logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Sempozyûma Zimanê Kurdî: Li ser 'Li Kurdistanê rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî' li dar dikeve
  2. Bi kurdî kanaleke nû: 'Nûçe TV' dest bi weşanê dike
  3. ‘Şeva Çîrok' û 'Şeva Helbestan’ li dar dikeve
  4. Li ser kurdî ji 5 wezaretên Tirkiyeyê pirs hatin kirin
  5. Dengbêj li ber Ulu Camiyê bûn
news-details

Nixumandina Perdeyan

  • Dîrok: 03/10/2025
  • Beş: Serbest

___Ayşegul Kizilkaya___

Min hay xwe nebû ez çiqas bi wî awayî mabûm, wekî ku mirovek destê xwe deyne ser milê min, ji nişke ve veciniqîm. Dibe ku ez diponijiyam. Jixwe hişê min ne li serê min e. Min bi awirên vala, bi nêrînek bêwate li derdora xwe nêrî. Bi pey re kêlî bi kêlî ku dihatim ser hemdê xwe; di her kêliyê de pêlên fikrên ku ez di nava wan de avjeniye dikim li qeraxa hişê min diketin. Mêjiyê min dixelî bi çerp û çerpa fikrên bêserûber ve. Hişê bela wela dorpêç kiribû derûniya min. Hewl didim bala xwe bes li ser cihekî berhev bikim lê zehmet e.
Helbet ji vê rewşa xwe ne razî me. Jixwe em bi xwesteka xwe ve nehatine vê dinyayê, hêzeke em girtin û pengizandine. Xirab an qenc, xweşik an kirêt, dijwar an hêsan, em çi dijîn bila bijîn, tenê heqê me heye li vê jiyanê... Heke em bibêjin ka em vegerin di paşerojê de hin tiştan veguherînin jî nabe, tu derfet nîn in. Ya din em çiqas bixwazin jî di derheqê xwe de em nikarin bi serê xwe biryaran bidin. Carinan em hizir dikin ku em bi hişê azad difikirin lê ya rastî ew jî îlluzyoneke hemdemî ye. Di vê sedsala 21'ê de meriv dikare bêyî her tiştî azad bifikire, ew pêkan e? Di guhê me de hezar deng, li pêş çavên me cur bi cur dîmen...Bi bandora van dîmen û dengan di binhişan de, bi pirsa "gelo ez çawa têm xuyan?" ve wê çawa azad bibe hebûna me? Biryarên ku em didin an jî di hindura xwe de dihewînin; bi tesîra wan deng û dîmenan nayên dayîn û hewandin? Em dikarin bibêjin hest û fikirên me bi tevahî bêbendî ne? Heke me bikaribûya bi tevahî ji mimkûnbûnan zêdetir, bi serê xwe biryarên xwe bidana wê çaxê me yê bikaribûya hebûna xwe hîs bikira û lezeta azadiyê tehm bikira.
Bi van hîs û hizran ve li ber masê rûnîştî me. Min berê xwe da pacêya mitfaxê ku perdeya wê her wext kişandiye. Vê gavê min yekcar pênexistiye. Ez di derê balqonê re li derve dinêrim. Perdeyên malên li hember mala me hemû nixumandî ne. Dibe ji bo cîranan nepenîbûn girîng e. Ew çawa pirs e, ma ji bo min ne girîng e? Cîranên min niha hizir dikin "ew çi jineke bêfedî ye." Dibêjin "ma meriv mala xwe li awirên xirab û bêfêl sitare nake? Belkî jî ew bi heq in, çi zanim vê carê min nexwest perdeyan pêxînim. 
A niha tam jî di vê kêliyê de ez ji xwe haydar dibim, ew ramîn ne bi bendî ramîn e? Mijara ku ez behsê dikim ne ev e? Ez ketime xema xelk û cîran di derheqa min de ka wê çi bifikirin? Ew bi kîjan çavî li min dinêrin? Mijar jixwe tam jî ev e...
Ya rast gava perdeyan dinixumînim wekî ku ez bikevim odeyeke girtîgehê û ez di tariyê de bimînim. Ez li xwe eciz bûm. Kerba min vebû; ji min re çi, xelk çi difikire bila bifikire! Çi şixulê min bi wan heye? Bila demeke wisa derbas be... Ew nayê wê wateyê ku nepenîbûn ji bo min girîng nîn e. Jixwe min hinava xwe bi deh qat perdan ve nixumandiye. Ez dinyaya hundira xwe ji awirên fêlxiraban diparezim, bes e. Bila perdeya mitfaxê jî hinek vekirî be, wê çi lê were? Ez çi dikim ku ew li min temaşe bikin? Em bi zar û zeçên xwe ve dixwin, vedixwin an jî ez şîvê çêdikim û firaqan dişom û mitfaxê didim hev. Carinan jî rûdinim û dixwînim.
Rast e, ez dixwînim jî, ma ne? 
Min berê xwe da pirtûka li ber xwe. Pirtûkê qala têkîliyên jin û mêrekî dikir. Jinik êdî bêzar bûye ji dexesiya mêrê xwe. Tiştên ku jinikê nekiriye jî mêrik di hişê xwe de li ser wan çîrokan diafirin, bi xurtî dibêje te wisa û wisa kiriye. Jinik diheyire, aqlê wî çawa dişuxile.
Ketim nava pirtûkê, bi hişê belawela ve derketim rabirdû û rewîtiya xwe. Di nav hizrên hebûnê de geriyam. Nizanim çiqas bi vî awayî mam ez bi xurandina memikê xwe yê çepê ve bi xwe hesiyam. Min hinekî xurand, min canê xwe rihet kir. Dizanim ew xur, xureke ji derûniyê ye. Ew cihê ku dixure, cihê rihê min ê birîndar e. Carinan dixure û ez zûtir lê xilas dibim. Lê vê carê gelek zêde xuriya. Tê  gotin ku; heke kulek dixure, êdî ew kul ber bi çêbûnê ve ye. Wekî ku kula min jî ji min re bibêje "em li hev difilitin êdî, tu çê dibî, baş dibî, ez jî hedî hedî dihelim û winda dibim di hindurê te de. Gava ew xurandina te xilas bû ez ê êdî li ser memikên te nebim. Wê çaxê bizanibe ez êdî heliya me, çû me." Dengê kula min qut bû, min dest avêt memikên xwe, şûna kulê bi min vê diyar bû. Xur, vê gavê xilas bû lê dizanim ew kul hê jî di cihê xwe de ye. Her wext, her roj hinekî kêm bibe, çê bibe jî em hêj li hev nefilitî ne.
Destê min li ser pêsîra min, ez di behra hizran de, berê min çerxî paceyê, tîrêja tavê da eniya min. Taveke xweş... Vegeriyam dinyaya pirtûkê. Off ew mêr çiqas şizofren e.

***

Nivîsa Ayşegul Kizilkaya ya ku berê di Diyarnameyê de hatiye weşandin:
- 'Payîz an jî Ziyab'

Parve Bike

Youtube Me

4 FERHENGÎ: 2 zazakî, 2 kurmancî

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 14 05 2026

Wêjeya zimanê devokî û Omer Dilsoz

news
  • 12 05 2026

Nirxandina li ser pirtûka Dilovan Alî ‘Bîranînên Li Pişt Têlên Sînor’

news
  • 09 05 2026

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news
  • 08 05 2026

'Ferhenga Derûnnasiyê' a kî ye, kî diziye, Avesta wê çi bike?

news
  • 08 05 2026

Bersiva Tometbariya (Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê)

news
  • 05 05 2026

‘Li Hewşa Bêriyan’ evîn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
Ev jî hene
ad

Çalakiyên çandî yên dawiya vê hefteyê

ad

Talebanî dê li Almanyayê bê dermankirin

ad

Min di xewnê xwe de zimanê xwe dît

ad

CHP'ê ji bo Wan, Bedlîs û Îdirê berendamên xwe eşkere kirin

ad

Belgefîlm diçin Selanîkê

ad

Ji bo Davutoglu serbest, ji bo Demirtaş qedexe ye!

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Sempozyûma Zimanê Kurdî: Li ser 'Li Kurdistanê rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî' li dar dikeve

  • 13 05 2026
news

Bi kurdî kanaleke nû: 'Nûçe TV' dest bi weşanê dike

  • 13 05 2026
news

‘Şeva Çîrok' û 'Şeva Helbestan’ li dar dikeve

  • 13 05 2026
news

Li ser kurdî ji 5 wezaretên Tirkiyeyê pirs hatin kirin

  • 13 05 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname