Ji bo guhdarîkirinê:
Gelo jiyan sertapê hevsengek e, nizanim. Vê pêlê navbera min û peyvê hinekî tezî ye. Em ji hev re bûne mîna hêkên gundan, tu zanî, em hemû gelek hez ji hêkên gundan dikin, lê em hez ji gund û gundiyan nakin. Tenê hêk!
Heta heke hêkên me yên gundan nebin, em devê xwe di hêkan nakin.
Xasma di rastiya xwe de hêkek bi navê hêka gundan jî tune ye. Em dizanin, çewlik û cihên xwedankirina mirîşkan hene, piraniya hêkan ji wir tên. Tên ber destê firoşkaran, di zîçê mirîşkan wer dikin û tînin li ser “hêka gundan” dinivîsin û difiroşin me.
Em “hêkên gundan” ji “zîçê” wê nas dikin. Zîç, nîşana gundîbûna wê ye. Em gelek hez ji hêkên bi zîç ên gundan dikin, lê bîzê me ji gundiyan diçe. Em ji hêkên wan hez dikin, ne ji wan –ho gundiyo, necindiyo, here ber golikan!
Em gava çav bi hêkên bi zîç dikevin, yekser destê me diçê û ragihêjinê davêjin sepeta xwe û dibin ber kasiyer –ezbenî ka van hêkan jî têke selikê ji kerema xwe! Hêkên gundan in ha, resen in va ye hêj zîçê wan li ser e, xwedê zane, vê sibê ji zotika mirîşka gundan peyda bûye!
Kêfa me gelek bi malê gundan tê. Bacanên gundan, penîrê gundan, tiriyê gundan lê îmana me ji gundiyan diçe. Em ji gundiyên necindî hez nakin, em ji malê wan ê pak û zexernebûyî hez dikin. Em wisa bawer dikin, ku gundî her çend nexwende û nezan bin jî dilpak in. Hêkên wan jî hêkên rastî ne û bi genetîka wan nehatiye lîstin. Malê wan tu dermanên kîmyewî, filan bêvan zêde têketine navê, em wisa dizanin ku “malê gundan malê xas e” em wisa dizanin ku ew mal mîna hêkên gundan in, bi dilekî rehet em dikarin wan bikirin.
Bayek rabûye û “galgaleke wiha” berbelav kiriye, niha em hemû bi vê bawer in.
Her tişt, bi leza pifa bayekî berbelav dibe di bazarê de, em tu carê dûvçûnê wê nakin, xwe nagihînin serçaviyên wan, tenê guh didin wî bayî û li me xweş tê. Hêsan e, here bazarê, barek mirîşkên gundan, zexîre û zerzewatê gundan… Oooh, xêra Xwedê!
Axirê, ne min got, em gelekî hez ji hêkên gundan dikin, em wisa dizanin ku ew bê OGG ne. Maneya OGGyê Organîzmayên Genetîk Guherandî… pak û temîz in.
Erê, dengê we hate min; niha hûn dibêjin ew tu behsa çi dikî? Nexwe ez merema xwe bibêjim.
Ez gelek caran me û hêkên gundan di nav hêkdankekê de dibînim. Em texma nivîskarên kurd dişibin “hêkên gundan” lê em hêkên bê zîç in û gelek ji me dilmê ne, tu pif bikiyê dê bikin şeqqq û bişkên.
Roj bîst û çar saet bi zardevî “doza zimanê ku em pê dinivîsin” dikin lê tew carekê jî tu kes nabêje ka gîskê te bi çendê! Tune. Ew gundî ne lê hêkên me xwedan muşterî ne, li bazarê li ser destî ne :)
Pir bala min kişandibû, bo nimûne, alman gelek hez ji donera tirkan dikin lê ji tirkan nefret dikin. Li Amerîkayê hemû amerîkî bi basketbolîzên xwe yên “reşik” serbilind in lê gava di ber taxa reşikan re derbas dibin, serê pozê xwe badidin.
Ez dişêm gelek nimûneyên vê hez û nefreta pir nakok bibêjim.
Em hez ji hêkên gundan dikin, ji donera wan, ji lîstika wan, ji deng û stranên wan, lê em heman wext ji wan bêzar in, îmana me ji hebûna wan diçe û heke bikevin destê me, em ê wan di tifa xwe de bixeniqînin. Hin jî dilê me li wan “reş” e. Lê çi bikin jehrtêketê, tehma hêkên wan pir xweş e. Hela ew zîç! Ew hîç! Ew nîşana orjînalbûnê ye.
-Xwedê ji xudanên çewlikan razî be.
Aliyek daniyê bo hêkên spî û bajarî, bo ser refikên marketan, aliyek jî bo hêkên gewreboz ên bi zîç, ew jî hêkên gundan in. Ji heman kargehê derbikevin jî, heçî ya bi zîç e, ew wekî zirîç e, heçî ya spî ye ew hilo ye û bajarî ye.
Ez ji we re bibêjim, rengên wan jî ji hev cuda ne ha! Hêka gundan gewir e, bi rengê axê ye, bêhna gundiyan jê tê.
Îjar, nêzik Fuara TUYAP’ê ya Pirtûkan li Amedê heye.
Em ê jî kaseya xwe deynin ser dezgehê xwe û hêkên xwe rêz kin. Yên me hêkên gundan in. Wernê wernê wernê!
Ez zanim, dê dîsa bala we li ser “hêkên fabrikasyon ên spîçolkî” be, -ew jî kurdên tirkînivîs in. Bazara we ser xêrê be, -xêrê bikin û xêrê jê nebînin.
Em ê zîçê xwe dîsa li hêkên xwe yên gewreboz dakin, em gelek hez ji hêkên gundan dikin lê hîletê me ji gundiyan diçe.
Em gelek hez ji siyasetkirina “zimanê kurdî” dikin lê îmana me ji k… diçe.
Ji we hez dikim.