Diyarnam
Pirtûka "Dîtin û Bîrhatinên Min" ku Hesen Hişyar Serdî nivîsandiye ji Weşanên Nûbiharê derket. Ev bîranîn ji sala 1914'an dest pê dikin û heta 1983'yan tên. Di pirkûkê de xwendevan dikarin notên dor 70 salan bibînin.
Rewşenbîr Hesen Hişyar Serdî di sala 1907'an de li gundê Serdêya Licê ya Amedê hatiye dinê û di sala 1985'an de miriye. Jiyana wî di nav têkoşînê de derbas bûye. Loma jî xwendin û nasîna ew salên ku Serdî tê re derbas bûye girîng e. Pirtûka ku niha li ber dest e bîranînên van sala vedibêje.
Serdî di ciwaniya xwe de dibe şahidê Serhildana Şêx Seîdî. Paşê diçe "Binxetê" û li wir têkoşîna xwe didomîne. Di nav vê herikîna têkoşînê de beşdarî Serhildana Agirî jî dibe lê piştî têkçûnê dîsa vedigere Binxetê. Wî heta mirina xwe bîranînên xwe anîne ziman û nivîsandine. Ji van bîranîna pirtûkek hatiye amadekirin. Pirtûka li ber dest cara pêşî di sala 1993'yan de li Beyrûdê hatiye çapkirin. Li Tirkiyeyê berê bi tirkî ji aliyê Weşanên Pêrî ve hatiye derxistin lê cara pêşî ye bi zimanê xwe yê eslî, bi kurdî ji Nûbiharê li vir dertê.
- Dîtin û Bîrhatinên Min / Hesen Hişyar Serdî / Nûbihar / 416 rûpel / 2025 / Bîranîn