Diyarname
Komîsyona Demokrasî, Biratî û Piştgiriya Milî li Meclisa Tirkyeyê li ser pêvajoya çareseriyê ku li Tirkiyeyê didome civînên xwe didomîne. Komîsyonê duh guh dabû malbatên leşkeran, îro jî guhdariya Dayikên Şemiyê kir.
Îro endamên Dayikên Şemiyê li civîna komîsyonê bûn û li ser daxwazên xwe axivîn. Li ser navê wan ji Dayikên Şemiyê Besna Tosun axivî û daxwazên wan anîn ziman.
Ji Dayikên Şemiyê Îlbal Yarici, Nezahat Tekke, Turkiye Bozkurt her yekê li ser bûyerên der barê malbatên wan de axivîn.
Paşê ji Dayikên Şemiyê Rabîa Kiran mafê axaftinê girt û bi kurdî dest bi axaftina xwe kir. Li ser hişyariyê Kiran dest bi tirkî kir.
Li komîsyonê wergêrek tune bû ku dayik bi kurdî baştir derdê xwe bîne ziman.
Di rûniştina duyem de endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Mazlum-Der û saziyên din axivîn.


