Diyarname
9'ê mehê bi merasimek 5'emîn Festîvalan Fîlman a Navneteweyî ya Silêmanî dest pê kir. Festîval îsal bi diruşma "Çanda kurdî û zimanê zikmakî" festîval li dar dikeve. Festîval îsal di navbera 9-16'ên mehê de li dar e.
Festîval bi hevkariya Zanîngeha Silêmanî û Kampanya Mestî Fîlm li dar dikeve. Berpirsê Festîvalê Fuad Celal axivî û diyar kir ku ev festîval ji bo xurtkirina nasnameya kevnare û ji mîrnişînên Baban heta roja me ya îro dewam dike.
Dûre koma muzîkê ya Payîz derket ser dikê û konserek pêşkêş kir.
Fîlmê derhêner Mehmet Ali Konar ê bi navê "Demo Ke Pelê Gozan Benî Zerdî" wekî fîlmê destpêkirina festîvalê hat nîşandayîn. Di festîvalê de dor 150 fîlmên metrajdirêj, kurtefîlm û belgefîlm têne nîşandayîn.
***
Nûçeya Eleqedar: