Amed
Nivîskar Mehmed Uzun li Amedê bi panel û lîstina şanoya “Sirgûn”ê hat bibîranîn. Di panelê de hate gotin ku Mehmed Uzun her çiqas li sirgûniyê nivîskarî kiriye jî lê her romanivîsiya wî li ser kurd û Kurdistanê bûye.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Komeleya Wêjekarên Kurd, PEN'a Kurd, , YEW-KURD, Wêjegeh Amedê bi hev re ji bo bîranîna Mehmed Uzun panelek li dar xist. Panel li salona ÇandAmedê li dar ket. Hevjîna Mehmed Uzun Zozan Uzun, Hevşaredarê Amedê Dogan Hatun, nûnerên sazî û dezgehan û gelek nivîskar û mamoste tev li panelê bûn.
Panela ku moderatoriya wê Esra Sadikoglû kir, nivîskar Salih Agir Qoserî, Zulkuf Ergun, Kenan Soylemez wekî axifger beşdar bûn. Esra Sadikoglû nivîsek ku qala biyografî û nivîskariya Mehmed Uzun dikir, xwend.
‘Berhemên wî li ser zilm û zora li Kurdan hatiye kirin bûn’
Salih Agir Qoserî bi mijara “Sirgûn û Nivîskarî” gotarek pêşkêş kir. Qoserî diyar kir ku Mehmed Uzun nivîskarekî sirgûnê ye û got: “Di dîrok û wêje û nivîskariyê de sirgûnî xwedî rolek girîng lîstiye. Kurdan her dem li sirgûnê wêje afirandin e. Piştî salên 80'yî gelek kurdan berê xwe dan Ewropa û nameze jî welatê Swêdê. Edebiyata kurdî li ser axa biyanî hatiye afirandin. Sirgûn derketina mirovan a ji axa wan e. Koçkirina bi darê zorê ya ji ser jîngeha xwe sirgûnî ye. Kurd ji neçarî çûne sirgûnê û qonax bi qonax edebiyata Kurdî li pêş xistine.”
Qoserî da zanîn ku gelek berhemên edebiyata kurdî ku li sirgûnê hatine nivîsandin, li ser hesret û bêrîkirin û nêrîna li ser welat in û wiha axivî: “Mehmed Uzun romana xwe ya ewil li ser îşkence, zilm û zora li Zindana Amedê nivîsandiye. Dema meriv bala xwe dide hemû berhemên Mehmed Uzun naveroka wan hemû kurd in, welat e û Kurdistan e. Mehmed Uzun di wêje û romanan de xwedî astek bilind e. Lê mixabin zû çû.”
‘Çanda dengbêjiyê ji bo Mehmed Uzun girîng bûye’
Kenan Soylemez jî bi sernavê “Di romanivîsiya Mehmed Uzun de tesîra dengbêjiyê” gotarek pêşpêş kir. Soylemez destnîşan kir ku dema ew behsa çanda devkî dikin, demek pir dirêj e û ev çand hê jî berdewam e û got: “Dengbêj û dengbêjî bîra civakê ye. Bîra civakê xwe di dengbêjiyê de dide der. Dengbêj çanda civakê zindî dihêle. Dengbêj Evdalê Zeynikê lehengê romana Mehmed Uzun e. Tradîsyona Evdalê Zeynikê berdewam dike. Edebiyata devkî ya kurdî girîng e. Mehmed Uzun vê jî wekî dengbêjiyê bi nav dike. Kurd bi saya dengbêjan xwedî ziman, bîr û hafizyekê ne. Tiştên ku di dîroka fermî ya kurdan de nehatine nivîsandin lê dengbêjan bi bîra xwe anîne roja me ya îro. Hemû berhemên dengbêjiyê ji bo Uzun xwedî wate û girîng in. Mehmed Uzun dixwaze wî ziman ango zarê dengbêjiyê bîne bi edebiyata modern ve girê bide. Mehmed Uzun klamên dengbêjiyê wekî belgeyan dibîne. Mehmed Uzun dixwaze peyv û gotinên dengbêjiyê modern bike û bîne roja me ya îro. Mehmed Uzun ew atmosfera li civatên dengbêjan bi edebiyata modern vegotiye.”
‘Mehmed Uzun romana kurdî zindî hişt’
Akademîsyen Zulkuf Ergun jî bi sernavê ““Hewldana çêkirina nerîteke modern di romanên Mehmed Uzun de” gotarek pêşkêş kir. Ergun jî anî ziman ku Mehmed Uzun ji bo edebiyata kurdî bû hêzek girîng û wiha axivî: “Mehmed Uzun dixwaze di edebiyata xwe de nerît ango modernîteyekê çêke. Ji 1923&an heta dawiya salên 70'yî ve civata wêjeya kurdî ya kurdên Bakur darbe xwar. Ev jî ji ber zextên dewletê pêk hat. Mehmed Uzun piştî çû Swêdê xwest edebiyata kurdî ya ku dihate xwestin bêruh bê hiştin, zindî bike. Mehmed Uzun berî ku romanên xwe binivisîne, ji bo romanên xwe amadekarî kiriye û li ser van amadekariyan roman nivîsandiye. Mehmed Uzun xwest ku nerîtiyek nivîskariya xwe çêke. Mehmed Uzun dixwaze çîrokbêj, stranbêj, dengbêjên kurd ji xwe re bike çavkanî. Mehmed Uzun dixwaze zimanê kurdî xweşik û rindik bike. Uzun dixwaze ziman bixe dilê keç û xortên kurd. Mehmed Uzun di berhemên xwe de nerîtek modern çêdike. Kedek li pey xwe hişt. Ew roman hema li ser maseyê nehatiye nivîsandin, bi ked û salên dirêj hatine nivîsandin. Nerîta modern gihand nifşên nû.”
Bi şanoyê jiyana Mehmed Uzun
Piştî panelê şanoya yek kesî ya “SIRGÛN – Rîça Pûç” ku ji hêla çîrokbêj-nivîskar Ayhan Erkmen ve li ser jiyana Celadet Elî Bedîrxan, Erebê Şemo û Mehmed Uzun hatiye amadekirin, hate lîstin.
AW