Bi pêşengî û organîzekirina Kongreya Civaka Demokratîk û TZP Kurdî, di 2-3-4 adara 2012’an de, li Amedê Konferansa Zimên tê li dar xistin. Ne tenê ji Kurdistanê, her wiha ji her çar hêlên cîhanê, kurdên zimanzan, mamosteyên kurdî, kurdolog û her wiha akademîsyanên pisporên mijarê li hev civiyan.
Ji Kanada, heta bi Silêmanî, ji Horasanê heta bi Qamişlokê, ji Swêdê heta bi Sinê; kurmanc, hewreman, kirmanc (zaza), soran li Amedê li nik hev in. Bêşik, ji hêla pêdiviya pirsgirêkên zimanî yê ji her hêlê ve, çi alfabe, çi zarava û çi helwest û sekna siyasî, organîzasyoneke wisa berfireh watedar e, karekî pir mezin e.
Lê ji hêla encam û çareserkirina pirsgirêkên heyî, gelo rê, rêbaz û pratîkên bi vî rengî, dê çi qasî deriyê çareserkirinê vekin? Dê çi qasî bibe derman ji birîna kûr û giran a salan re?
Belê kêşeya ku kurd ji hêla siyasî û neteweyî û herî taybet jî ji hêla zimên ve dijîn, encama bi sedan salan e. Her wiha, çareserî jî dê ne karê roj û mehan be. Pêvajoyeke dûvedirêj divê ji bo dermankirina birînê. Hem pêvajoyeke dirêj, hem jî otorîteyeke karîger, dîsîplîneke tevahî lazim e ji bo vê kirûyê ku kurd bikaribin ta bi derziyê ve kin.
Komcivînên bi vî awayî, dibe ku ji bo derbirîna hest û ramanan, ji hêla derûnî û civakî ve xwediyê bandorekê be. Lê ji hêla, biryar, encam, çareserî û her wiha dermankirina birînan ve rêbazine dîtir ku bi zanyarî bêne afirandin divên.
Rêxistin, tevger, sazî, hêl û hêzên xwedî vîn ku karibin biryaran werbigirin û di jiyana civakê de xwedî hêzeke birêvebirinê bin ku keda tê mezexkirin sûdeyê bide ziman û pirsgirêkên zimên. Ku ne bi rojek û du rojan; belê bi mehan û bi xebateke pisporana û zanyarî ya demeke dirêj û bêhnfireh bê lidarxistin, ez di wê baweriyê de me ku dê çêtir be.
Ligel kedeke mezin ku hatiye dayîn, nola ku bi feraseta “hema bila bibe....” li ser kar e. Mîna ku hin tişt, bi nêt û ramana ku “me kir û bû” bê amadekarî û bê plansazî, hatiye kirin. Wekî ku ji bo temaşevanên di trîbunan de gokê, ber bi hewayê ve hildidin. Ji ber ku, ev xebat ne yekem e û gelekî dişibe yên beriya vê. Loma ji min wisa xuyaye ku ji zanîn û ramanê bêtir, hest li pêş in. Ji lêgerîna li ser çareyan bêtir têrkirina hestan tê kirin.
Ez wê hêviyê dikim ku goka me ne ber bi hewa ve, lê ber bi kaleyê ve bigindire û qet nebe bi vê keda giranbuha, em gavekê bi pêş ve bavêjin, ber bi asoyên çareseriyê, ber bi dahatûyê ve û ber bi azadî û bikaranîna zimanê kurdî ve...
***
Nûçeyê eleqedar:
- Ji Konferansa Ziman çend notên roja yekemîn
- Konferansa Zimanê Kurdî dest pê kir