___Dilyar Amûdî___
Rola kurdên diasporayê her cihê fikirîn û meraqê ye ji bo kurdên welatî. Berî ku ez jî bibim kurdekî derveyî Rojhilata Navîn, min jî ew mereq dikir û digot gelo çima kurdên diasporayê ne jêhatîtir in, ne çalaktir in û her wiha çima bandora wan li ser Kurdistanê û her wiha li ser cîhanê jî ne xurtir e. Ev û gelek pirsên din ên wekî van, di serê min de dizîzikîn û niha piştî ku ez jî Almanyayê me, hîn jî ne bersivê dizanim û ne jî dizanim bê çawa bigihîjim bersivê.
Lê tiştê dikarim bikim ew e ku bı niha çavdêriyên xwe bigihînim we û ji we re bibêjim ka ez çi dibînim belkî kesên ji mêj ve li vir in jî bixwînin û hinek xalan zelaltir bikin.
Ez dê di vê nivîsê de li ser du mînakan rawestim; yek ji wan nivîskarê pirtûka "Kurdên Almanyayê" Zekî Ozmen e ku niha gelek vîdeoyan li ser Almanyayê çêdike û bi taybetî nûçe û agahiyên girêdayî kurdan jî di wan vîdeoyan de şirove dike.
Mînaka duyem, donerciyê min e ku ez gelekî diçim cem û nêzîkî 35 salan e li Almanyayê dijî. Ew û malbata wî kurd in, welathez in û dibêjin em kurd in û dilxwazên kurdan in. Lê wêneyê Stenbolê li dikana wî daliqandî ye. Karê xwe dike û serkeftî ye. Tirk tên cem bi tirkî diaxive bi wan re, kurmanc tên bi kurmancî, soran tên dîsa bi kurmancî diaxive û eger fêm nekin li almanî vedigerin.
Sedema ku min ev herdu mînak dan jî ev hilbijartinên dawî yên mezintirîn wilayeta Almanyayê Nordrhein-Westfalenê (herêma Bakurê Reyn û Westfaliya) ne. Li wê derê siyasetmedara kurd a Partiya Keskan Bêrîvan Aymaz hindik maye bibe şaredara çaremîn mezintirîn bajarê Almanyayê. Ew namzeta bajarê Kolnê ye.
Ev demek e, Zeki Ozmen bi taybeta behsa Bêrîvan Aymazê dike û videoyan li ser çêdike. Ji kelecana wî xuya ye bê çiqasî dixwaze haya kurdan jê çêbibe û bi ser keve. Agahiyan dide, li ser rewşê û kampanyayên dijber diaxive. Mirov ji wir fêm dike ku divê her kurdekî Almanyayê piştgiriya Aymazê bike. Di şexs û berhemên Zekî de, mirov kesekî wisa dibîne ku dizane çi Almanyayê çêdibe, haya wî jê heye ku li Almanyayê dijî û divê bizane li wir çi dibe û divê ew jî wekî welatiyekî ji bo Almanyayê rola xwe bilîze. Lê her wiha kesekî wisa jî dibîne ku ji bîr nekiriye ji ku hatiye û gelo dikare ji bo welatê xwe yê yekem û gelê xwe çi bike.
Îca eger ez werim ser donerciyê xwe. Ez jî bi heyecana vîdeoyên Zekî û hinek nûçeyên din li ser kurdan û hewlên wan bo cihgirtina di siyaseta Almanyayê de, çûm ba donerciyê xwe. Min jê re got, kurd wisa dikin û hewl dikin têkevin encumenên şaredariyên. Wî got, “Ê wê çi bibe? Nikarin bi kerê diçin kurtên.” Wekî ku tu aveke cemidî bi ser min de dake, ez sekinîm. Paşê min got, reng e ku Bêrîvan Aymaz bibe seroka şaredariya Kolnê. Wî got, nanasim. Min jî helbet nema tiştek got.
Gava mirov van herdu mînakan dibîne, berî her tiştî mirov dizane ku haya kurdan ji hev tune ye. Diaspora kurdan ne yek e û ne alman in, heta wan gundê xwe li pişta xwe kiriye û aniye Almanyayê û ji wî gundî derneketine.
Li vir ne ku şaş û rast heye, ne ku xerab û baş e heye. Lê rewşek heye û divê em bibînin. Nizanim lê wekî ku em nikarin bi hêsanî wê rebenî, bindestî û neçariya welatî ji serê xwe biavêjin. An jî wekî Şahin Bekirê Soreklî di helbesta xwe “Fatimeyê” de dibêje:
“Ma em ji vir in, em ji wir in
Nema dizanin em kî ne
.
.
.
Lê te ji bîr kir
Rehê te ji welatekî ne,
Tu dest jê berdî jî ew dest ji te bernade, Fatime.”
Çîroka helbestê ne girêdayî vê meseleyê ye jî lê belê ev beş parçebûn û windabûnê nîşan dide ku êdî li ba her kurdekî peyda dibe.
Lê eger em vegerin ser mijara xwe. Divê em aliyên geş jî bibînin û hewl bibin ne fêm bikin bê çima em wisa ne. Anku gava mirov Bêrîvan Aymaz jî dibîne, ji xwe re dibêje, hêvî jî namire û hinek hene bi navê xwe li Almanyayê kar dikin û ji bîr nakin ji ku hatine û gihîştine cihên bilind. Ev jî cihê hêviyê ye.
***
Nivîsên Dilyar Amûdî yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- ‘Date’a min bi jineke alman re
- Hesasiyeta kurdan li hemberî rexneyan: Çîroka îngilîzekî û ya cihûyekî
- 'Komara erebî' jî neçar ma ku bi kurdî weşanê bike
- Werger û rojnamegerî: Yek mînak
- Gelo bi rastî peyva 'Reşo' nijadperestî ye?
- Çivanoka Muhlenbergî û rewşa kurdan
- Beşa winda hat dîtin: Zimanê hindoewropî ji ku hatiye?
- Çiqolata û Qomisyon û hinek peyvên din: Kîjan rast e?
- Kurdistan serbixwe be dê bihuşt be?
- Gelo mirov dikare bêriya kesekî bike ku ew nedîtiye?
- Çîroka kurdeke bi navê Mana; Zimanê muşterek û ortak dil
- Kîjan rast e; berî 10 salan yan 10 sal berê?
- Tiştê çû, yan tiştê bê wê girantir be?
- Devoka te têra me nake; hevfêmkirin û hevnasîn ji te re lazim e
- 'Guhê dîwaran hene' û 'dibe te bişînin mala xaltîka te'
- Em û ew; asgarî ucret û serxwebûn
- Kurdên Ewropayê; me xwe çiqasî winda kiriye?
- Tu û paşnavê xwe çiqasî girêdayî hev in?
- Maçîkirina lêvan ji ku derket?
- Tirkî dikare bi kurdî loma ‘em ders dixebitin’
- Kurd, korona û makarna, ligel pivazan
- Putin gotiye ez ê mala bavê Tirkiyê bişewitînim!