AMED (DÎHA)
Operasyona li navçeyên Licê û Karazê yên Amedê berdewam dike, leşkerên di saetên êvarê de bi ser gundê Helhel ya Hezroyê de girtin. Leşkeran dest danî ser 12 avahiyan, welatî bi zorê ji malên wan derxistin. Welatiyên bertek nîşanî vê hovîtiya leşkeran da bi çekan gef li wan hat xwarin, dîsa ketin û derketina gund jî hat qedexekirin. Welatiyên ji gund hatin avêtin, neçarî li gel xizmên xwe bi cih bûn.
Avahiyên ku ji hêla leşkeran ve hatin destaserkirin, di saetên sibehê de 2 kepçe û dozerek şandin herêmê û dest bi rûxandina avahiyan hat kirin. Ji Bîrsen Ugurlayan eşkera kir ku leşker nahêlin ew bikevin malên xwe, avahiyên li ser gir tên rûxandin.
Ugurlayan da zanîn ku tê gotin ku dê leşker li cihên malên wan qereqolê ava bikin.
Li aliyê din li gundên Licê wekî Sîsê û Cinezûr û wê derdorê ev du roj in pevçûn hene û cih bi cih leşker agir ber didin daristanan.


