- Di axaftina zimanê kurdî de cihê dest û dev
- Pirtûkxaneya Ehmedê Xanî û çend gotin
- Ergatîvîte, pirzimarî û problemên kirdeyan
- Hevoksaziya lêkêrên gerguhêz û negerguhêz
- Hin şaşiyên ziman ên Hînkera Enstîtuya Kurdî
***
- Dozger derbarê Konferansa Ziman de lêpirsîn da destpêkirin
- Ji bo tevgereke ziman desteyek hate avakirin
- Talûkeya nifşek ji kurdî dûrketî mezin bibe
- Daxwaza li 4 parçeyan afirandina zimaneke hevpar
- DÎTINEK LI KONFERANSA ZIMANÊ KURDÎ YA NETEWEYÎ
- Ji Konferansa Ziman çend notên roja yekemîn
- Konferansa Zimanê Kurdî dest pê kir


